Serdemeke nû di dîroka Sûriyê de bi serkêşiya Partiya Baas dest pê kir ku ew serdem bi tepeserkirina rikberîya siyasî ya resen û kesên rikber dihate naskirin. Di heman demê de di pevçûna wan bi Israelsraîlê re piştgirî da Filistîniyan ku bû sedema rûdana Şerê Hezîrana 1967’an de, şikestina Hezîranê ku di wî şerî de Sûrî, Misir û Urdun zirarên giran li ser destên lsraîlê dîtin.
Piştî derbeya sala 1963’an de partî ket nav qeyraneke navxweyî, nakokî û pevçûnên di navbera Nasirî û Baasiyan de û di nav partiyê de di navbera şepêla kevin a ku partî damezrandibû û şepêla nû, endamên Komîteya Leşkerî de, bûyerên kuştinê rû dan. Herwiha Baaskê Selah Cidîd û Hafiz El-Esed karîbûn desthilata xwe ya leşkerî ferz bikin ku di encama vê yekê de Efleq û Bîtar ji Sûriyê derketin û Efleq li Iraqê bi cih bû heta mirina wî di sala 1989’an de. Di sala 1980’î de li parîsê Bîtar hat kuştin; di encamê de partî bû du beş: partîya yekem li ser desthelata Sûriyê, ya duyem jî li ser desthelata Iraqê.
Rewş di vî sînorî de nema ku di navbera Selah cidîd (yê ku xwest berpirsyartîyeke girîng di partîya Baas de bigre) û Hafiz El-Esed (yê ku bûbû wezîrê berevanîyê) dehevrikîyek derket, di encamê de Hafiz El-Esed di sala 1970’ê de li dijî dijberê xwe Selah Cidîd bi derbeyek leşkerî rabû ku ji dûrbûna Cidîd ya ji Şamê sûd girt û ta mirina wî di sala 1993’an de di zindanê de hişt. Ev derbe bi nave Tevgera Sererastkirinê (Elhereke Elteshîhiya) hat naskirin ku di 16’ê Mijdarê de li ser destê Hafiz El-Esed (Endamê desteya serokatîya partîya Baas)û serokerkanê Sûrîyê Mistefa Tlas pêk hat, Ehmed Hesen El-Xetîb wek serokê demkî yê welêt hat destnîşankirin.
Di sala 1971’an de Sûriyê ket bin zilim û zora desthilata Baas ya Hafiz El-Esed de
Di sala 1971’an de El-Esed bi fermî bû serokê Sûriyê ku welat derbasî qonaxeke reş û tarî bû, civaka Sûrî jî ma rûbirûyî zordestiya dewleta neteweyî ya navendî, herwiha ma di bin zilim û zora desthelata Baas û serokê wê Hafiz El-Esed de.
Gava yekem di bihêzkirina desthelata El-Esed de, Qedexekirina diyadeya derbeyên leşkerî bû ku ji sala 1949’an ve li Sûriyê diyar bibû. Herwiha El-Esed hevrikîyên navxweyî di nava partiyê de nehişt, artêş jî di destê partiya Baas de hişt û li pêş çend partiyên siyasî yên çepgir û neteweyî rê vekir ku vegerin qada siyasî, lê bêyî ku nêzîkatiyê li desteseriya Baas li ser welat bikin. Di sala 1973’an de di destûra Sûriyê de hat ku partiya Baas partiya serkêş ya welat û civakê ye.
Hafiz El-Esed ji bo serokatiya xwe ji Sûriyê re rêbazeke Mîkafîlî şopand. Desthilat bû navendî, ji aliyê yek partî û yek mirovî ve hat birêvebirin. Wî hewil da ku di her aliyekî jiyana civakî de hebûna xwe çêbike, ew jî bi armanca desteserkirina giştî û çarenûsa kes, civak û ta bi ya xwezayê jî desteser bike. Weke ku Mîkafêlî dibêje, armanc rêgezan rewa dike û ji bo gihiştina armancê, rêgez rewa ye.
Yekem: Sîstem û dezgehên dewletê ji nêz ve û bi hûrbînî hatin çavdêrîkirin: Jixwe Hejmara saziyên ewlekariyê bi navên wan ên cûrbecûr ku li seranserî welat belav bûne, nîşaneyeke diyar e li ser rejîmê ku desteserkirina civak û mirovan armanc dike. Her tişta li ser erdê çêdibe, eger ku biçûk be jî, divê ew saziyên ewlekariyê haya wan jê hebe. Lewra; biryara dawî di dewletê de ya hêza ewlekarî û leşkerî bû.
Duyem: Rêjîmê hewl da ku îdyolojiya xwe ya Baasî bisepîne ji bo avakirin û yekqalibkirina civaka Sûriyê û afirandina welatiyên ji yek rengî, lewra ji bo vê yekê pêk bîne, hemû rêbaz û alav bikar anîn. Hemû saziyên perwerde û fêrkirinê, ji biçûk heta mezin, berpirsyariya fêrkirina welatiyên Sûriyê li ser armanc û xwestekên partîya Baasê û bilindkirina rêberê wê weke parêzvanê ramana Erebî û Ereban û parêzvanê mêrxas yê Filistîniyan û doza wan e, girtin ser mile xwe. Jixwe Silava sibê ku tê de dirûşme, armanc û peymana partiyê tê gotin, baştirîn belge û nîşane ye li ser hewlên partiyê ji bo ferzkirina îdyolojiya xwe li ser mirovên Sûriyê; (welatiyên Sûriyê yên ku bi kerrî re dimeşin, tên neçarkirin ku tevlî refên partiyê bibin; bi vî awayî artêşek ji endamên partiya Baas di dewleta faşîst de pêk tê). Ji bilî perwerdeyê, hemû dezgehên ragihandinê yên dîtinî, dengî û çapemenî ji bo belavkirina îdyolojiya Baasê hatine desteserkirin û siyaseta ragihandina Sûriyê tenê bi mezinkirina Partiya Baas û serokê wê hat sînordarkirin.
Sêyem: Tu jiyaneke siyasî ji derveyî sîwana partiyê tune ye: Bi vê mezinkirin, payebilindkirin û pîrozkirina serok re tabûrên ewlekarî û leşkeriyê dergehên xwe ji bo pêşwazîkirina çalakvanên siyasî û xwediyên nerînan vekirin. Partiya Baasê tevger û partiyên dijber û yên ne bi siyaseta wî re çewisandin û pirrengiya siyasî di çarçoveya el-Cebhe el-Ewtenîye el-Teqedumîye de ma ku ew jî di bin sîwana Baasê de bû û bi wê bihêz bû. Bûyerên Hemayê mînaka li ber çav e ya li ser hovîtîya dewletê li hember tevgera Ixwanan. Dewletê çalakiyên wan li gel çalakiyên gelek partiyên din (her wekî Partiya komonîst, Partiya Sûrî ya Neteweyî û Civakî, tevger û partiyên siyasî yên kurdî yên ku ji salên 50 yên sedsala 20’an ve hatibûn avakirin) qedexe kir. Endamên van partiyan hatin girtin û zindan bi xwediyên nerînên siyasî hatin dagirtin. Gelek ji wan rastî êşkence, kuştin û sirgonkirinê hatin. Navên mîna Feri Filestîn, girtîgeha Seydnaya û Feri el-Muxaberat el-Cewîye (Saloxgerên asîmanî) dê her tim di bîrdanka êşê ya miletê kurd de bimînin (partiyên navborî tenê weke mînak bûn, gelek partîyên din jî hebûn).
Çarem: Bi qasî projeyên mezin, tiştek qîmetê nade mîr: loma wî dest bi avakirina bendavan kir û bingeha hin projeyên din danî û zanîngeh li Heleb, Laziqiyê û Humsê ava kir, dabînkirin û çeksazkirina çandiniyê pêk anî. Tevî ku zagona veberhênanê ya hejmar 10 a sala 1991’an de derket jî, lê aborî bi beşên wê yên girîng, enerjî û pêwendiyê di destên dewletê de man, an jî bi gotineke din di destê malbata Esed û yên nêzî wan de man. Jixwe tê zanîn ku dahatên betrolê nediketin nav budceyê; ew jî bi behaneya ku ew dahat ji bo artêşa Sûrî diçin (parêzvanên welat û xaka wî). Tevî dahat û gencîneyên Sûriyê yên pir û zengîn, welatiyên Sûrî di bin xêza xizaniyê de bûn.
Jixwe ev jî rêbazekî dewleta netedewletî ye ku bi rêya wê gel diçewisîne û dihêle gel tenê li dabara jiyana xwe û parîya nanê xwe mijûl bibe.
Pêncem: Partîya Baas û erebayetî û ereb: Sûrî di rewşa şer de bi Israîlê re ye, loma divê zagona awarte ku piştî derbeya heştê Adara 1963’an de hat sepandin, bimîne. Vê yekê hişt Baas û serwerên wê jiyana welatiyên Sûrî bixin bin kontrola xwe. Dewletê karîbû bi awayekî mezin li têla erebatîyê bixe û vê têgehê di nav gelê ereb de mezin û belav bike. Herwiha wê doza filestînî bi kar anî, da ku bandorê li hişmendiya welatiyên Sûrî bike û pê bilîze. Ji şerê Tişrînê yê sala 1973’an û heya ketina rêjîmê ve guleyeke tenê li hember dijmin nehat berdan. Li vir divê em tiştekî bi bîra we bixin ku dewletê tu girîngî nedida doza filestînî (berovajî wê). Dewletê saziyeke ewlekariyê bi navê Şaxê Filestînê (feri Filestîn) vekir; da ku ew jî qasîya giritina doza erebên Filestînê li ser milê xwe, bide diyarkirin.
Şeşem: Baas û tevna Sûrî: Dewleta Sûrî li cihêrengiya etnîkî, nijadî (Taîfî), mezhebî û neteweyî nedinêrî ku ew dewlemedîyeke şaristanî û çandî ye, berovajî wê; yek ji girîngtirîn peywirên vê dewleta neteweyî ew bû ku tevna civakî ji hev bixe û bîrdanka komî ya Sûriyan tune bike. Ermen, Suryan û Asûr di bingeha xwe de ereb in û kurd jî pismamên ereban in û gerek e tev di çarçoveya erebî de werin helandin.
Herwiha siyaseta “Ji hev dûr bixe tu yê bi ser bikevî” di navbera pêkhateyan de bi kar anî; çimkî li gor wî her ku civak ji hev ketî be, lawaz û belawela be, ewqasî desteserkirina wî hêsantir dibe. Ji ber wê jî vê rêjîmê hewil da nakokiyên nijadî û neteweyî belav bike û bihêle pêkhate bikevin pêşberî hev, bo nimûne ku sinî dixwazin rêjîma dewleta Baasî ya elewî bixin erdê, elewî dijminên sinîyan e dixwazin wan ji holê rakin û kurd jî, ji ber kêmbûna girêdana wan bi welat ve astengiyan dikişînin û xwe bi dewletên derve ve girê didin û dixwazin beşekê ji xaka Sûriyê bibin û ereb welatiyên herî lipêş û di pileya yekem de ne û xwedî hemû mafên çandî di dewleta xwe de ne û ne ji mafê kurd, ermen, suryan û asûriyan ne ku bi zimanê xwe yê dayikê fêr bibin û şaristaniya xwe ya çandî pêşan bidin. Li gor wê, welatiyên Sûrî yê baş ew e yê ku di çarçoveya erebayetiyê de xwe bihelîne. Di encamê de rêjîma dewleta neteweyî ya navendî, rêjîmeke giştgir û navendî ye, silogana wê sitemkarî û zordarî ye.
Navenda Rojava Ya Lêkolînên Stratejîk