Solîn Mihemed/ Qamişlo
Mahmûd Tewfîq yek ji stûnên herî girîng ên edebiyet, rojnamevanî û ronakbîriya kurdî bû ku navê xwe di rûpelên dîroka Kurdistanê de nivîsand. Ji ber keda di parastina çanada Kurdî de wekî parêzvanê çanda Kurdî dihat binavkirin.
Mahmûd Tewfîq nivîskar, rojnamevan û rewşenbîrê Kurd bû ku wî cihê xwe di dîrokê de hêla. Pîremêrên di nava civakê de kesekî ronakbîr, pêşeng, dilnizm û xizmetkarê gel bû. Ew ne tenê helbestvanek bû, lê di heman demê de bav û kalê civaka Silêmaniyê û parêzvanê çanda kurdî bû.
Îro 76 sal li ser wefata Mehmûd Tewfîq re derbas dibin, ku heya roja îro jî hîn helbest, stran û nivîsên wî di dil û mejiyê her kurdekî de ye.
Kurte jiyana Mahmûd Tewfîq
Navê Pîremêrd yê rasteqînî, Tewfîq e. Tewfîq Kurê Mehmûd Axayê kurê Hemze Axa bû. Ew li bajarê Silêmaniyê di sala 1867’an de ji dayik bûye û çavên xwe li cîhana ronahî vekiriye. Ji aliyê malbata wî ve navê Tewfîq lê hatiye kirin.
Pîramêrd yek ji helbestvanên nûjen ên pêşîn ên helbesta Kurdî tê dîtin û helbestên wî bi rexneyên tund ên bûyer û diyardeyên siyasî, edebî û civakî yên ku di serdema wî de qewimîne têne taybetmend kirin.
Wî gelek berhem û helbest li ser bedewiya xwezayê, azadiya gel û neteweyan, bi taybetî neteweya xwe ya Kurd û welatê xwe Kurdistan û li ser rizgariya gelê xwe yê Kurd û gelên bindest ji serdestiya hêzên dagirker û kolonyalîst nivîsandin û pêşkêş kirin.
Pîramêrd zarokatiya xwe li bajarê Silêmaniyê derbas kir û xwendina xwe ya seretayî dema ku ew ne zêdetirî 7 salî bû, bi xwendina Qurana Pîroz dest pê kir. Piştre ew serdana gelek dibistanên olî yên li Kurdistanê kir, di wan dibistanan de pirtûkên bi Kurdî, Farisî û Erebî xwend in û fêrî Farisî û Erebî bû.
Paşê wî gelek helbest çêkirin û nivîsandin û bi dengê xwe li ber raya giştî di bûyerên edebî, neteweyî û welatparêzî de wek pîrozbahiyên Sersala Kurdî Newroz xwend, heta ku nav û helbestên wî li piraniya Kurdistanê belav bûn.
Di sala 1882’an de, pîremêrd bû sikreterê yekem li dadgeha bajarê Sileymaniyê li Kurdistanê.
Di sala 1895’an de, pîremêrd bû cîgirê dadwerê peywendîdar li bajarê Kerbela yê Iraqê.
Di sala 1898’an a piştî zayînê de, pîremêrd çû bajarê Stenbolê yê Osmanî û li wir berpirsên Parlamentoya Osmanî fêm kirin ku pîremêrd bi zimanê Farisî baş dizanibû, ji ber vê yekê wî ew wek endamê Parlamentoya Osmanî tayîn kir. Piştre li Fakulteya Hiqûqê ya Stenbolê qeyd bû, xwendina xwe ya bilind li wir temam kir û bû parêzer û paşê jî li Stenbolê ofîseke hiqûqî vekir.
Di sala 1908’an de, pîremêrd bi komek rewşenbîrên Kurd re beşdarî damezrandina “Komeleya Hevkarî û Pêşveçûna Kurdistanê” li bajarê Stenbolê ku yê Osmanî bû û bû berpirsiyarê rojnameya ku li ser navê komeleyê diaxivî.
Di sala 1909’an de, pîremêrd ji aliyê rayedarên Osmanî ve wekî waliyê bajarê Colemêrg ê girêdayî parêzgeha Hekariyê hat tayînkirin.
Di sala 1918’an de, ew ji bo bajarê Osmanî “Amasya” hate veguhastin û wekî waliyê bajarê “Amasya” hate tayînkirin.
Pîremêrd di sala 1923’an de vedigere cihê jidayikbûna xwe ya li bajarê Silêmaniyê.
Di navbera salên 1926’an û 1950’î de, pîremêrd li bajarê Silêmaniyê du rojnameyên Kurdî, rojnameya “Jiyanewe” û rojnameya “Jîn” çap kirin.
Dengvedana wî
Pîremêrd, di dema feqîtiya xwe de, li gelek bajar û medreseyên Kurdistanê geriyaye. Kesên curbecur dîtin e. Dema di dibistanan û dîwanan de bi dengê xwe yê zelal helbestên xwe dixwendin, şewqekî guhertî dida guhdaran. Di ciwaniya xwe de nav û dengê wî belavî Kurdistanê dibû û di giraniya deverên Kurdistanê de dihat nasîn. Di heman demê de êdî pîremêrd bi helbest û nivîsên xwe yên kurd û Kurdistan di nav welat de deng veda.
Newroz li ba pîremêrd
Cejna Newrozê li ba Pîremêrd, ne tenê hatina biharê bû, lê belê sembola şiyarbûn, yekîtî û zindîkirina nasnameya neteweyî ya kurd bû. Pîremêrd wekî bavê Newroza modern a Başûr tê qebûlkirin, ji ber ku wî ev cejn ji çarçoveya malbatekê derxist û kir cejneke girseyî û neteweyî.
Berî Pîremêrd, cejna Newrozê li Başûrê Kurdistanê bi awayekî girseyî nedihat pîrozkirin. Pîremêrd bi destê xwe her sal gel li ser girê Mamîyarê yê Silêmaniyê kom dikir, agirê Newrozê dadida û civak li dora vê cejna neteweyî yekbûyî dikir. Ji bo wê pîremêrd di sala 1948’an de helbesta xwe ya navdar “Newroz” nivisand. Ev helbest paşê bû sirûda fermî ya vê cejnê ku îro jî di hemû şahiyan de bi coş tê gotin.
Bandora pîremêrd li ser cîhanê
Pîremêrd li ser cîhana hunerî ya kurdî xwedî bandoreke xwe ya gelekî kûr û bi bandor bû. Her çend ew bi xwe wekî nivîskar, rojnamevan û helbestvanek dihat naskirin, her wiha berhem û kesayetiya wî bûne çavkaniyeke mezin a îlhamê ji bo muzîk, şano, sînema û hunerên dîtbarî yên kurdî.
Gelek helbestên wî yên ku bi zimanekî sade û muzîkal hatine nivîsandin, ji aliyê gelek hunermendên cuda ve hatine strandin. Ji ber xwşbûna helbestên wî, gelek kesan xwe fêrî helbestên wî kirin û bi awayên cuda strandine ku êdî stranên wî di dîrokê de bûn xwedî cihekî girîng û navdar.
Çûyîna pîremêrd
Pîremêrd ji temenê biçûkatiya xwe heya dawiyê, ji gelê xwe re xizmeteke gelek qenc pêk aniye. Di sala 1950’yî de li bajarê Silêmaniyê di temenê 83’yan de koça dawî kir û li goristana heman bajarî radestî gora pîroz kirin.
Bandora mîrasê wî li ser cîhanê, rûdoneke dîrokî ya mezin bû ku xelkê Kurdistanê xiste şîneke kûr. Lê belê, mirina wî ne wekî xeteke dawiyê, mîna destpêka belavbûna raman, çand û nasnameya kurdî di asta navdewletî û cîhanî de hat qebûlkirin.
Pîremêrd her sal di navbera 15 û 19’ê Hezîranê de li ser gora wî ya li Girê Mamîyarê ya Silêmaniyê merasîmên fermî û gelêrî tên lidarxistin. Di van rojan de, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û berpirsên çandî li ser gora wî kom dibin. Helbestên wî tên xwendin, li ser rola wî ya di edebiyat û rojnamevaniyê de gotar û panel tên pêşkêşkirin. Her wiha li gelek bajarên din jî her sal ji aliyê gelek kesan ve tê bibîranîn.
Hinek berhemên Pîremêrd
Mawlawî kurd (ji hewramanî wergerandiye soranî), 1935
Trajediya Mem û Zîn a Ehmedê Xanî, 1935
Çîroka 12 suwariyan ji Merîwanê, 1935
Xirmaî Kay Kon, Jiyan, 1936
Galte û gep-Berhevka folklora kurdî, 1947
Kemançejen (wergera ji Tirkî)
Mewlana Xalid Neqşîbendî
Besaranî (ji hewramanî wergera soranî)
Encamî piyawî bengkêş, tebax 1941
Zoremilî milşikanîle dûwaye, tebax 1942
Felesefey kiçe kurdek, tebax 1942
Mehmûd Axa, 1942






