Tuesday, June 10, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Armanca êrişan têkbirina sîstema Rêveberiya Xweser e’

27/03/2024
in Uncategorized
A A
Armanca êrişan têkbirina sîstema Rêveberiya Xweser e’
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demoqratîk Daliya Henan diyar kir ku armanca êriş û planên li ser herêmê tên meşandin têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Piştî dagirkirina dewleta Tirk ji Efrîn, Girêsipî û Serêkaniyê re, li ber çavên herkesî ku çawa balefirên xwe yên bêmirov radike li ser asîmanê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevî ku ev yek zagonên navnetewî dişkîne, herwiha ev yek li gor zagonên navneteweyî zagonên şer e. Herwiha  bi erêkirina dewleta Rûs û rêjîma Sûriyê  jî ev êrîş tên kirin, dewleta Tirk van êrîşan pêk tîne di bin navê ku ewlehiya  welatê xwe diparêze, lê çeteyên ku derbasî axa herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî bûn bi riya dewleta Tirk re bûn, di heman demê de hemû xirabî, wêran, kuştin û koçberî û hemû êşên ku herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî jiyan dikin, encama kiriyarên dewleta Tirkin.

Di derbarê geşedanên ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî tên kirin Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demoqratîk Daliya Henan ji Rojnameya me re axivî.

Êrîşên dagirkeriyê bandoreke neyînî li aboriyê dike

Daliya Henan diyar kir ku rojane dewleta Tirk li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşan dide meşandin. Sivîl, saziyên xizmetguzariyê, cihên sotemeniyê û sitasiyonên elekitrîkê armanc digre, di encama van de gel rastî gelek zehmetiyan tê, bi taybet di aliyê aborî de piştî qutbûna xaz, elekitrîk, mazot û avê, ji ber ku ev hemû pêdiviyên gel yê rojane ne û wiha got: “Di encama van êrîşan de hijmareke mezin ji karmendan bê kar man, ev yek hemû bandoreke neyînî li ser rewşa aborî ye herêmê dike. Dewleta Tirk dixwaze bi riya van kiriyaran gel tengav bike û vîna Rêveberiya Xweser têkbibe û gel li dijî rêveberiyê derkeve. Herwiha derî li ber koçberiyê vedike, da ku gel dev ji ax, çand û kevneşopiyên xwe berdin, ev hemû armancên dewleta Tirke ku dixwaze bi riya wan sîstema Rêveberiya xweser vala derxê. Tevî ku gelek bangewazî ji aliyê gel ve tên çêkirin, çalakiyên şermezarkirinê û ji bo hemû saziyên mirovî û navdewletî jî bangewazî tê kirin. Lê tevî van yekan jî dewleta Tirk berdewam e, bi berdewam kirina vê rewşê re wê gelek zirarên neyînî bixwe re bîne, ji ber vê yekê divê ev yek çareser bibe.Herwiha cihên ku hatine dagirkirin rojane gel rastî işkencan tên û bi taybet jin, pirsgirêka herêma me bi pirsgirêka Sûriyê bi giştî ve girêdayî ye, divê çareseriyeke giştî ji bo alûziya Sûriyê re were dîtin, ji ber ku em jî parşeyek ji sûriyê ne, tu carî me xwe ji erdîngariya Sûriyê qutnekiriye.”

Pirojeya MSD’ê wê sîstema kapîtalîzmê têk bibe

Daliya Henan axaftina xwe berdewam kir û wiha got: “Li herêma bakur û rojhilatê Sûriyê Sîstemeke demoqratîk hatiye danîn û hîn jî  berdewame, bi taybet piştî erêkirina hevpeymana civakî, rêgezên sereke yên sîstema demokratîk tên avakirin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk û hemû hêzên ku berjewendiyên wan di berdewam kirina aloziya Sûriyê de hene, naxwazin li vir çareserî çêbibe, aramî û ewlehî avabibe, ji ber vê yekê zehmetiyên ku heta roja îro gel tê re derbas dibe, tu kes çareseriyê jê re nabîne. Ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, gelek civîn, daxwuyanî û kongirên mezin hatin çêkirin, herwiha Cinêv, viyana û Asîtana  gelek  civîn li darxistin da ku çareseriyê ji pirsgirêka Sûriyê re bibînin, lê ji şûna çareseriyê bînin kirîz kûrtir kirin. Ji ber ku aliyên esasî yên Sûriyê pêwîste di van civînan de hazir bibin, yên ku xwediyên pirojeyên çareseriyê, wek; meclisa Sûriya Demokratîk, ji ber ku pirojeya ku  me avakiriye, pirojeyeke pirrengî û demokratîk e. loma divê Sûrî hemû li hev bicivin û pirisgirêka xwe nîqaş bikin û çareser bikin, lê ji ber ku ev yek ne li gorî bercewendiyên  kesên ku  van civînan li dar dixin û naxwazin çareserî li Sûrî peyda bibe, vê piroje dûr dixin, heya roja îro ev êrîşên ku çêdibin, dixwazin vê pirojeyê tune bikin, ji ber ku ev piroje  li beramberî sîstema kapîtalîzmê şerdike, heger ev piroje pêk were wê sîstema desthilatdarî dawî lê were.”

Hişyar bûna gel li hemberî kompiloyan

Endama Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demoqratîk Daliya Henan dawî li axaftinên xwe anîn û wiha got: “Pêwîste pirojeya MSD’ê pêk were bi riyên diblomasî. Herwiha dive em xwe bighînin hemû aliyên Sûriyê da ku em vê pirojeyê bi wan bidin qebûlkirin, di  heman demê de pêwîste hemû gel û pêkhateyên Sûriyê xwedî li vê pirojeyê derkevin. Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrîyê, herêma herî bi ewle û gel ji sîstema Rêveberiya Xweser raziye, ji ber vê yekê em dibînin ku gelê Siwêda jî derketine qadan û daxwaza sîstemeke demoqratîk dikin. ji ber ku sîstema navendî nema dikare welatan bi rêve bibe, herwiha gelê Siwêda gihiştine wê yekê ku divê her kes nêrîna wî hebe ji bo avakirina pêşerojê, ev yek çareser dibe bi pêkanîna pirojeyeke demokratîk re. Herwiha banga me ew e ku her kes xwedî li  pirojeyê ku MSD’ê pêşkêş kiriye derkeve, li beramberî êrîş û zehmetiyên heyî li ber xwe bidin, di heman demê de divê em bikaribin axa xwe jî biparêzin û herêmên ku dagir bûne rizgar bikin, herwiha li dijî şerê taybet yê ku  dixwazin li ser ciwan û civakê me bidin meşandin bi sekinin, em hişyar bin beramberî hemû kompiloyên heyî  ji berk u dagirker dixwazin bi riya siyaseta xwe ya qirêj re civakê pûç bikin, di encamê de sîstema Rêveberiya Xweser hilweşînin.”

Post Views: 74
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.