Rojnameya Ronahî

Nameya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan

Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan di nameya xwe ya dawîn de rêbaza têkoşîna li dijî faşîzmê wiha destnîşan dike: “Mêtinger, ji bo ku em nebin xwedî sekneke siyasî û parastinê nekin, çi ji destê wan tê, dikin. Em bi şev û roj di bin çavdêriyê de ne… Çi ji destê me hat me kir û em ê her tim bikin jî.”

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mazlûm Dogan bi çalakiya xwe ya bi 3 zilikan a Newroza 1982’yan a li zindana Amedê, berxwedêriya Newrozê rojane kir û di têkoşîna neteweyî û civakî ya gelê Kurd de serdemeke nû da destpêkirin. Ji ber vê yekê Mazlûm Dogan wek “Kawayê Hemdem” hate nasîn û 21’ê Adarê jî ji ber ku Newroz gihand asta qehremaniyê, di netewebûna gelê Kurd de wek Roja Qehremaniyê hat qebûlkirin.

Lehengiya li zindanê dest pê kir, bi têkoşîna gerîla ya li çiyayan re wateya siyasî û leşkerî bi dest xist. Têkoşîna gerîla 15’ê Tebaxa 1984’an bi fermandariya Mahsûm Korkmaz (Egîd) dest pê kir, li Kurdistan û cîhanê belav bû. Mahsûm Korkmaz di 28’ê Adara 1986’an de li çiyayê Gabarê şehîd ket. Ji bo vê jî 28’ê Adarê wek “Roja Qehremaniyê ya Neteweyî” û Mahsûm Korkmaz jî wek “Qehremanê Neteweyî” û “Sembola Serdema Qehremaniyê” hate binavkirin. 21-28’ê Adarê wek “Hefteya Qehremaniyê ya Neteweyî” hate ragihandin.

Bi wesîleya Hefteya Qehremaniyê em nameya dawîn a Mazlûm Dogan a li zindana Amedê nivîsandiye, diweşînin.

 

MAZLÛM DOGAN KÎ YE?

Mazlûm Dogan sala 1955’an li gundê Teman ê navçeya Depê ya Xarpêtê (Elezîz) çavên xwe li cîhanê vekir. Perwerdeya xwe ya seretayî û navîn li Depê temam kir. Mazlûm Dogan li Zanîngeha Uludagê li Fakulteya Perwerdeyê xwendina xwe temam dike û di sala 1974’an de jî li Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê li Beşa Aboriyê ya Fakulteya Ekonomî û Zanistên Îdarî qeyda xwe çêdike.

Li wê derê Rêber Abdullah Ocalan û hevalên wî nas dike û tev li nava Têkoşîna Azadiyê dibe. Di nava têkoşînê de roleke aktîfdiloeyîze. Li Bakurê Kurdistanê li gelek cihan xebatên birêxistinkirinê dimeşîne. Dogan di 30’ê Îlona 1979’an de li ser rêya Riha-Mêrdînê tê dîlgirtin û dibin Girtîgeha Hejmar 5 a Amedê û îşkenceyên giran lê dikin. Di Adara 1981’an de kadroyên pêşeng ên PKK’ê li dijî pêkanînên dermirovî yên li girtîgehê, dest bi greva birçîbûnê dikin.

Berxwedana greva birçîbûnê ya 43 rojan, bi paşvegavavêtina rejîma cûntaya faşîst bi dawî dibe. Lê rêveberiya girtîgehê sozên xwe bi cih nayne, berevajî wê jî îşkenceya li ser girtiyan zêde dike. Li dijî van hemû polîtîkayên îşkence, tirkkirin û dîlgirtinê, Mazlûm Dogan di 21’ê Adara 1982’yan de li Amedê bi 3 zilikan zindanê ronî dike û bi çalakiya xwe kevneşopeke nû ya berxwedanê dide destpêkirin û wek Kawayê Hemdem dikeve nava pelên dîrokê.

Li dû wê berxwedanê, di 18’ê Gulana 1982’yan de dema Ferhat Kûrtay, Eşref Anyik, Mahmût Zengîn û Necmî Oner ku wek ‘Çalakiya Çaran’ tê zanîn, bi qîrîna dirûşma “Teslîmiyet rê li ber xiyanetê, berxwedan rê li ber serkeftinê vedike” çalakiyeke fedaî pêk anî.

Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Mazlûm Dogan beriya çalakiya xwe nameyekê di 17’ê Sibata 1982’yan de dinivîse û şert û mercên li zindana Amedê û berxwedana xwe, radigihîne hevalên xwe yên li derve.

Her çend beşeke nameyê ku li ser du parçeyên kaxizekî hatibû nivîsansin û ji nava çenteyekî qehweyî yê biçûk derketibû, beriya niha ji bo kovarên Berxwedan û Serxwebûn tîprêziya wan hatibû kirin  cara yekemîn di sala 2008’an de bi sernavê “Nameya dawîn a Mazlûm Dogan” hate weşandin. Ev name di dawîya salên 1980’yî de di çenteyekî qehweyî de emanetî jinekê hatiye kirin. Wê jinê gotibû “Dema ev emanet li cem min bû, ez rojeke jî rehet raneketim.” Ew jin îro ne sax e.

Tevahiya nameya dawîn a Mazlûm Dogan ku li zindana Amedê nivîsiye, wiha ye:

“Di rojên dawîn de zext û zorî li ser me dijwar bûne. Herî dawî Xeyrî ji qawîşê derxistin. Nizanim birin ku derê. Li gorî texmîna min wê di nava hefteyê de îdianameyên me bên. Ji bo Xeyrî ji girseya me qut bike, li ser fermana fermandar, avêtin hucreya yekkesî. Dema birin ji bo yên li hundirê qawîşê gotibûn ‘em dibin qawîşeke din’. Ev jî dide nîşandan ku wê tim di hucreyê de be, ji girseyê bê dûrxistin.

Di nava vê hefteyê de qawîşa 9-13’an a nêzî qawîşa ku Xeyrî wan lê dima, bi temamî hate valakirin. Bi lêdanê hemû hevrê hatine derxistin û xistine hucreyan. Dîsa alîgirên partiyê yên di qawîşa 19’an hemû hatin derxistin û piştî lêdana bi saetan û şûnde birine qawîşa wan. Li gorî me bihîstî û texmînên me, alîgirên partiyê li dijî pêkanînên dagirkeran li ber xwe didin, ev yek li qawîşên din jî pêk hatibû. Serê hevrêyên me yên li wan hatibûn xistin, şikestibûn, lê hevrêyên me yên bi saetan li wan lê xistibûn, hefteyekê nalîn û hewarên wan dom kiribûn. Li gorî me bihîstî hemû hevrêyên me yên li wan hatin dayîn ji ser hişê xwe çûne. Ser, çeng, poz û her derê hevrêyên me hatine şikandin.

Niha em du qawîş mane. Roja me ya bê lêdan jî nîn e. Dema diçin serdanê, dîtina parêzer û dîsa dozgerî û dadgehê bi hovane li me dixin. Ser û rûyê me di nava xwînê de dimînin, bi kaşkirina erdê re dibin qawîşan. Îşkenceya madî û menewî bandorekî zêde li hevrêyan dike. Li ser girtiyên li nava qawîşan bi temamî tirs, zext û fikar serwer kirine. Ji xwe giştî ji bin kontrola me derketiye. Taybet ji derveyî qawîşa Mazlûm û Yildirim lê, li hemû qawîşên din teslîmiyet serwer bûye. Li hinek qawîşên heskiriyên me lê, ji ber nebûna hevrêyên rêveber, tirşikçî, DDKD, Rêya Azadiyê (Ozgurluk Yolu) serî li ber îdareyê ditewînin. A rastî li gorî agahî û texmînên me, ji derveyi qawîşên hevrêyên me M û Y, tu qawîş nemane ku serî li ber îdareyê netewandî. Ji xwe tenê qawîşa me li ber xwe dide. Dev-Yol û Ala Rizgarî jîxwe bê xwestek li ber îdareyê serî ditewand. Niha jî yên lewaz li ber xwe didin, serî li ber îdareyê ditewînin (ji derveyî yên di hucreyan de).

Li du qawîşên berxwedanê tu ewlehiya canî nemaye. Her roj, her saet li bendê ne ku li wan bixin, bavêjin hucreyê. Eger ku neavêjin hucreyê bi temamî hatine tecrîdkirin. Devjê berdin bi kîtleya xwe re, tu derfetek nîn e têkilî bi qawîşên din ên siyasî re bê kirin. Lê wê ev her du qawîş jî bi teqez bihata belavkirin. Hevrêyên girêdayî partiyê li ber xwe didin, wê bên avêtina hucreyê.

Tê texmînkirin ku heta niha nêzî 500 hevrêyên me li nava hucreyan in. Bi kêmanî 300 hevrêyên me li ber xwe didin. Ji bo vê qedexeye ku ji kantîn, doxtor û serşoyê ji bo wan qedexe ye. Her rojê li wan didin. Bi giştî derdorî 1000 alîgirên partiyê yên mahîn li ser qawîşên din bicih kirine. Li qawîşên ku hevrêyên di asta kadro de ne li ber xwe didin. (Niha agahiya me ji du qawîşan nîn e). Yên din li gorî me bihîstî, serî li ber îdareyê tewandine. (Ev qawîş tevlihev in), dema dibin serdanê, hevdîtina parêzeran, dadgeh û dozgeriyê bi dirêjkirina rê dixwazin serî li ber wan bidin tewandin û ya xwe li ser bisepînin. Li ser fermanê rê ve dibin, li ser xwarinê bi dirûşmên ‘artêş, milet sax be’ duayan bi wan didin xwendin. Sirûda netewî li wan didin xwendin. Dirûşmên ‘Kêfxweşim ku Tirkim’ bi wan didin qîrkirin.

Yên li gel me serî li ber îdareyê tewandin, yan jî ji gel kesên ji rêzê ji aliyê polîsan ve hatibûn xistin in. Beşek vê heskiriyên bê biryar û rast in. Ev beş, ji ber tirsa û yên din ên li qawîşê dimînin, serî li ber îdareyê ditewînin. Ev hevrê ji ber nû natine û bê rêxistinkirî ne, nikarin li ber xwe bidin. Dîsa di nava heman qawîşê de di asta komînekê de nikarin bijîn. A rastî em ê li dadgehê parçe bibin û nîva wê (bi kêmanî) teslîmyetê qebûl bike, derkevin. Niha rewşa girtîgehê hewldanên berxwedanê dixe nava zehmetiyê. A destpêka vê tê, em agahî ji hev nagirin.

Rêbaza îdareyê li ber me danî, pir balkêş û hesan bû. A yekem me ji siyasetmedarên din dûr dikir, ji bo wan li dijî me sor bikin û bikin xwedî helwest, çi ji destan dihate dikir. Hemû siyasetmedarên din hinek bi lêdan, hinek bi gef û hinek ji bi terzê nerm teslîm girtibûn. Bi taybet qawîşa DDKD’ê ketibû xizmeta îdareyê. Ji bo tirşikçiyan weke mînak didan nîşandan. Rêya Azadiyê jî ji DDKD’ê ne cuda bû. Azadîxwaz bi gotina ‘Em her tiştên îdareyê pêk tînin û wê bê wate dikin. Bi vî rengî, meşîn, sirûd û merş xwendin bê wate dibe. Wateya xwe ya berê winda dike.’ Dev-Yol û Ala Rizgarî ya di dema greva birçîbûnê de li ber xwe didan, bê daxwaz jî be, êdî ketibû reweşek serî li ber dijmin tewandibû.

A duyemîn jî xwestin me ji hundir ve parçe bike. Di vê mijarê de serketineke xeyalî bi dest xistin. Di dorê de heskirî û kesên ji gel bi lêdanê ji me qut kirin. Van xistin an qawîşên siyasetmedarên din an jî kesên ji rêzê, yan jî yên li ber xwe didan (kadro) cuda dikir, dixistin hucreyê. Bi îşkenceya madî û menewî teslîm girtin. Eger ku di nava dile hinekan de hesta berxwedanê jî hebe, di van qawîşan de zehmet bû ku bikare li ber xwe bide. Ji ber ku teslîmyet rêyeke wilo bû, yên diketinê nedikarî jê vegerin.

A sêyemîn jî, yên nû hatine destgîrkirin, hevrêyên çavên wan hatî tirsandin, bixin heman qawîşan jî, bi hatina wan a gel hev û civînê bi îşkenceya derûnî ya lêdanê hatibûn teslîmgirtin. Bi temamî têkiliya wan a bi aliyên berxwedêr re hatibûn qutkirin. Ji ber vê yekê hevrêyên ecemî yên nû ji lêpirsînê hatibûn, ji derveyî serîtewandina li ber îdareyê tu rêyeke din a wan nebû.

Du meh in (ji rojiya greva birçîbûnê dest pê kir û vir ve) ji bo me (ji derveyî DDKD ji bo hemû qawîşan) radyo, tv, amûrên germkirinê hatibûn rakirin. Amûrên demborandinê yên weke xişik (santrac),  û yên din hemû hatibûn rakirin. Li qawîşan parçeyek rojname û pirtûkên qanûnî tinebûn. Bi qasî 15 rojan ji bo me di nava hefteyê de, 4-5 rojan rojname dida, ew jî şevê dubare digirtin. Niha (ji ber nexwendina duayan, kî ye midir nedir nizanin) ew jî tine. Êdî tu têkiliya me bi cihana derve re nîn e. Berê, nanê ji bo 2 kesan dihate dayîn niha ji bo 3 kesan tê dayîn. Ji ber ku em nikarin ji kantînê tu tiştekî bigirin, nikarin nan jî bigirin. Hevrê ji birçîna hedara wan nayê. Berê me dikarî ji derve cil û cixare bigirin. Niha bê cixare mane. Îdare ji bo serî bitewînin, xwarin, vexwarin, cixare, rojname û derketina bêhndana eywanê weke amûreke şantajê bikar tîne. Bi qasî du meh in, me nekariye ji kantînê pêwîstiyên xwe bigirin, her wiha nekariye, bikevin bêhndana eywanê, dîsa doxtor nedîtiye. Ji ber ku dermanên me jî hatine berhevkirin, hevrêyên me ji êşa hedarî bi wan nayê.

Hevrê Zekî Yilmaz ê ji Gîresûnê ku li Rihayê hate destgîrkirin, bi darvekirinê hate cezakirin. Tu têkiliya Zekî bi bûyera ku li ser cezayê bidarvekirinê lê hate birîn ve tine. Çeka li ser paqij bû. Çek piştre ji aliyê polîsan ve hatiye bikaranîn û qalikê wê weke ku çeka ku di bûyerê de hatiye bikaranîn, şandine balîstikê. Jixwe Zekî li gel polîsan bûyer qebûl nekiriye. Heta beriya 12’ê Îlonê qala berdana wî dihate kirin.

Bidarvekirina Zekî dişibe biryara mijara Orhan a bi zanabûn hatiye kirin. Ji ber ku tenê hevrê û kadroyeke siyasî yî, bû mijara esasî ya biryara darvekirinê. Yanî hevrêyên me ji kîjan madeyê (450, 168) bihata darezandin, lê ya rast li gorî madeya 125’an dihate cezakirin. Biryar ne hiqûqî siyasî bûn. (divê ev rewş hem bi raya giştî ya navxwe û derve bê kifşkirin).

Dîsa çawa ku li me dikir, heman îşkence û eziyet li hevrêyên ku bi darvekirinê ceza lêhatî birîn jî dikirin. Bi qasî me bihîstî, hewl didin ji devê hevrêyên me, belge û lixwemikurhatinên sexte derxînin. Hevrê li ber xwe didin, moralê wan baş e. Zekî piştî biryarê dirûşmên ‘Bijî PKK! Bimre mêtinger-faşîst TC, Bijî Marksîz û Lelînîzim’ qîr kiriye. Ji ber vê yekê li eywana dadgehê leşkeran li wî dane. Dema birin hucreyê ji hevalan qut kiriye û pir li wî dabûn.

Amadekariyên ji bo parastina xwe du meh in rawestane. Jixwe metna di destê xwe de belav kiribûn. Qismek vê jî me şewitandibû. Qisma dîroka PKK’ê me hewlda ji bo we bişînin. Em nizanin gihane destê we an na. Ji ber ku ji aqûbeta hevrêyê ku bigihîne derve, tiştek jê nizanin.

Dema ku îdianame bigihêje destê me, em ê bersiva îdianameyê bidin. Eger fersend hebe (yanî bikarim binivîsim) hewl bidim bigihînim we. Nizanin metna esasî ya parastinê çi ye. Eger ku di destan de mabe, em ê temam bikin. A rast çi dibe bila bibe, em ê temam bikin û hewl bidin bigihînin we. Weke min li jor anî ziman, şertê me yê kar tine. Ne diyare wê çi bê serê me, wê derfetê kar hebe an na. Mêtinger ji bo pêşiya helwesta me ya sîyasî û parastinê bigire, tişta ji destê bê dike. Sibe, şevê-roj û şevê destgîrkirî ne. Saet 11’ê şevê û şûnde kesên li ser lingan hebe, digirin û dibin, piştî lêdanek tund û îşkenceyê davêjin hucreyê. Lêgerînên pir zirav li qawîşan dike. Heta pulên nameyan jî yek bi yek lê digerin. Yanî nivîsîn û veşartina wê pir zehmet e. Îdare û gardiyan dijminê her cure nivîs û tiştên nivîsandinê ne.

Bi qasî me bihîstî dosyaya 11 hevrêyên me yên li Enqerê û Elezîzê li Amedê ne. Lê hê îdianameya wan li naverastê tine. Li gorî texmîna me dosyayên hevrêyên me yên din, jî wê li Amedê kom bikin, wê îdianameya wan mîna yên me, li Enqerê amade bikin û bişînin. Wê biryarê jî li Amedê bidin. Yanî dibe hevrêyan nebin Amedê. Ji xwe biryar tê wateya biryara cûnta û MÎT’ê. Xeterî heye heta dikare bi gotina ‘bê huzurî derxistin’ em hevrêyên li girtîgeha Amedê, piştî îfadeyê û şûnde dernexînin pêşberî dadgehê jî. Hedefa wan rê nedin parastinê bikin, raya giştî çênekin, di vê navê de cezeyek pir giran li me bibirin û înfaz bikin.

Di vê mijarê de ji bo çêkirina rayeke giştî û doza me baldar bişopînin erkekî mezin dikeve ser milê partiyê. Tişta ji destê me bê me texsîr nekiriye, nakin. Her ku (navxwe) em di nava têkiliyê de bin, rê nadin ku girseya me parçe bibe, serî li ber dijmin dane û teslîm bibe. Bi şev û roj ji bo parastinê me amadekarî kiriye. Ji niha û pêve jî, ji bo berjewendiyên partiyê û bilindkirina prestija wê tişta ji destê me bê em ê bikin. Bila di vê mijarê de tu guman nebe. Lê pir ditirsim ku ev nota min a dawî be, dibe  êdî ne bi we re û ne jî hevrêyên din ên li girtîgehê re têkilî bê danîn. Eger ku parastineke ku weke propagandakirina partiyê neyê amadekirin jî, li ber dijmin, em ê hewl bidin bi gotinî parastina partiyê, îdeolojî û polîtîkayê bikin. Sûcê me ew e ku metna parastinê beriya 12’ê Îlonê amade bikin, nusqeyek wê gihandina we ye. Wê demê (li girtîgehê) bi perwerdehiya hevrêyan re mijûlbûn heye, ji bo wê karê parastinê tenê şevê û ew jî pir veşartî tê kirin. Ji ber vê me nekarî temam bikin.

Rewşa derve em nizanin. Ji bo wê nikarin pêşniyarekê jî bikin. Lê qasî ku hîs dikin, Cûnta dixwaze Tirkiye bike hespê Trûva yê DYA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) û NATO yê Rojhilata Navîn. Polîtîkaya wê bi bi Rayegen DYA a emperyalÎst bi polîtîkaya Rojhilata Navîn re li hev nake. Cûnta bi paşverûtiya herêmê re di zik hev de ye. Bi qasî ku dibînin, Iraq an jî amadekariyên guherîna Iraqê tê kirin. Ji bo Kerkûk û Musilê dagir bikin bê sebrin.

Cûntaya êrişkar û har a Tirk, wê êrişên xwe yên li ser Partiya me, hêzên şorşger ên Tirkiyeyê bidomîne. Wê bê navber mafê mirovan binpê bike û bê perwa êrişî gelê em bike. Ji ber ku bûrjûvaya Tirk xwe ji vê rewşê rizgar bike, ji derveyî zext û zilmê tu rêyeke din nabîne. Partiya me divê amadekariyê xwe yên li hundir û derve yên li dijî cûntayê li gorî vê rewşê pêş bixe. Divê bê zanîn ku demê aştiyê siyasetmedarên oportonîst ên rastgir ku li çirava legalîzmê pêş dikeve, îflas kirine. Ne mimkûne ku careke din wan hêzên berê komî ser hev bikin. Wê parçe bibin û ji hev bikevin. Ji ber vê yekê ji şefên siyasetmedarên DDKD û Rêya Azadiyê yên teslîm bûne, zêdetir heskirî û girseya wan têkoşînê bikin.

Niha maceraya çep jî di xetereyê de ye. Wê partiya me ji hev bixe, hêza me belav bike. Taktîka amadekarî û komîserhevbûnê rast e. Divê ji lez û bezê û çavsoriyê xwe dûr bixin. Li gorî me ji bo amadekarî, propaganda û leşkerî bi qasî 2 salan dom bike.

Silav û rêz.”

 

kitty core gangbang LetMeJerk tracer 3d porn jessica collins hot LetMeJerk katie cummings joi simply mindy walkthrough LetMeJerk german streets porn pornvideoshub LetMeJerk backroom casting couch lilly deutsche granny sau LetMeJerk latex lucy anal yudi pineda nackt LetMeJerk xshare con nicki minaj hentai LetMeJerk android 21 r34 hentaihaen LetMeJerk emily ratajkowski sex scene milapro1 LetMeJerk emy coligado nude isabella stuffer31 LetMeJerk widowmaker cosplay porn uncharted elena porn LetMeJerk sadkitcat nudes gay torrent ru LetMeJerk titless teen arlena afrodita LetMeJerk kether donohue nude sissy incest LetMeJerk jiggly girls league of legends leeanna vamp nude LetMeJerk fire emblem lucina nackt jessica nigri ass LetMeJerk sasha grey biqle