Hemza Sêvo/ Qamişlo
DAIŞ’ê di 13’ê Nîsana 2013’an de bi destekdayîna dwleta Tirk a dagirker hate avakirin, li Sûriyê û Îraqê komkujî û kiryarên herî qirêj li ser gelên herêmê pêk anî. Di 23’ê Adara 2019’an de QSD’ê wekû kawayên serdemê zincîrên koletiya ku DAIŞ’ê dest û lingên gel bend kiribû, şikand û li Baxozê berdewamiya destaneya serkeftinê ya ku ji Kobanê destpêkiribû bi dawî kir. Tevî têkçûnê jî lê hîna xeteriya DAIŞ’ê li ser ewlehiya herêm û cîhanê didome.
Di 13’ê Nîsana sala 2013’an de Ebû Bekir Elbexdadî çeteyên DAIŞ’ê weke rêxistineke xwedî fikrekî herî xerab damezirand û têkiliyek dîrokî ya xurt di navbera van çeteyan û çeteyên Elqaida, Cebhet Elnusra de heye. Bi dirêjahiya salekê van çeteyan karîbû xew rêxistin bikin, ji derdora 81 dewletên cîhanê xwedî nasnameyên cuda xwe komî ser hev bikin û xwestin serweriya xwe li ser Îraq û Sûriyê pêk bînin. Piştî DAIŞ’ê di 10’ê Pûşbira 2014’an de Mûsil dagir kir û bi şûn de di 15’ê Pûşbira 2014’an de jî Telafer dagir kir. DAIŞ’ê piştî dagirkirina van herdu bajaran, vê carê jî berê xwe dane Şengalê û di 3’yê Tebaxa 2014’an de gelê Êzidî di komkujiyê re derbas kir. Hikûmeta Iraqê û Pêşmergeyên PDK’ê di dema êrîşê de, dest ji Şengalê berdan û jê vekişiyan. Di saetên berbanga sibehê de çeteyên DAIŞ‘ê ber bi bajêr ve pêşde çûn, çekdarên PDK‘ê ku hejmara wan bi qasî 18 hezar bûn, ber bi parêzgeha Dihokê ve reviyan, yên ku nedikarîbû bireve jî xwe spartin Yekîneyên Parastina Gel li Rojava.Gelê Şengalê û bi sedan malbatên koçber ên Mûsil û Tilefer û navçeyên ku li Şengalê diman bê çare man, tenê çiyayên Şengalê wekî rêya xilasiya ji mirinê dîtin û di bin germahiya havînê de û bi meşa li ser lingan xwe spartin çiya.Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û HPG û YJA star ji bo xilaskirina êzidiyên li çiyayê Şengalê korîdoreke mirovî vekirin. Bi sed hezaran kes ji komkujiyan rizgar kirin. Hêjayî gotinê ye ku di 13’ê Mijdara 2015’an de bi qehremanî û berxwedaneke mezin, bi pêşengiya Gerîlayên Azad, YBŞ , YPG, YPJ’ û HPG û YJA star Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bû. Piştî wê gelê Şengalê xwe bi rêxistin kir û pergala xwe ya Xweseriya Demokratîk av kir.
Berxwedana Kobanê ya efsûnî
Berxwedana Kobanê yek ji şerê herî dijwar yê ku YPJ û YPG’ê bi qehremanî li dijî çeteyên DAIŞ’ê birin lûtkeya serkeftinê. DAIŞê di 15’ê Îlona sala 2014’an de ji sê aliyan ve dest bi êrişa ser Kobanê kir, armanca wan ew bû ku di nava çend rojan de Kobanê bi temamî bixe bin serweriya xwe. Di 16’ê Îlonê de li gundên Taalak, Cubb El Ferec, Dokerman û Boraz ên rojavayê Kobanê di navbera çeteyên DAIŞ’ê û şervanên YPG’ê de şerên dijwar qewimîn. Li aliyê rojhilat jî li gundê Serzûrî, Cerin, Koberlek, Berkatak, Saronc û Qezelî şer û pevçûn çêbûn. Çeteyên DAIŞ’ê di êrîşê de tank û çekên herî giran bikar anîn û tevî hejmareke zêde ya çeteyan û bi piştgîriya nêzî 40 tankan, şervanên YPG û YPJ’ê dikarîbûn derbên giran li çeteyan bidin. Herwiha da ku çeteyên DAIŞ’ê bidin fêmkirin ku Kobanî ne mîna Mûsil, Şengal û Reqayê ye. Şer roj bi roj berfirehtir bû û hemû eniyên şer veguherîn kavilên şewitî. Piştî 134 rojan ji şerê di navbera şervanan û DAIŞ’ê de, efsaneya serkeftina Kobanê bi tîpên zêrîn tevî xwînê hat nivîsîn. Piştre jî hemleya rizgarkirina gundewarên Kobanê dest pê kir. Herwiha Minbic û Reqa, heta Baxozê. DAIŞ’ê nas kir ku têkçûna wan li Baxozê, ji şerê Kobanî dest pê kir.
Têkbirina DAIŞ’ê
Di dawiya sala 2015’an de çeteyên DAIŞ’ê 100 hezar kîlomitir ji rûbera Îraq û Sûriyê kiribû bin serweriya xwe. Herwiha di pêşveçûna kiryarên xwe yên qirêj li ser gelên herêmê û bi domdariya 2 salan, êdî qedera têkçûna DAIŞ’ê hat diyarkirin. Ji ber ku di destpêkê de Kobanê ji dest da û piştre jî Mûsil, Reqa Dêrazorê û têkçûna herî dawî li Baxozê bû.Şerê QSD’ê yê li dijî çeteyên DAIŞ’ê, ne kêmî şerê din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû. QSD’ê di çarçoveya pêngava ewlehiyê ya Şikandina DAIŞ’ê de, kampa Baxozê di 19’ê Adara 2019’an de ji destê çeteyan rizgar kir. Herwiha di 23’ê heman mehê de jî piştî 6 heftiyan hêzên QSD’ê karîn çeteyên herî xeternak li ser ewlehiya cîhanê têk bibin. Li gor malpêra fermî ya ragihandina QSD’ê di encama vê pêngavê de ji destpêka sala 2019’an heta 23’ê Adara 2019’an 1879 çete hatin kuştin. Di heman demê de 29 hezar û 600 kes ji çete û malbatên wan xwe radestî QSD’ê kirin û hejmara kesên sivîl yên ku ji kuştinê hatin xelas kirin 37 hezar kes bûn. Weke tê zanîn ku şervanên QSD’ê li ser ruyê erdê xwedî roleke sereke bûn di şikandina çeteyan de û ev yek jî bi piştgirtiya hêzên Hevpeymana Navdewletî ya asîmanî pêk hat. Piştî 7 mehan ji têkçûyîna DAIŞ’ê, dawî li hebûna serkêş û damezrînerê DAIŞ’ê; Ebû Bekir Elbexdadî jî hat. Kuştina Bexdadî di 27’ê Cotmiha sala 2019’an li bakurê Sûriyê, Idlibê bi êrişeke asîmanî ji aliyê hêzên Amerîkî û QSD’ê ve pêk hat.
Li pişt têkbirinê dûmahiya xeteriya DAIŞ’ê li ser herêm û cîhanê