Rojnameya Ronahî

21’ê Adarê roja vejîna gelên bin dest e

Hêvî Melek/Qamişlo

  Di nava gelên Arî de 21’ê Adarê Cejna Newrozê tê pîrozkirin û her diçe pîrozbahiya wê fereh dibe.Newroz, ji bo Kurdan roja jiyaneke nû û destpêkeke nû ye.Sumeya Mihemed diyar kir ku agirê Newrozê, tevî hemû zext û êrişên li ser herêmên me, agirê newrozê her sal tê pêxistin.

Di 21’ê Adara 612’an B.Z de Kawayê Hesinkar li hemberî Dehaqê zilimkar çalakiyan li dardixe, wî dikuje û li ser banê qesra wî agir vêdixe.  Agirê Newrozê, tevî hemû zext û êrişên dijminan jî,  girê newrozê her sal tê pêxistin.  Newroz cejneke neteweyî ye û nîşana serhildana Kurdan li dijî dijminan û têkbirina zilmê ye.Di serî de gelê Kurd, gelên din jî her sal li seranserê cîhanê di 21’ê Adarê de, Cejna Newrozê pîroz dikin, Buyera newrozê vedigere li qehremanê Kurd yê bi nave “Kawayê Hesinkar” tê naskirin ku li dijî qiralê bi navê “dehak”dest bi serhildanekê dike û bi ser dikeve. Dagirkerî li  Kurdistanê cejna Newroz qedexe kiribû Ji ber sedemên neteweyî û gelek sedemên din hikumetên dagirkerên Kurdistanê yên Tirkiyê, Sûriyê, Îran û Îraqê cejna Newrozê qedexe kirin.Lewra pîrozbahî bi awayekî veşartî yan jî di bin navê munesebeteke din dihat pîrozkirin.  21’ê Adarê bi kêfxweşiyeke mezin tê pêşwazîkirin û gelek amadekarî ji bo wê tên kirin mîna dirûtina cil û bergên gelerî,  komên stran û dîlanan. Herwiha di şeva Newrozê de li seranserî kolan, tax, bajar û herêmên kurdistanê agirê Newrozê tê vêxistin.

Di derbarê vê mijarê de Hevseroka TEV Çandê ya mezopotamyayê Sumeya Mihemed ji rojnameya me re axivî:

Sumeya diyar kir ku hazirtiyên newrozê di van deman de tên kirin li ser asta Bakur û Rojhilatê Suryayê û wiha got: ev 4 meh bêhtir jî hazirtî tên kirin li tevî hemû êrişên hovane yên ku li ser me tên meşandin jî hazirtiyên me ji bo Newrozê nehatin rawestandin û amadekariya newrozê jî baş tê meşandin.Ji bo cejna Newrozê me komîteyek ava kiriye û kesên ku cihên xwe di vê komîteyê de digrin ,endamên desteyê, Hîlala zêrîn û hevserokê TEV Çandê, Hin hazirkirinên me yên cejna Newrozê jî ew in ku hin hunermend jî beşdarî newrozê bibin, hem jî hin hunermend hetine hilbijartin ku beşdarî şahiya newroza li bajarê Şam û Lubnan bibin. Sumeya dazanîn ku me dixwest hin hunermendan bişînin Mexmûr û Şengal jî lê ev sînorê ku di navbera me de nahêle ku ev yek bi cih were, li tevî hemû hewildanên me yên ji bo hunermend beşdarî Şahiyên newrozê yên li Şengal û Mexmûrê bibin lê ev yek heta niha nehatiye qebûlkirin ji aliyê KDP`ê ve.

Newroz destpêka berxwedan,serhildan, têkoşîn û şoreşê ye

Hewceyî gotinê ye ku Newroza par û ya îsal hinekî ji hev cuda ye ji ber ku Remezan jî dikeve roja Newrozê de ama wê tiştek yan jî pirsgirêk li ber rojeke wisa neteweyî dernekeve. Ji ber ku Newroz, ji bo Kurdan roja jiyaneke nû û destpêkeke nû ye; heyameke ji roja zayînê ta roja azadîyê ye. Newroz an jî cejna gelê Kurd destpêka berxwedan, serhildan, têkoşîn û şoreşê ye. Sumeya da zanîn ku, li gorî texmîna min ewê cejna newrozê bi awayekî xweş were derbaskirin û tu astengî li pêşiya vê roja pîroz dernakeve û ewê her kes tevlî bibe, li gorî hazirtiyan jî hazirtiyên me heta astekî pir baş tên qedandin. Hin ji hazirtiyan govend, komên muzîkê, Hunermend, stranbêjên serbixwe, şano û skêçên derbarî newrozê de wê were pêşkêşkirin. Bernameyê ku hatiye amadekirin jî di navbera 3`ê heta 4  saetan de ye.

Agirê Newrozê, tevî zextên dagirkerên Kurdistanê, wê were pêxistin

Hevseroka TEV Çandê ya mezopotamyayê Sumeya Mihemed ragihand, Zehmetiyên ku me dikşandin di salên borî de ew bû ku 2 pêkhate tenê beşdarî newozê dibûn ew jî pêkhateyên Kurd û Ereb bûn lê îsal cihê kêfxweşiyê ye ku wê pêkhateyên Suryan, Ermen, Aşûr û Çerkes jî ewê beşdarî newrozê bibin hem bi govendên xwe hem bi stranên xwe hem jî bi cil û bergên xwe wê tevlî newrozê bibin û emê newrozê bi hev re pîroz bikin. Sumeya di dawiya axftinê xwe de wiha anî zima ji ber ku Newroz rojeke berxwedaniyê ye wê muzîkên şoreşgerî werin pêşkêşkirin, û wiha domand gelê me bi hewceyî ku mirov ji wan re moralan çêbike ji ber vê yekê daxwaza me ewe ku hunermendên yên li derve beşdarî şahiya Newrozê bibin , dema ku hunermendên ji derve werin wê gel pir kêfxweş bibin, lê ji ber hin astengiyan hunermend nikarin xwe bighînin me û zehmetiyan dikşînin lê ema hewildanên me hene ku di şahiya newrozê de nebe rojên din jî hene ku em hunermendên xwe tevlî bikin.