Rojnameya Ronahî

‘Pêngava azadiyê bi ser bixin’

Birûc Resûl/Qamişlo

Mihemed Hac Mustefa diyar kir ku bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re pêngava azadiya Rêber Apo derbasî qonaxeke nû bû. Herwiha ev qonax jî girseyîbûna kampaniya azadiyê ye û armanc ew e ku di çarçoveya kampaniya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û kampanya azadiyê bi ser bixînin.

Di çarçoveya Pêngava azadiya Rêber Apo ku bi dirûşma ‘Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ hatibû destpêkirin, di 17’ê Sibata 2024’an de, li bajarê Kolnê meş û mîtingeke mezin hate lidarxistin. Bi banga rêxistinên Kurdistanî yên li Ewropayê û dostên gelê Kurd, bi 10 hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve meşiyan û bi beşdariya bi 100 hezaran kesî jî mîtîngeke gelekî bi heybet hate lidarxistin. Ev mitîng helwesteke gelekî girîng û bi wate nîşanî tevahiya cîhanê da.

Mihemed Hec Mustesfa di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku gelê herêmê û her çar parçeyên kurdistan û cîhanê de ji bo azadiya Rêber Apo a fîzîkî tevlêbûneke pir mezin û xurt hat kirin û wiha gort: “Di meşên girseyî de, pêngava îmzekirinê, konên çalakî û giravên birçîbûnê di zîndanan de bi giştî tevgereke balkêş e ku êdî her kes daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî dike. Herwiha  li hemû dewletên din, tev rêxistinên mafê mirovan û cihên girîng li gel dewletên derve de girt û li ser encama vê pêngavê dikarin têkevin pêvajoya 2’emîn de ku ber bi têkoşîneke berdewam ve diçe, da ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî pêkbîne. Herwiha ev pêngav ne tenê bi tevlîbûna gelê Kurd bi rêve diçe. Ji ber ku di serî de dostên Kurdan dest bi vê hemleyê kirin û bandora wê li tevahiya cîhanê belavbûye û îro Rêber Apo bûye Rêberekî cîhanî û cîhan tev bi remanê Rêber Apo bawere û ji bona xwe riya xelasiyê dibîne. Herwiha wê hemleya azadiya Rêber Apo heyanî ku azadiya wî ya fîzîkî pêkwere dewam bike.

11 saziyên tenduristî û zagonî

Mihemed di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di rastiyê de gelek çalakî hatin li dar xistin. Herwiha li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi gelek meş, çalakî û mîting  ji bona azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatin lidarxistin û hîn jî ev çalakî berdewamin. Tev konên çalakiyan û pêngava komkirina îmzeyan di hemû tax, gund û bajaran de û heyanî neha zêdetirî du milyon imze hatine komkirin. Herwiha komîteya parêzeran roleke xwe ya girîng di vê pêngavê de leyist, bi riya amadekirina doseya mafgerî û zagonî ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan di komeleya dewletan de û daxwaza vekirina dîl li gorî rapirsînên mercên zagon û maf, ji bo raya giştî û rêxistinê navdewletî ku tu rawebûna zagoniya wan tune ye. Bawer dikim ku ev çalakiya mafî wê berhemeke xwe ya mezin hebe, di parastin û ber bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve biçin. Herwiha wê ev îmzeyên ku hatine komkirin ji 11 saziyên tenduristî û zagonî werin radest kirin, ev sazî jî ev in;

-Rêxistina bijîşkên bê sînor

-Rêxistina Lêbûrîna (Efû) navdewletî

-Encama mafê mirovan ya neteweya yekbûyî

-komîteya CPT ya li dijî tundiyê ya girêdayî encumena Ewropî.

-komîteya li dijî tundiyê ya girêdayî netewên yekbûyî

-Encumena Ewropî

-kovara sûc ên navdewletî

-Dadgeha dadmendiyê ya navdewletî

-Rêxistina şopandina mafê mirovan

Meşa Kolnê, pêngav derbasî qonaxeke nû bû

Mihemed bal kişand li ser qonaxa 2’emîn a pêngava azadiya Rêber Apo piştî meşa Koln û wiha got: “Bi meş û mîtînga mezin a Kolnê re hemleya azadiyê gihîşt bi sed hezaran kesî û bi vî rengî derbasî qonaxeke nû bû. Ev qonax jî girseyîbûna hemleya azadiyê ye. Hemleya azadiyê ya ku dostên gelê Kurd di 10’ê Cotmeha 2023’an de dan destpêkirin û pêşengiyê jê re dikin, bi mîtînga 17’ê Sibata 2024’an re girseyî bû û gihîşt qonaxeke nû. Em di wê baweriyê de ne ku ji niha û pê ve kampaniya azadiyê wê li her derê, li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat bi beşdariya bi milyonan mirovî hîn girseyî bibe. Li ser vê bingehê em bang li gelê xwe, dostan, jinan, ciwanan, her kesên li azadî û demokrasiyê digerin dikin ku karê xwe hîn mezin bikin, di çarçoveya hemleya azadiyê de li her derê xwe bigihînin bi milyonan mirovî û hemleya azadiyê bi ser bixînin.”

‘Em ê azadiya Rêber Apo a fîzîkî pêk bînin’

Mihemed Hec Mustefa wiha da zanîn ku Ew wekî navenda insiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Apo, li gel me pilansaziya çalakiyên cur be cur hene. Herwiha ne tenê ser pêngavan lê ema pilansaziyeke Stratejîk e. Wê ev pêngava komkirina îmzeyan heyanî 4’ê Nîsana 2024`an berdewam bike ş piştî wê em ê kar û xebatên xwe bi rêya semînerên girseyî berdewam bikin. Ji bo pênasekirina rewşa mafnasîn û tenduristî ya Rêber Apo û wiha dewam kir: “Herwiha navenda me tevlî rêxistin û kesayetên neteweyî û demokratîk di Sûriyê û cîhanê tevayî de kar û xebatên xwe berdewam dike. Da ku hejmareke mezin ji emzeyan were komkirin û gel bi riya vê yekê girêdana xwe bi Rêber Apo re û daxwazin ji bona azadiya wî ya fîzîkî raber dike û tîne ziman û heyanî ku ev yek pêkwere wê gel her li ser piyan be. Di dawiyê de em bawerin ku berxwedana gelê me wê berdewam bike û azadiya Rêber Abdullah Ocalan a fîzîkî pêkwere.