Volqan Elî
Di Çardê Adara 2024’an de li Baxdeya civîneke girîng hebû. Wezîrê dewleta Tirk serkeşiya vê civînê dikir. jixwe tenê bi serkêşiya wî jî be mirov dikare texmîn bike ku naveroka wê çi ye. wekî tê zanîn Hakan Fidan serokê berê yê MİT’a Tirk bû. ev jî taybetmendiyeke din a Şerê Sêyemîn ê Cîhanê ye. niha piraniya dewletên hegemon yan jî dixwazin xwe bikin hêzên serwer ên herêmê, grûba xwe ya rêveber yan jî hikumeta xwe ji van çêdikin. Vaye ev jî yek ji van e. heta serokwezîrê ji Îraqê yê ji beriya vê Kazimî û hwd.
Ne tenê li Rojhalata Navîn, li cîhana Rojava jî vê carê taybetmendiyeke cuda dikeve dewreyê. Serokwezîrê berê yê Îngîlîzîstanê, heta Trumpê bi nav û deng ku ji ber taciz, tecawiz û teşwîqa îsyanê, sabotajê hate darizandin, demekê serokê DYE bû û niha jî berendam e. yanî di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hêzên desthilatdar, yan navêndên îstixbatatê yan jî kesên lewçe, tecawizkar, dest dirêjî kirine jixwe re dikin serok.
Li Rojhilata Navîn ji ber ku desthilatdarî timî ber bi faşîzmê dibeze, Hakkan Fidan, Kazimî (serokwezîrê berê yê Îraqê) û kesayetiyên wisa li ser civakê dibin Nemrûdên hemdem. Taybetmendiyên rêxistinên îstixbaratê tê zanîn, bi taybetî rêxistinên îstixbarî yên dewletan wisa ye. Gelek taybetmendiyên wan hene lê hin ji wan sereke ne; komplo, rehîn girtin, santaj, sabotaj, ji bo berjewendiya dewletê her têkiliya qirêj li gel hêzên cuda. Vaye niha her çendî ew ne serokwezîrê dewleta dagirker ê Tirk e jî, ev dewleta dagirker bi vê hişmendiyê bi rêve diçe. Ji ber ku di heman rêveberiyê de ye. –
Civîna ku di vê dîrokê de li gel Baxdayê hatiye li darxistin jî bi bi vê hişmendiyê hatiye li darxistin.
Em vê yekê li ku dizanin? Ji encamê biryarên vê civinê…
Bi qasî ku hatiye aşkere kirin du encamên girîng ên civînê hene: rêveberiya Îraqê dê Tevgera Azadiyê wekî rêxistineke qedexe îlan bike û yan din jî dagirkeriya Tirkiyeyê dê para ava Dîcle ku heqê gelê Îraqê ye berde. Dîsa ew ê rêya petrolê ya Kerkuk-Ceyhan veke, serbest bike. Hê gelek tiştên din jî hene lê hemû hûrgulî ne. Têne ji vê derê jî fêm dibe ku li ser gele Îraqê, heta li ser dewleta Îraqê santajek, rehîn girtinek heye. Dagirkeriya Tirk li aliyekî av û gelek tiştên din ku ji mafên xwezayî yên mirovan in, yên gelê Ereb û gelê Kurd in rehîn digire. Dibêje “eger tu li dijî Tevgera Azadiyê şer nekî, qedexe îlan nekî ez ê ji ser te avê qut bikim. Ez petrolê te bi rêyên fermî nekirim, bi rêya çeteyên mala Barzanî bikirim. Vaye rehîn girtin û santaja li ser dewleta Îraqê ev e.
Ji aliyê din ve em li amelên Tevgera Azadiyê yên li Îraqê binêrin. Çi zerer û feydaya Tevgera Azadiyê li dewleta Îraqê heye? Hedefê bingehîn ê dewleta Tirk yek jî ew e ku xwe bigihîne sînorên Milî Mîsaqa xwe ya netewe. Ev sînor çi ne? Yanî petrolên Misûl û Kerkukê. Jixwe dema ku dagirkerî xwe bigihîne van hedefan di destê Îraqê de ne Misul û ne jî Kerkûk û ne jî petrolên wê dimînin.
Niha dewleta faşîst a dagirkeriya Tirk, ji bo ku xwe bigihîne van hedefên xwe (dibe ku Tevgera Azadiye bike bahane) li ser erdên Îraqê bi sedan baregehên leşkerî û bi dehezaran leşker bi cih kiriye. Tenê hêza ku li dijî wê şer dike, Tevgera Azadiyê ye. ev Tevger li welatê Îraqê qedexe kirin tê maneya ku ev der (bakurê Îraqê-Başur) ne erda Îraqê ye. dewleta Îraqê ev plana ji bo wê xeter, qebûl kiriye. Bi fermiyeta xwe, bi ser girtî be jî, qebûl kiriye. Eger Tevger Azadiyê sûcek kiribe ew e ku erdên Îraqê parastiye. Dibe ku Tevgera Azadiyê ji bo parastina xwe û Kurdistanê ev kiribe lê di heman demê de ji bo gelê Ereb û gelên cîran jî hêzeke parastinê ye. di vê oxirê de bi hezaran şehîd daye û ji dayinê jî xwe nade aliyekî.
Gotineke gelê Tirk bi xwe heye, dibêje ‘Dawî li lîstok û komloyên Osmanî nayê’. Mînak; dagirkeriya Tirk jixwe di NATO’yê de ye. Sibê-du sibe ji Îraqê re bêje “yan tê bikevî NATO yan jî ez ê ava Dîcleyê li ser te qut bikim”. Dewleta Îraqê dê çi bersivê bide? Tê zanîn dewleta faşîst a Tirk Misilmaniya Sunî diparêze. Halê hazir Îraq jî Şîa ye. Eger Tayip di seredana xwe ya meha Nîsanê de, ji serok Mihemed Şîa Sûdanî re bêje “yan tê wekî min bibî Sunî yan jî ez ê avê li ser te qut bikim.” Îraq dikare çi bersiva heqîqî bide? Bersivê em nizanin. Bersiv li cem Îraqê ye.