Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şaredariya Qamişlo dest bi kar û xebatên xwe yên Biharê kir

24/03/2024
in Uncategorized
A A
Şaredariya Qamişlo dest bi kar û xebatên xwe yên Biharê kir
Share on FacebookShare on Twitter

Projeyên Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo yên sala 2023`an ku ji ber sedemên  avhewayê hatibûn sekinandin, careke din dewam dikin. Rêveberê Ofîsa Fenî ya Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Ednan Ehmed diyar kir ku ji bo xizmeta civakê wê kar û xebat berdewam be.

Lîloz Hisên/ Qamişlo

Bi hatina werzê zivistanê, şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo hin projeyên xwe yên xizmetguzariyê yên wekî çêkirina riyan yên sala 2023’an da sekinandin, bi destpêkirina bihara 2024’an şaredariyê careke din dest bi xebatên qedandina van pirojeyan kir.

Derbarê mijarê de Rêveberê Ofîsa Fenî ya Şaredariya Gel ya bajarê Qamişlo Ednan Ehmed ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Ji ber sedemên avahewayî xebatên projeyên sala 2023`an hatibûn sekinandin û tenê bi pileya ji sedî  40 hatin pêkanîn. Lê bi başbûna avhawayî û bi hatina werzê buharê di sala 2024`an dîsa şaredariyê dest bi xebatên xwe kir.”

Ehmed wiha axaftina xwe dewam kir: “Me xebatên xwe bi berdewamkirina danîna kevirên şikestî li taxên bajarê Qamişlo yên mane destpê kir ku bi mîqdara 5hezar  M3 bû. Projeya me ya nû destpêkirina danîna kevirên şikestî li taxa Hilko ye. Piştî bi dawîbûna vê taxê wê şaredarî dest bi taxên cuda bike weke beşa rojhilat û taxên cuda ji bajarê Qamişlo. Herwiha piştî bidawîbûna projeya danîna kevirên şikestî li taxan piştî demeke din wê bên ziftkirin. Ji xebatên projeyên me jî rêyên ku xirabbûne, ne rastin û gelek çal tê de hene wê bên sererast kirin û kevirên şikestî bên danîn.”

Ednan Ehmed derbarê projeyên 2024’an wiha got: “Gelek projeyên me yên din hebûn weke projeya qîrkirinê bi mîqada 6hezar  M3 hat pêkanîn û bi temamî proje bi dawî bû. Li bazara sebzeyan jî projeya kevirên enterlokê hat pêk anîn.

Projeyên sala 2024`an wiha ne; Projeyên pêşerojê yên hatine hildan ji bo bên pêkanîn (Dergeha rojhilat a bajarê Qamişlo, xetên avê û binesaziya herêmê) bi giştî ye her wiha projeya ziftkirinê. Herwiha 2 şaredarî girêdayî şaredariya Qamişlo hene, şaredariya Tenûriyê û Girbawî, projeyên şaredariya Girbawî bi temamî hatin pêk anîn beşek ji hêla şaredariya me û beşa din ji taybet hat pêk anîn. Şaredariya Girbawî projeya danîna kevirên şikestî beşeke jê gihaştin ji sedî 40.”

Ednan Ehmeddi dawiyê de wiha got: “Weke şaredariya Qamişlo em kar û xebatê xwe dikin û projeyên sala 2023`an berdewam dikin û li hêviyê ne ku erêkirin bê dayîn ji bo projeyên sala 2024`an dest pê bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin
NÛÇE

Daxuyaniya Ajansa Jinha derbarê êrişa sîber de: Em li ser weşanê ne em ê bêdeng nemînin

07/06/2026
Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat
NÛÇE

Yekîtiya Ragihandina Azad; Ajansa Jinhayê rastî êrişa sîber hat

07/06/2026
‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’
NÛÇE

‘Domandina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan hewldanên aştiyê têk dibe’

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.