Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
in JIN
A A
Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
Share on FacebookShare on Twitter

Solîn Mihemed/ Qamişlo

Jinên ku bi salan tekoşînekên mezin di nava civakê de dabûn meşandin mîna Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê ku di 20’ê Hezîrana 2023’yan li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê di encama êrişeke drone yên dewleta Tirk de şehîd ket in.

Her jin ji destpêka jiyana xwe heya mirina xwe di nava têkoşîn, kar û xebatan de ye. Yek ji van jinan jî ku di destpêka jiyana xwe de di nava têkoşîn û kar û xebatên cuda de civak didan meşandin, ev jin jî mîna Yusra Derwêş û Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) ku di 20’ê Hezîrana 2023’yan de ji aliyê dewleta Tirk ve hedef hatin girtin.

Şehîd Yusra Derwêş jineke ku tekoşîneke mezin di nava civakê de daye meşandin. Yusra di îlona 1971’ê de li rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Weke hemû zarokên welatê xwe wê jî bi zimanê biyaniyan û di bin siya bişavtinê de dibistan xwendiye.

Bi van taybetmendiyên xwe yên ji zaroktiyê ku di çavên wê de pêşengî diyar bû. Her wiha wê her tim li hemberî paşverûtiyê şer kir û ji jinên ku li zanistê digerin re bû pêşeng. Ew di biçûkaniya xwe de jîr bû, heya ku mezin bû jî ew jîrbûna xwe di pêşeroja xwe de da meşandin.

 Têkoşîna Yusra Derwêş

Şehîd Yusra Derewêş siyasetmedar, perwerdekar û têkoşereke kurd a naskirî ku li Rojavaya Kurdistanê bû. Wê salên dirêj di perwerdeyan de xizmet kir û perwerdeyên ziman dida meşandin û roleke pir girîng di avakirina perwerdahiya zimanê Kurdî de lîst.

Têkoşîna Yusra di qada perwerdeyê ya Amûdê de sînordar nema. Ji bo pêkanîna guhertineke giştî di civakê de û avakirina pergaleke xweser a demokratîk cihê xwe di komîn û meclisan de jî digire. Her wiha yek ji damezrînerên Rêveberiya Dibistanan a Amûdê bû. Di salên 2012’an û 2013’an de wekî hevseroka Meclisa Amûdê kar kir. Di heman demê de roleke pêşeng di rêxistina civakê ya di aliyê bîrdozî pêk anî, pişt re bû hevseroka saziya perwerdeyê ya Amûdê.

Piştî ku Yusra xebatên perwerdeyê qedand, piştire berpirsyariya Hevserokatiya Encûmena Kantona Qamişlo girt ser milê xwe û ji bo xizmeta gel û birêxistinkirina civakê di wî warî de xebitî û kar û xebatên giranbuha dane meşandin. Ew weke jineke pêşeng di nava şoreşa Rojava de pêşengtiya maf û rêxistinbûna jinan kir.

Di 20’ê Hezîrana 2023’yan de dema ku ew di serdaneke fermî de bû, li ser rêya Qamişlo û Tirbespiyê di encama êrişeke drone yên dewleta Tirk de li gel cîgira xwe Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş) û şofêrê wan Firat Tûma şehîd ket.

Jiyan û tekoşîna Rihan Amûdê (Leyman Şiwêş)

Şehîd Leyman Şiwêş jineke ku li Rojavayê Kurdistanê li bajarê Amûdê ku di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû û mezin bû. Leyman ji biçûkaniya xwe heya roja şehadetê jiyaneke tijî berxwedan, têkoşîn û fedakariyê derbas kir. Ew nêzî 38 salan bê rawestandin ji bo azadiya Kurdistanê û rûmeta jinê şer kir.

Ew hîn di temênê biçûkaniyê û ciwaniya xwe de, polîtîkayên zilm û qirkirinê yên li ser gelê kurd û bindestiya jinê li ber çavên wê bûn. Vê yekê hişt ku ew zû bi zû rastiya welatê xwe nas bike û tîbûna azadiyê di dilê wê de şîn bibe.

Di destpêka salên 1990’î de dema ku Leyman Şiwêş hîn jineke pir ciwan bû, biryara herî mezin a jiyana xwe da. Ji bo ku bibe dengê jinên azad û welatekî serbixwe ava bike, êdî tevlî nava refên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Wê jiyana siyasî li dû xwe hişt û berê xwe da qadên dijwar yên şoreşê.

Leyman li gelek qadên cuda yên Kurdistanê û derveyî welat xebatên mezin meşandine. Her wiha ew gerîlayeke jin bû ku li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê têkoşiya û di felsefeya azadiya jinê de bû pispor. Di heman demê de li herêmên wekî Mexmûr, Şengal û Silêmaniyê di nav gel de xebatên birêxistinkirina jinan û civakê bi rê ve dibir.

Demekê jî Leyman li Ewropayê di qada dîplomasî û rêxistinbûna kurdistaniyên derveyî welat de cih girt. Her wiha li herêma Mehabadê jî ji bo hişyarkirina civakê ked dida.

Piştî destpêkirina Şoreşa Rojava di 19’ê Tîrmehê de, Leyman Şiwêş weke şoreşgerekî xwedî tecrubeya 30 salî vegeriya li ser axa xwe. Wê li bajarên Kobanê, Efrîn, Qamişlo û Minbicê keda herî mezin da. Êdî wê di avakirin û pêşxistina tevgera jinan Kongra Star û Yekîtiya Jinên Ciwan de mîna mamosteyek û wek pêşengiyekê kar û xebat dane meşandin.

Di dawiyê de jî ew weke Cîgira Hevserokatiya Encûmena Kantona Qamişlo hate hilbijartin. Wê heya nefesa xwe ya dawî jî li ser piyan û di nav kar de xebat dikirin.

Şehîd Leyman Şiwêş di sala 2023’yan de dema ku diçû serdana saziyên gel di encama êrişeke drona dewleta Tirk de gihîşt mertebeya şehadetê û bû mîrateyeke nemir ji bo tevahî jinên kurd.

Yusra Derwêş û Leyman Şiwêş tekoşînên pir mezin û giranbuha di Rojavayê Kurdistanê û her wiha derveyî Rojavayê Kurdistanê dane meşandin. Ew jinên ku bi ked û îradeya xwe civak didan meşandin û parastina destkeftiyên jinan jî dikirin. Ev bû 4 sal jî lê heya niha hîn tekoşîna ku dane meşandin li ber çavan e.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.