Asya Weşûkanî
Weke ku têye zanîn xweza xwe bi hevsengiyê dumdar dike û ger ku hevsengiya wê tunebe tekez wê dumdar nebe û weke ku em tev jî dizanin zanyar Arvîn gelekî li ser candaran-zindiyan lêkolîn kiriye û di derheqê wan de gelek tesbîtên xwe hene, lê tekez gerek tesbîtên wî ên şaş jî hene ku heyanî, roja me ya niha jî li ser zanistan dike û weke nimûne Darvîn dibêje: Di daristanê de gelek sewal hene û di nava wan de yên, bihêz weke şêr jî hene û hene ên ku lawazin û tekez gerek sewalê bihêz; serwerê tevahîdaristanê be û sewalê lawaz têye xwarin û evjî, zagonên wanin û hewildaye ku wan zagonan li ser mirovan jî pêkbîne û tesbîtên xwe li ser civaka mirovan jî wihaye. Mirovê bihêz serwere û mafê wî heye ku çawa serwer bibe û mirovên lawaz gerek dibin emr û fermana hêzdarandebin û em dikarin texmîn bikin bê ka mebesta, zanyar Darvîn ji lawazan kîne û ji wan jî yek ji nin û ên din jî gelên bindestin, yan jî reşik û çerme sorin.
Dema ku Darvîn biryar da ku zagonên daristanê li ser civaka mirovan jî bikarbîne hişmendiyek li şûna xwe hişt û ên pişt wî jî ew hişmendî berdewam kirin û niha jî mirovahî wan êşan dikişînin û hin zanyaran jî gotin ku masiyê mezin ê biçûk dixwe û her wiha tewriya wan berdewam kir. Hîna jî ew tewrî li ser civakê têye bikaranîn û di serdema pergala fînans peran de civaka mirov weke, keriyê sewalan lê kirine û civaka feqîr yan jî weke ku ew dibêjin çîna karkeran kirine weke moriyan ew moriyên, ku bi heqdestên herî kêm yan jî bi nanozikê dixebitin. Ez li hemberî wê tewriya ku zanyar Darvîn û kesên weke wî, weke hişmendî danîne holê û bi civakê dane qebûl kirin û tekez; gerek ew tewriyên berê yên ji wan qebelan werin xerab kirin û rastiyên veşartî werin ser vekirin û eyan bibin û tekez gerek were zanîn ku civaka mirov ji xwezaya nebat û sewalan, cudaye û gerek mirov weke hebûn pir baş were lêkolîn kirin.
Ji ber ku zanistên beşerî jî heyanî niha pir baş mirov dahurandin nekirine û dahurandinên ku kirine jî li gorî hişmendiya desthilatdaran kirin û ji wan re bûne. Zemînên xerab û mijokdariyê û tekez gerek zanista civakî bi van mijaran re mijûl bibe û sererast bike, ji xwe zanista jinê jî weke Jineolojî jî weke cewhera zanista civakê ya ku bi wijdanê jinê têye pêşxistin li ser hebûna mirov weke zindî û hemû beşên wê. Ji xwe gelek caran em di jiyana xwe ya rojanede jî, rastî pirsgirêkên wiha tên ku jiyana civakê bandor dikin û mirov dikare nimûneyan jî nîşan bike û bibêje: Ji ber ku mêr jinê lawaz dibîne hîna jî di nava her civakê û heyanî, her malê de jî çewsîneriya mêr a li ser jinê têye kirin û hîna jî têgîna çînayetî di nava civakê de têye bikaranîn û hîna jî mirovên xizan ji hêla mirovên dewlemend ve têne çewsandin û têne biçûk xistin.
Hîna jî dewletên Ewrûpa xwe navendî dikin û gelên bindest û dewletokan û bi taybet jî li Rojhilata Navîn weke dewletên siyemîn yan jî paşketî dibînin û li gorî siyaseta wan jî her wextê dikarin êrîşî ser wan bikin û wan fetih bikin. Angu dewletên mezin weke masiyê mezin ji mafê xwe dibînin ku masiyên biçûk daqurtînin û weke timsahan rundikan jî li ser wan bibarînin û bi kurtasî mirov bibêje hîna jî ew tewriya ku bûye hişmendî li ser civakê bandor dike û hîna jî civak di nava êşên pir dijwar de digevize û li bendêye ku were rizgar kirin. Lê tekez wê civak li benda Mesîhekî yan jî Mihdî zemanekî, nemîne û gerek were zanîn ku her tişta ku bi destê mirovan hatiye zaskirin wê tekez bi destê mirovan jî were xerab kirin, lê gerek were pirskirin gelo mirovên çawa û ez ê bi xwe jî bersiv bidim û bibêjim: Wê mirovên weke Rêber Apo pêşengtiya vêya bikin û ji xwe ji beriya 52 salan de destpêkirye û hîna jî; bi kelecan û coşeke pir mezin berdewam dike.
Emê li vir careke din pirseke wiha bikin û bibêjin: Gelo wê Rêber Apo bi tena serê xwe çawa heq ji pergala fînans peran derkeve û wê çawa di nava şert û mercên heyî de li girava Îmraliyê de kar û barê xwe bike û gelo çi jêre gereke? Tekez bersiva van pirsan hemûyan jî heye û gerek her, ferdek di nava vê civakê de bersiva wê bide û bibêje ku ez jî hazirim ku weke ferd civak û xwezayê ji vê qawisê xelas bibim, ji xwe weke ku me li jor jî got û tu pêxember û xwedayên taze nînin ku me xelas bikin. Naxwe yên ku perspektîfên feylesufê hemdemî Rêber Apo, bi xwînin, nasbikin û pêkbînin jî em bi xwene û erkên demê li benda mene û ji bo ku em erkên xwe bi rengekî serkeftî pêkbînin jî, gelek pîvan gerekin û ji nava wan pîvanan jî pîvana sereke xwendina dahuirandinên Rêber Apo ye û heyanî ku em xwe bi fikir û felsefa Rêber Abdullah Ocalan bi çek nekin emê, rastiya demê û pergala desthilatdar fam jî nekin.
Naxwe pîvana yekem ewe ku xwe bi çek kirin û bûna xwedî hêz, fikir û raman. Ji ber ku pergala desthilatdar xwe di nava van 5 hezar salan de kiriye weke levyethanekî pir mezin û dirinde û weke heştpiyan xwe li ser hiş, rih û bedena jin û civakê alandiye û ew kirine tora xwe de û hewildide ku wan daqurtîne û bi xwe jî biteqe. Naxwe gerek ferd û civak pir baş haj li xwe hebin, ji bo ku xwe ji jehra wê heştpiyê xelas bikin û bibin ên xwe. Weke ku Rêber Apo gotiye xwebûn û heyanî ku mirov xwe nasneke û nebe yê xwe, tekez wê nikaribe xwe ji wê tora tevlîhev û tarî weke kuna reş; xelas bike û wê di nava çerxa feleka pergala destpot û zalim de, weke goştê di nava mengenê de were hêrandin û birize. Ji ber vê gerek ew jehra ku bi navê şerbetê hatiye vexwarin, bêye ferişandin û hinav û dil werin paqij kirin, ji bo ku mirov bi dilekî rihet û wijdanekî şiyar têkoşîn bikin û ji bo ku, karibin pergala xwe ya ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê pêkbînin.
Gerek were zanîn ku ev têkoşîn tenê bi Rêberekî, partiyekê yan jî komek mirovên jîr û zana nayê çêkirin û berevajî wê bi ked û têkoşîneke kolektîf û vîna hevpar têye berhemdar kirin. Ji xwe Rêber Apo dibêje: Me dest bi serdemeke nû kiriye û em ketine nava têkoşîna komînal û civakî de (Sosyal) ji bo ku em civaka Ekolojîk, Demokratîk û li ser bingeha azadiya jinê çêbikin û bikin malê tevahî jin û civakê û weke ku têye dîtin Rêber Apo gelekî bi kelecan û coş nêzî serdema nû dibe û ji serkftina çareseriya aşîtiyane bawer dike û ji bo wê têkoşîn dike û gerek jin û civak jî baweriya xwe bi çareseriya aşîtiyane bîne û tevahî hêza xwe seferber bike. Bijî Rêberê mirovahiya azadîxwaz Rêber Apo. Bijî yekîtiya gelê Rojhilata Navîn û Cîhanê. Bijî yekîtiya jinên cîhanê yên têkoşer. Jin jiyan azadî.