Rojnameya Ronahî

  21’ê Adarê Roja Serhildana Kurdan

Deriya Çiya/Qamişlo

Gelê Kurd li seranserê cîhanê her sal di 21`ê Adarê de, Cejna Newrozê pîroz dikin. Newroz cejneke neteweyî ye û nîşaneya serhildana Kurdane li dijî dijminan û têkbirina zilmê ye. Newroza îsal jî bi durişma “Ji Rêber Apo re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” tê pîroz kirin.

Di dîrokê de lehengên ku bi berxwedan û têkoşîna xwe bûne malê dîrokê, di dîroka kurdan de jî Newroz bi berxwedan û têkoşîna ji bo parastina vîn û nasnameyê di rûpelên dîrokê de cih girt. Agirê Newroza ku bi hezaran sal in ji bo gelên Rojhilata Navîn bûye sembola têkoşîna li dijî zilmê, îsal jî bi rihê vejînê gur dibe. Agirê Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehaq pêxistiye, bi 3 neftikên ku Mazlum Dogan pêxistine qet venemirî û heya roja îro her ku çû geştir bû. Li dijî qedexekirina Newrozê û polîtîkayên asîmîlasyonê ji Mazlum Dogan heya Sema Yuce ya gelek lehengên gelê kurd bi agirê bedena xwe ve ala têkoşînê bilind kirin û heya îro ev ala têkoşînê qet nehat xwarê. Gelê kurd, li gel êrişên tên kirin û bi kampanyaya ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin Newroza 2024’an pêşwazî dikin.

Kurte çîroka Newrozê

Cara yekê beriya mîladê bi 612 an nû-roj ji çirûska çakuçê Kawayê Hesinkar dipijiqe û dibe rêya têkoşîna li dijî zilma zaliman. Piştî êş û azarên mezin Kawayê Hesinkar li hember zilma Dehakê xwînmij serî hildide. Dehakê xwîn xwar di nava bajarê Medan de her roj ji bo jana serê xwe, serê ciwanên kurd dide jêkirin û bi mejiyê wan, jana laşê xwe derman dikir. Her diçû ev jana wî zêde dibû û bêhtir ciwanên Kurd qetil dikirin. Kawayê Hesinkar bi sebreke mezin xwe amade dike heta ku dîsa rojekê leşkerên zalim Dehak werin ber deriyê mala wî. Lê vê carê Kawayê Hesinkar destûr neda ku xwîna zarokên Kurdan bimije. Kawa li hember vê zilmê çakuçê xwe bilind dike û mirovahiyê ji qirêjiya Dehak paqij dike. Piştî Kawayê Hesinkar ev zilimkarê xwînmij bi çakûç kuşt, ji bo agahdarkirinê agir dada û ji wê demê ve pêxistina agir bû sembola serketin û azadiyê.

Lehengên ku xwe li dijî tariyê kirin ronahiya Newrozê

Têkoşîna Mazlum Dogan

Mazlum Dogan di sala 1955’an de li gundê Teman a navçeya Depe a Xarpêtê ji dayik bû. Dogan di sala 1974’an de qeyda xwe li Beşa Aboriyê ya Zanîngeha Hacettepe ya Enqereyê çêkir û di civînên Tûzlûçayir û Dîkmenên de Abdullah Ocalan û hevalên pê re bûn nas kir. Dogan ê piştre tev li xebatan bû, li Êlih, Amed û Rihayê têkoşîna azadiya gelê kurd da meşandin di 20 îlona 1979’an de li ser rêya Êlih û Mêrdînê hate binçavkirin. Dogan ê bi nasnameyeke cuda ve hatiye girtin tevî hemû îşkenceyên ku lê  hatine kirin, nasnameya xwe ya rast eşkere nekir. Piştre nasnameya Dogan hate eşkerekirin û şandin Gîrtîgeha Hejmar 5 a Amedê. Dogan di vê girtîgehê de rastî îşkenceyên giran ên derveyî mirovahiyê ya îdareya leşkerî hat û li dijî polîtîkayên “Tirkkirinê” di 21’ê Adara 1982’yan de bi sê neftikan agir berda bedena xwe û Newroz pîroz kir. Dogan bi vê yêkê kevneşopiyeke nû ya berxwedanê da destpêkirin.

Zekiye Alkan

Alkan di sala 1965’an de li gundê Akdag a navçeya Kelkîta Gumuşhaneyê ji dayik bû. Malbata Alkanê jî xizmên malbata Elî Şêr a di serhildana Koçgiriyê de pêşengtiya serhildana Koçgiriyê kiribû û hatibûn sirgunkirin in. Zekiye di sala 1987’an de Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcle ya Amedê qezenc kir. Di 21’ê Adara 1990’an, danê nîvro Zekiye Alkan li ser sûrên Amedê bi dirûşma “Bijî Newroz” agir berda bedena xwe.

 Rahşan Demîrel

Rehşan Demîrel a di sala 1975’an de li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hatiye dinyayê bi temênê xwe yê biçûk ve li gel malbata xwe koçî Îzmîrê dike. Hêj ku Rahşan biçûk bû, zext û zordariyên dewletê yên ser nasnameya xwe hesiyabû. Rahşan rojek berî Newroza sala 1992’yan astengkirina Newrozê ji kanalên televîzyonê hîn bû. Wezîrê Karên Hundirîn ê demê Îsmet Sezgîn wê demê wiha daxuyanî da: “Dê îsal Newroz neyê pîrozkirin. Yên ku pîroz dikin dê derbarê wan de çi hewce be were kirin”. Rahşan a hêj 17 salî bû piştî van daxuyaniyan di 22’yê adara 1992’yan de serê sibê ji malê dertê û derdikeve ser Kadefekaleyê. Berî ku ji malê derbikeve li ser perçeyeke kartonê wiha dinivîse: “Ez ê xwe di Kadîfekaleyê de bikim Newroz. Ez neçarim ji Newrozên Cizîr, Mêrdîn û Nisêbînê re bibim bersiv. Xwedî li min derbikevin. Ez xebarê didim Îsmet Sezgîn, dê Newroz were pîrozkirin. Bi lastîkê nebe jî  bi canê me ve were pîrozkirin”.

Bêrîevan û ronahî cîhan ronî kirin

Agirê Newrozê yê Rahşan û Zekiye gur kirine ji sînorên Kurdistanê û Tirkiyeyê balavî Elmanyayê û li wê derê jî bi agirberdana bedenên xwe yên du jinên kurd bûn peyam û li cîhanê belav bûn. Jinên şoreşger di 21’ê adara 1994’an de li bajarê Mannheîm a Almanyayê bi agirberdana bedenên xwe ve qedexeyên Newrozê yên dewleta Elmanyayê protesto kirin.

Sema Yuce

4 sal piştre ya ku bi azweriya azadiyê agirê Newrozê berdaye bedena xwe Sema Yuce bû. Yuce ya ku bi gotina “Ez dixwazin ji 8’ê Adarê ber bi 21’ê Adarê bibim pirek ji agir” di 21’ê Adara 1998’an de li Girtîgeha Çanakkaleyê agir berda bedena xwe. Yuce ya piştî çalakiya xwe bi giranî birîndar bûbû, rakirin Nexweşxaneya Fakulteyê Tipê  ya Cerrahpaşaya Stenbolê piştî 84 rojan di 17’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da.

Elefteria Fortulaki

Ji jinên ku bi agirê bedena xwe Newrozê silav kirine yek jî Elefteria Fortulaki bû. Fortulaki di 24’ê adara 2006’an de li baxçeyê Dêra Aios Agios Milanosa ya li paytexta Yewnanîstanê Atînayê, agir berda bedena xwe. Çalakiya Fortulaki nîşan da ku Newroz bûye rastiyeke gerdûnî. Elefteriya di zimanê yewnanan de tê wateya “azadiyê”. Dema Elefteria çalakiya xwe li dar xistibû zewicî bû, 2 zarokên wê hebûn. Kurê wê Ernesto 23`ê mehî, keça wê Clara jî  13 mehî bû. Fortulaki di nameya xwe ya li pey xwe hiştiye de destnîşan kir ku Paradîgmaya Abdullah Ocalan hemû jin û gelên cîhanê di nava xwe de dihewîne û wiha xîtabî Abdullah Ocalan kir: “Kes nikare roja me tarî bike”. Fortulakî da zanîn ku ew ne ji bo şer, ji ber heskirina jiyanê çalakiya xwe li dar xistiye û wiha pê de çûbû: “Azadiya gelê kurd û Serok Apo, azadiya tevahiya gelên cîhanê ye.”

KÎ NEWOZÊ PÎROZ DIKE?

Di dîrokê de, gelê Kurd wekî cejneke neteweyî Newrozê pîroz dikin ku tê de nasnameya xwe îspat dikin û kevneşopiyên xwe yên wekî lixwekirina cilên Kurdî yên filoklorî, derketina xwezayê, pêxistina agir li ser çiyan û lutkeyan şeva 21`ê Adarê, guhdarkirina stran û mûzîkên folklorî û giritna dîlanên Kurdî, pêk tînin. Lê ne tenê gelê Kurd cejna Newrozê pîroz dike, her wiha gelên Fars, Azerî, Beştûn û welatên Turkmenistan, Tacekistan, Ozbekistan, Qirxîzistan û Kazaxistanê cejna Newrozê pîroz dikin.

Li gorî UNESCO, dema niha derdorê 300 milyon kes li seranserê cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin.

Piraniya kesên li çar hêlên cîhanê cejna Newrozê pîroz dikin, cilên folklorî yên bi rengên cuda li xwe dikin ku nîşaneya bi rengên Buharê û çandên wan dike.

-Gelê Faris cejna Newrozê ku dikeve 21`ê Adarê wekî sersala Farisî dipejirînin her wiha wekî sembola serkeftina ronahiyê li dijî tarîtiyê, dihesibînin.

-Li Misirê jî Ferewniyan cejna Newrozê ankgu cejna bêhnvedanê pîroz dikirin. Her wiha dewleta Fatîmî li Misirê merasîmên cejinê li dar dixistin û bi navê “Newroza Qutbî”dihat bi navkirin.