Rojnameya Ronahî

Efrîn; Warê zeyton û aştiyê veguheriye navneda sûcên dijmirovî

Zana Roj/ Şehba

Bi pilangeriyeke Navneteweyî Bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê piştî 58 Rojan ji berxwedaniyê di 18’ê Adara 2018’an de ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çete yê girêdayî wê ve hat dagirkirin. Warê zeytû û aştiyê, 6 sal in di bin lepên dagirkeriyê de ye û veguheriya navnenda sûcên dijmirovî.

Herêma Efrînê yek ji herêmên  herî girîng ji Rojavayê Kurdistanê  û tevahiya Sûriyê ye, ji 7 navçe û 366 gundan pêk tê, her wiha ji sedê 97 niştecihên wê kurd in û wike herêmeke kurd a resen tî naskirin.

Efrîn bi xwe herêmeke Çiyayî ye û di milê xwezayî, dar û daristanên xwe yên ji hemû cûreyan gelekî zengîne. Bi taybet bi darên Zeytûnê navdare û di Kurdistanê de bi warê zeytûnê tê naskirin. Gelê Efrînê di aliyê aborî de piştpêrastkirina xwe li ser berhemên zeytûnan e û ev dibe weke jêdareke fermî ya gel û herêmê. Herêma Efrînê ji sedî 90 ji darên zeytûnê pêk tê û li gorî ku hatibû tesbîtkirin nêzî 19 milyon darên zeytûnan beriya dagirkeriyê li Efrînê hebûn.  Sûriyê di aliyê berhemdana Zeyta Zeytûnan di cîhanê de di rêjeya 6’mîn de dihat naskirin. Lê belê ev yek piştî dagirkirina Efrînê nema û bi hezaran ji darên zeytûnan yên ku temenê wan zêdetirî 500 sal e hatin qutkirin û talan kirin.

Efrîn piştî Şoreşa 19 ê Tîrmehê û bi îlankirina Rêveberiya Xweser bû herêma herî ewle û serbixwe, gelek koçberên Sûriyê pêşwazî kirin û xwedî kirin. Efrîn li ser esasê îdeolojiya azadiyê û paradîgmeya demokrasiyê hemû ol û netew bi hev re li ser esasê wekheviyê jiyan dikirin, her wiha Efrîn di demeke kin de karîbû bibe  herêmeke pêşketî him di aliyê aborî him jî di aliyê pir rengiya ku di nava xwe de dihewand.

20’ê Çileya 2018’an û destpêka êrîşên dagirkeriyê

Herîma Efrînê ji ber girîngiya cihê wê ya stratrjîk, zengînbûna sererd û binerda wê, her wiha ji bo têkbirina rengê Rêveberiya Xweser û qirkirina gelê Kurd, dagirkeriya Tirk û bi hevkariya komên çeteyan yên girydayî wê bi pilaneke navnetewî di 20’ê Çileya 2018 an de êrîşa qirkirinê ya bi navê (Şaxa Zeytûnê) li ser gel û herêma Efrînê de pêk anî. Di 20 ê Çile de dagirkeriya Tirk 72 balafirên şer li ser esîmanê herêmê de rakirin, navenda Efrînê tevî 7 navçeyên wê bi hovîtiyeke herî dijwar hatin hedefgirtin. Di êrîşên dagireriya Tirk de faşîzma Tirkiyê bi teknîkên kujer yên herî pêşketî herêma Efrînê armanc kir. Faşîzma Tirkiyê di êrîşên xwe de tavahî gelên sivîl armanc kir û bi sedan komkûjiyên bi belge pêk anîn.

Berxwedana Serdemê

Berxwedaniya herêma Efrînê bi Berxwedana Serdemê hat pênasekirin. Ji ber Efrîna biçûk ya ku di gelek welatên cîhanê de nedihat naskirin hêza 2’emîn di NAT’ê de bi hemû çek û teknîkên xwe yên serdemê êrîşî wê kir. Ji van êrîşan wêdatir gelê Efrînê tev şervanên xwe ve destana berxwedaniyê ya gelê Kurd careke din ji dunayê re nivîsandin. Berxwedaniya Efrînê ya ku 58 rojan domandiya yekemîn car bû ku di cîhanê de têkoşîna hebûn û nebûnê li hember hêzeke cîhanî tê raber kirin. Di oxira vê berxwedaniyê de bi hezaran gel, şervan û zarokên bi çûk şehîd bûn. Qelenê welatparêziyê giran bû û diviya bû li ber her dareke zeytûnê şervanek bihate zayîn. Ji ber vê yekî jî li hember dagirkeriyê û komên çeteyan dayîkên Efrînê tevî şervanên xwe bûn mertalên zindî.

Piştî berxwedaniya 58 rojan 300 hezar kes koçber bûn

Berxwedana gelê Efrînê ya ku 58 rojan li ber xwe daye, di encama biryarên navnetewî ya  pêkanîna qirkirineke giştî gelê Efrînê bi darê zorê mecbûr ma ji Efrînê derkeve û berê xwe bide herêma Şehbayê ya ku weke gundewarên Bakurê Helebê tê nas kirin bibin. Zêdetirî 300 hezar kes ji gelê Efrînê koçber bûn, piraniya gelê Efrînê li herêmên Şehbayê, Til Rifet, gundewarên navçeya Şêrawa ya girydayî bajarê Efrînê her wiha beşek ji malbatên Efrînê berê xwe dan herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Li herêma Şehbayê 5 kampên derbiderên Efrînê hatin avakirin (Kampa Berxwedan, Serdem, Veger, Efrîn û Şehba). Bê guman li tavahî gundên herêmên jî ev gel bi cih bû.

Herêma Şehbayê di sala 2016’an ji aliyê hêzên YPG û YPJ ê ji bin destê terora DAÎŞ ê hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê jî ev herêm ji aliyê hêzên Rêveberiya Xweser ve dihate parastin û bi rêve birin. Rêveberiya Xweser û gelê Efrînê di bin şert û mercên zehmet yên pêvajoya koçberiyê de xwe cereke din birêxistin kir û qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê destpêkirin. Di qonaxa duyemîn de xwe bi rêxistinkirin; ji tavahî cîhanê re hat îsbat kirin ku  tavahî xebat û jiyana ku bê meşandin wê ji bo vegera ser axa Efrînê be û dest ji dozê wê neyê berdan. Lê kêlek ku gelê Efrînê xwe li herêma Şehbayê birêxistin dikir, dagirkeriya Tirkiriyê û komên çeteyan di Efrînê de dest bi talan kirin û qirkirina çandî kir.

Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan di dîroka 18’ê Adara 2018’an de serweriya xwe li ser Efrînê îlan kirin û êdî dest bi guhartina demografîk, kuştin, revandin, talankirin, qirkirin û destdirêjiya li sererd û binerdê wê kirin û zêdetirî 400 hezar kes li Efrînê li şûna gelê resen hatin bicih kirin.

Di 6 salan de li gorî belgeyên Rêxistina Mafê Mirovan Efrîn- Sûriye ev hatine tesbîtkirin.

Di 6 salan de 784 kes hatine kuştin

Dagirkeriya Tirkiyê û komên çeteyan bi dirêjahiya 6 salan ji dagirkeriyê di herêma Efrînê de, zêdetirî 683 kes hatin kuştin, li gorî ku hatiye belgekirin ji wan 65 kes di bin îşkenceyê de hatine kuştin. Her wiha 101 jin û keçên temen biçûk hatine kuştin ji wan 10 jin xwekuştin û 74 jin jî di encama destdirêjiya cinsî de katine kuştin.

Revandin

Komên çeteyan di Efrînê de gelek rê û rêbazên revandinê li ser gelê resen yên herêmê pêk anîn. Ji kal û pîran bigire heyanî zarokên biçûk bi hincetên cuda dihatin revandin û ji bo serbestberdana wan berdêl ango baceyên darayî dixwastin. Zêdetirî 9 hezar û 118 kes hatine revandin, ji wan hezar û 15 jî jin û keçikên temen biçûk in, her wiha çarenûsa 300 jin heyanî vê kêliyê ne diyar e.

Malên mêtîngeriyê

Dagirkeriya Tirkiyê bi serweriya xwe li ser herêmê ji yekemîn gavên ku avêtine guhartina demografiya herêmê bû, bê guman ev guhartina demografî di gelek aliyan de hatin pêkanîn. Yek ji wan gavan jî avakirina malên mêtîngeriyê ye. li gorî Rêxistina Mafê Mirovan di gîştî herêma Efrînê de ji destpêka dagirkirinê de zêdetirî 32 mal û kampên mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev malên mêtîngeriyê bi destekdayêna Rêxistinên Erebistanê yên (Xelîcî), Filistînî, Kiwêtî û Qeterî hatin avakirin.  niha hejmara Ereban û malbatên çeteyan nêzîkî 900 hezar kirin e, bi giştî rêjeya Ereban di Efrînê de jisedî 77 derbas kiriye û Kurdên resen ji sedî 20 tenê mane.

Qutkirin û şewitandina daran

Efrîna ku bi xweza, demsalên xwe yên fêkiyan, dar û daristan  xwe yên zêde dihat naskirin. bi dagirkeriyê re xwezaya Efrînê bi taybet hat talan kirin. dagirkeriya Tirkiyê bi hezaran ji darên zeytûnan ji binî de hilkirin û derbasî sînorên Tirkiyê kirin da ku li wir berhemên zeytûnan bigire. Komên çeteyan û faşîzma Tirkiyê darên hemwelatiyên resen li pêşiya çavên wan qut kirin û bi wan daran tîcareta êzingan kirine. her wiha zevî û darên kesên ku koçber bûne bi temamî hatin desteser kirin û qutkirin. Li gorî ku hatiye belgekirin di 6 salan de zêdetirî 400 hezar darên bi berhem û daristan hatine qutkirin û 15 hezar darên bi berhem jî hatine şewitandin. Her wiha bi hezaran darên daristanan û zeviyên çandiniyê hatine şewitandin.

Talankirina şînwaran  

Cihên dîrokî yên Efrînê bi temamî ji aliyê faşîzma Tirkiyê û komên şeteyan ve hatin talankirin. Ev talankirin bi armanca diziyê û talankirina dîroka kevnar hatin kirin. zêdetirî 75 Tilên dîrokî hatin talankirin û xirabkirin, her wiha zêdetirî 59 cihên dîrokî û zêdetirî 28 mezelên olî û gorên kevnar hatin talankirin. Ji navdartirîn cihên ku hatine talan kirin (perestgeha Ayîn Dîwar, Şikefta Duderî, Gora Mar Maron û Nebî Hurî).

Polîtîkeyên guhartina demografî

Ev belgeyên ku tavahî pîvanên navnetewî û mirovî binpê dikin, di van xalan de guhatina demografiya herêm û nasnameya herêmê nehat sekinandin. Di bin bêdengiyeke navnetewî de faşîzma Tirkiyê xwest herêma Efrînê weke herêmeke Tirkî bide nîşan kirin. ev yek jî bi ferizkirina zimanê Tirkî, leyreya Tirkî, guhartina navên gunan, dukan, dibistan, rê û çarxereyên Efrînê, nexweaşxane û guhartina nasnameyên hemwelatiyan hat kirin.

Di navenda bajarê Efrînê de hemû navên dukanan û cihên fermî bûn Tirkî. Mînaka wê jî Hola Azadî bû (Etetur), çarxereya Newroz bû (Salah El dîn), Çarexereya Watanî bû (18’ê Adarê), çarxereya Kawayê Hesinkar bû (Şaxa Zeytûnê). Her wiha li tavahî herêmê bi zimanê Tirkî dibistan û zanîngeh hatin vekirin, û li ser cil û dibistanan ala Tirkiyê hatin rakirin.

Ferizkirina ola Îslamî li ser Êzîdiyên Efrînê

Li gorî peymanên navnetewî û mîsaqên USE azadiya olan û baweriyan heye. Lê faşîzma Tirkiyê û komên çeteyan gelê Êzîdî bi darê zorê dikin ku bibin musliman û dev ji baweriyên xwe berdin. Her wiha mezel û cihên baweriya ola Êzîdî hatin talankirin, bi vê yekê dagirkeriya Tirkiyê pîvanên navnetewî binpê dike.

`Tavahî belgeyên ku hatine kirin, Tirkiyê zagonên navnetewî binpêkiriye`

Girydayî salvegera 6’mîn a dagirkirina Efrînê ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve, her wiha kiryarên ku tên pêkanîn Parêzer Cibraîl Mistefa ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Dagirkeriya Tirkiyê di Efrînê de dewleteke dagirker e û ni armanca qirkirina gelê Kurd û pêkhateyên ku tê de jiyan dikirin derbasî Efrînê bûye. bê guman ev pilanên Faşîzma Tirkiyê yên demdirêjin û xwest bi vê yekê hebûna xwe li ser tunebûna gelê Kurd bide avakirin. li gorî zagonên navnetewî û tûziknameyên cîhanê bi taybet li gorî hevpeymana Layahî ya sala 1907 diyar dike ku erk û misyona dsgirkeriyê di herêma ku dagir dike de çi ne. di nava wê peymanê de divê hemû maf û hiquqên hemwelatiyên resen bên parastin, her wiha divê herêm ji dîroka xwe neyê durxistin û parastina dîroka herêmê bê kirin. Lê tişta ku heyanî niha hatiye belgekirin diyar dike ku dagirkeriya Tirkiyê tavahî zagonên navnetewî derbas bike”.

`Pêşeroja Efrînê di metirsiyê de ye`

Cibraîl diyar kir ku ger dagirkeriya Tirkiyê bi vê awayî berdewam bike pêşeroja Efrînê di metirsiyê de ye û wiha got: “Mixabin heyanî vê kêliyê û rûxmî hemû binpêkirin, kiryar, guhartina demografî û sûcên şer ku tên pêkanîn. Lê Civaka navdewletî û bi taybet Desteya Neteweyên Yekbûyî li hember Tirkiyê tu bertek nîşan nedaye û weke dewleteke dagirker jî nehatiye diyar kirin. bi derbasbûna 6 salan ji dagirkeriyê û berdewamiya siyaseta qirkirina gel û nasnameya gelê Kurd û ya herêm Efrînê, divê her kes di wê zanebûnê de be ku pêşeroja Efrînê Çiyayên Kurmênc di metirsî û xeteriyê de ye.”