Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li çiyayê Kizwanan dengê ku ber bi pêşerojê ve bilind dibe

17/03/2024
in Uncategorized
A A
Li çiyayê Kizwanan dengê ku ber bi pêşerojê ve bilind dibe
Share on FacebookShare on Twitter

Nûra El-Hesen a 60 salî ku li gundê Xera yê li qûntara Çiyayê Kizwanan dijî, bi stranên xwe hesreta xwe ya ji bo paşerojê têr dike, ji nifşên nû re jî dibêje: “Divê nifşên nû mîrateya me biparêzin.”

Jin bi sedsalan li axa Mezopotamyayê bûne deng û hilgirê çandê. Jinan êş, hêvî, hezkirin û gelek caran hesreta xwe bi awazan anîne ziman, her tim çanda gelê xwe derbasî pêşerojê kirine. Awazên jinan li dijî hemû zilmê deng veda û bû zimanê dîroka gelan.

Ji Çiyayê Kizwanan dengekî zêrîn

Nûra Hesen bi hestên bêrîkirinê û vegera rojên berê ji mere behsa dengbêjiya xwe dike û wiha dibêje:”Dema ku em komek ji zarokên gund ber bi çiya ve diçûn û me dest bi berhevkirina kizwanan û qirşikan dikir, bêyî hemdê me dengekî wiha ji dil ji zingiloka me derdiket. Berê ewqas şer û pevçûn, alozî û xerîbî tunebû kêfa me ji dil bû, ev kêf dibû sedem ku em wekî perperîkan bi bask bibin û bifirin, dema ku me stran digot. Ger û karê me, dem û dewrana me hemû jî bi stranan derbas dibû.”

Ne bêrîvan hene ne jî dengê stranên jinan ji çiya bilind dibin’

Nûra Hesen got ku beriya çend salan jî qedexeya bihîstina dengê jinan hatibû ragihandin û wiha behsa wê sedemê kir: “Şerê ku li Sûriyeyê çêbû, êrîşên çeteyên DAIŞ`ê yên li ser herêmê û çiyayê me çêbûn, zirareke mezin da û bandor li tevger û awayên jiyana me kir. Ne bihîstina dengê jinan ango gotina stranan û ne jî derketina cem cîranekê, her tişt hat qedexekirin. Ne dîtina rûyê me, ne jî bihîstina dengê me û ne jî meşa me, DAIŞ’ê her tişt li jinan, di bin navê îslamê de heram kir. Di bin çarçefa reş de, me yê çawa stran bigota? Ne bêrîvan man û ne jî dengê stranên jinan ji çiyayan bilind dibû, heta ku ew serdem hat bidawîkirin.”

‘Min zanibûya ew roj venagerin min ê di paşila xwe de veşarta’

Nûra Hesen da zanîn ku jibîrkirina stranên gelêrî û kêmbûna dengbêjiyê di roja me ya îroyîn de windahiyeke mezin ji kevneşopiya wan re ye û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di roja me ya îro de ne tenê stran, koçer û vedana konan û çêkirina alav û amûrên ku nîşaneya kevneşopiya me ne kêm bûne. Sedem jî ew e ku kêfa me wekî berê nemaye û civak li gorî bûyeran jiyana xwe dihûne. Civak êdî li gorî pêşketina teknolojiyê diçin û xwe wekî mirovên pêşketî nîşan didin. Di rastiyê de jî cîhana îro ne wekî ya berê ye, ax li min be xwezî bi rojên berê. Ew roj bihatina û ger me zanibûya venagerin me yê ew roj di paşila xwe de veşarta.”

Ji nifşên nû re rexneyek…

Nûra Hesen rexne li nifşên nû dike û wiha behsa girîngiya vê xalê kir: “Nifşeke wisa mezin dibe ku ji derveyî xweşikbûna bedenê û madeyên makyajê, tiştekî din girîng nabînin. Heta stranên ku dibêjin jî, stranên serdema me ya nû ne. Nifşê îro divê girîngiyê bidin van mijarên çarenûsî, rastî jî çarenûsî ye dîrok û hunera gelan divê werin parastin. Ez paşguhkirina nifşên nû ji stranên gelêrî û dengbêjiyê re rewşeke bi xeter dibînim lê ji bo wan dibe ku ev dem xweş û pêşketî be. Divê ku nifşên îro xwedî li mîrateya dapîr û bapîrên xwe derkevin.”

‘Ji bo nifşên nû divê tv û medya rolên baş bilîzin’

Nûra Hesen da xuya kirin ku di serdema me ya îro de rola çapemeniyê pir girîng e û wiha behsa xeyalên xwe kir: “Rola tv û medyayê di zanakirina nifşên me yên nû de heye. Ji ber ku êdî niha cîhan li ser înternêtê dimeşe, daxwaza me ew e ku bername û dosyayên kevneşopiya civakan nîşan dide werin çêkirin û bidin ber xwîner û tamaşevanan. Bernameyên li ser mijarên wiha hunerî, dîrokî û civakî wê encamên erênî bi xwe re bînin û nifşên îro ji dîroka xwe agahdar bin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.