Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Çarenûsa 3102 Êzidiyan ne diyar e

04/08/2018
in Uncategorized
A A
Çarenûsa 3102 Êzidiyan ne diyar e
Share on FacebookShare on Twitter

Li gorî daneyên fermî yên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê re tevî kuştina bi hezaran Kurdên Êzidî, 6417 Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin. Ji wan 3315 kes hatin rizgarkirin, aqûbeta 3102 Êzidiyan jî nayê zanîn.

Li gorî daneyên dawî yên saziya pêwendîdar a Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, aqûbeta 48,3 ji sedî ya Êzidiyên di dema Qirkirina Şengalê de ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin hîn nayê zanîn.
Li gorî daneyên fermî yên Rêveberiya Başûrê Kurdistanê, bi êrîşên qirkirinê yên 3’ê Tebaxa 2014’an ên li Şengalê re li gel kuştina bi hezaran Kurdên Êzidî, 6417 Êzidî ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.
Endamê Rêveberiya Karûbarên Êzidiyan a Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Başûrê Kurdistanê Xeyrî Bozanî li ser rewşa dawî ya Êzidiyên hatin revandin agahî da.
Bozanî diyar kir ku ji 3’ê Tebaxa 2014’an heta 1’ê Tebaxa 2018’an, ji 6417 Êzidiyên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin revandin, 3315 kes hatine rizgarkirin. Bozanî da xuyakirin ku çarenûsa 3102 kesên hatine revandin, yanî 48,3 ji sedî yên di destê DAÎŞ’ê de ne, nayê zanîn.
Daneyên dawî yên “Rêveberiya Karûbarên Êzîdiyan” ku Neteweyên Yekbûyî jî bi fermî ew pejirandiye, wiha ne:
– Hejmara Êzidiyên li Iraq û Herêma Kurdistanê bi texmînî 550 hezar e.
– Hejmara Êzidiyên dema êrîşa DAÎŞ ji 3’yê Tebaxa 2014’an ve de penaber bûne, 360 hezar e.
– Hejmara Êzidiyan li Iraq û Başûrê Kurdistanê koçber bûne 100 hezar e.
– DAÎŞ roja pêşî dema ku êrîş bir ser Şengalê 1293 kesên Êzidî şehîd kirin.
– Heya niha 69 gorên komî li Şengalê hatine dîtin, bi dehan gorên takekesî jî hene.
– Gava DAÎŞ êrişî Şengalê kir 68 perestgeh û mezel û cihên olî yên Êzidiyan hatine teqandin û xera kirin.
ZAROKÊN BÊ DÊ
Û BAV MAN
Bi giştî 2745 zarokên Êzidî bê dê û bav bûne.
– Zarokên bê bav mane: 1759
– Zarokên bê dayik mane: 407
– Zarokên bê bav û dayik bûne: 389
– Zarokên hê jî bav û diya wan di destê DAÎŞ’ê de ne, yan jî nehatine azadkirin: 220
HEJMARA ÊZIDIYÊN JI ALIYÊ ÇETEYÊN DAÎŞ’Ê VE HATINE REVANDIN
Bi giştî 6417 kes hatine revandin.
– Zilam : 3548
– Jin: 2869
HEJMARA ÊZIDIYÊN JI DAÎŞ’Ê HATINE
RIZGARKIRIN
Bi giştî 3315 kes ji destê DAÎŞ’ê rizgar bûne.
– Ji jinan 1155 kes rizgar bûne.
– Ji mêran 337 kes rizgar bûne.
– Ji zarokên keç 953 kes rizgar bûne.
– Ji zarokên xort 870 kes rizgar bûne.
DÎLGIRTIYÊN AQÛBETA WAN NAYÊ ZANÎN
Bi giştî 3102 Êzîdî nehatine rizgar kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.