Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Elî Doko; Aşiqê gel û welat bû

17/03/2024
in Uncategorized
A A
Şehîd Elî Doko; Aşiqê gel û welat bû
Share on FacebookShare on Twitter

Ronaz Silêman/Qamişlo

Elî Doko bi salên dûr û dirêj bi rihekî fedayî kar û xebat ji bo gel û welatê xwe da meşandin. Dayika Şehîd Elî Nafiya Ibrahîm diyar kir ku Elî xwe deyindarê welatê xwe didît û digot; cima heya niha xwîna me jî ji bo welat nerijyay e.

Elî Doko di sala 1979`an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye. Dibistana xwe di asta amadehî de bi dawî kiriye. Elî birayê 3 xweşkan û bavê 4 lewan bû. Elî di malbateke welatparêz û aşqê welat xwe de mezin bûye, ji bo wê hizirên azadiya welat di dilê xwe de mezin kiribû. Elî di zarokatiya xwe de dest bi kar kir. Di temenê zaroktî de Elî di ofîsa deboyên genim ya Hitîn de kar kir. Lê piştî destpêkirina şoreşa Rojava û avabûna Komînan, Elî berê xwe da xebatê Komîna taxa xwe. Di Komîna taxê de, xebatên hêza parastina cewherî dikir û tevlî hin hevalên xwe bi şev û roj parastina taxê dikir. Herwiha 2 salan di nava komîna taxê de ma. Lewra xebatên Elî ji avabûna Komîna hat dest pê kirin û têkoşîna wî berfireh bû.

Elî Doko li ser fikra Tevgera Azadiyê mezin bû

Elî li ser fikra Tevgera Azadiyê di nava malbatê de mezin bû, erka welatparêziyê girt ser milê xwe. Piştî xebateke baş di nava komînê de, xwest xebatên xwe berfireh bike, ji bo wê Elî berê xwe da Hêza Ewlekariya Hundirîn, di heman demê de demeke baş ku nêzî 2 salan jî xebat di nava Hêza Ewlekariya Hundirîn de da meşandin. Lê dema ku Erka Xweparastinê li Rojava û tevahî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat damezarandin, Elî xwest ji bo parastina axa xwe û mezinkirina xebatên xwe berê xwe bide Erka Xweparastinê. Şehîd Elî di nava Erka Xweparastinê de nêzî 7 salan xebat kiriye, herî dawî di 3`ê Çileya 2024`an de di encamê qezayeke trafîkê ku li ser rêya navçeya Til Hemîsê şehîd bû. Fermandar Elî di nava xebatên xwe de bi hizirek mezin û heybet bû.

Di derbarê jiyana şehîd Elî Doko de dayika wî Nafiya Ibrahîm ji rojnameya me re axivî.

Nafiya Ibrahîm diyar kir ku Elî di zarokatiya xwe de jîr û jêhatî bû û wiha got: “Malbata me di nava rêxistinê de mezin bûye, lewra ji zaroktî ve Elî hizkirina azadiya welat di dilê Elî de şîn bibo. Elî dema ku zarok bû zîrke bû, di nava malbatê de bi tevger û jêhatiya xwe dihat naskirin. Di demekê de rewşeke xizanî li ser jiyana me hat, bavê Elî jî jiyana xwe ji dest dabû û bar hemû bo li ser Elî, lê ev yek qet hêza me û ye Elî ne şikand. Elî her dem bi bawerî bû. Bi temenekî baş di nava kar û xebatên leşkerî de xebat daye meşandin. Ti carî tirs neketiye dilê wî de, tiştê ku ji Elî re bihata xwestin divabo pêk bîne.”

‘Elî xwe deyindarê welatê xwe didît’

Dayika fermandarê Erka Xweparastin Şehîd Elî Doko Nafiya Ibrahîm axaftina xwe wiha qedand: “Elî dixwest her dem kedekê ji bo welatê xwe bide, xwe deyindarê welatê xwe didît û digot; çima heya niha xwîna me jî ji bo welat nerijyaye. Her kes ji Elî razîbû. Elî aşiqê welat û rêxistina xwe bû û ev yek pêk anî, bû fedayê welatê xwe. Bi dil û canê xwe kar û xebat ji bo welatê xwe dida meşandin. Û em serbilindin bi şehadeta Elî, şehadeta wî li Rêberê Gelê kurd Rêber Apo û tevahî gelên azadîxwaz, li Şervanên di çeper pêş de ne û bi taybet li wan hevalên ku îro di zindana de, berxwedaniyeke mezin didin meşandin xwîna Elî li wan pîroz dikim.”

Post Views: 150
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.