Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
in JIN
A A
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
Share on FacebookShare on Twitter

Emel Welat

Ez bi coş û kelecan dest bi nirxandina, xwe dikim û dibêjim: Tekez pêdivî heye ku careke din were zanîn ku ti kar û xebat, wê bêyî jinan serkeftî nebe. Ev peyva min jî wiha xweber û ji rêzê nîne û pêdivî heye ku em di serî de, weke jin û ciwan di derheqê pêvajoyê de xwe diber çavan re derbas bikin û rexnedayîna; xwe jî bidin ez çima wiha dinirxînim ji ber ku em rastiya xwe, nabînin û her em dibêjin: Dewleta Tirk me dixapîne û nayê çareseriyê lê dema ku em jj xwe pirsbikin, emê bibinin ku me jî ti karekî baş û xurt nekiriye ku em; destekê bidin Rêber Apo û me xwe di mijara entegrasyonê  de, jî kûr nekiriye û hîna jî em pir famnakin!

Lê dema ku em xeber didin weke ku em hemûyî famdikin û me, her tişt pêkaniye û tenê li ser dewleta Tirk dimîne lê dema ku em ji xwe pirs bikin û em bibêjin min weke; ferd çi kar û xebat kiriye ezê neheq derkevim û gerek ez rexnedayîna xwe bidim, ji xwe ku me fambikraya meye hema bêdeng erk û peywira xwe pêkbaniya lê ji ber ku em pir baş famnakin em her şîkayetan dikin.

Wekê ku min di serî de jî qala wê kir û min got: Pêdiviye ku em weke jin di serî de xwedî rol bibin û di serî de jî gerek, komek hevalên jin biçin cem Rêber Apo ji bo ku pirosa Rêbertî ji bo; jinan heye û herî zede jî giringiyê dide çareser kirina pirsgirêkên jinan, ji xwe her kes dizane ku pirsgirêkê bingehîn ên civakê mijara jine lê mixabin, her kes jî bitirs nêzî mijara jin dibe. Tekez gerek were zanîn ku heyanî pirsgirêkên jinan çareser, nebe wê ti pirsgirêk jî çareser nebe ji ber ku pirsgirêka jinê pirsgirêka; sereke ya civakê ye û tekez gerek were çareser kirin.

Ji bo ku pirsgirêkên jinan werin çareser kirin gerek jin bi xwe, nîqaş bikin û gerek bi xwe tekmîla xwe ya 27 salan bidin Rêber Apo ji bo ku; Rêbertî jî li ser van mijaran bi wan bi xwere diyalog bike û ji wan re çareseriyê jî deyne. Ji xwe Rêber Apo navan dibêje, û ew bi salan, dinava wan xebatan de û dinava wan çiyayên asêde têkoşîn kirine û wan weke nunerê jinan digire dest û di xwaze hin mijaran bi vîna wan zelal bike û çareseriya wê deyne. Lê mixabin dewleta Tirk rast nêz nabe û ji mijarê wateyên cûda derdixe, ji xwe hêzên derve û rewşa şerê cîhanê yê siyemîn jî wan bandor dike û ketine; panîka xelasiya xwe û bi beqaya xwe dihizirin.

Ez cardin jî bibêjim beqaya dewleta Tirk wê bi beqaya, gelê Kurd hebe naxwe wê li ber bayê şerê heyî li herêmê biçin û wê ti beqaya wan jî nemine. Tekez gerek dewleta Tirk bizane ku li ecelê xwe digerin ma ne, Rêber Apo ji gelê Kurd re û ji dewleta Tirk re jî çareseriya herî rast daniye holê; naxwe çima diçin û li derve digerin ji xwe ti kes ji Tirkan, heznake ji ber ku pir tişt anîne serê xelkê û wan dane zorê de û niha jî kes wan qebûl nake ger ku ne ji bo suda xwe be ti dewlet qala wan jî nake. Başe me wan weke birayê xwe qebûl kiriye û em dibêjin: Werin em Komara Tirkiyê ya Demokratîk avabikin lê cardin, jî nayên û her li me diqulipin û ji pişt de jî me xençer dikin.

Ji xwe di hişmendiya dewleta Tirk de jin qet rola wê tûneye, ji ber wê gelek caran hincetan çêdikin û carnan jî li ser Rêber Apo reklaman çêdikin û weke; ku nêzîkatiyên Rêbertî yên ji jinan re şaş heye nêzîkatî raber dikin. Wele rastiya wan dide der ku çiqasî paşketî ne û cahilin jî mane. Ma mirovekî divî temenî de çawa dikare şaş nêzî jin bibe û bi salan jî, li dora wî bi sedan jin hebûn û gelekan jî canê xwe ji bo ku tecrîda li ser Rêberê xwe bişkînin feda kirin. Ma gelo ev tişîteke ji rêzê ye ma gelo çêbûye ku jinekê bi tene jî ji bo zilamekî yan jî serokekî canê xwe feda kiriye? Gerek dewleta Tirk, jin, gerîla û hemû gele Kurd hinek rastiyan mukur werin!

Ne ku Rêber Apo zilame û jin jî ewqasî jê hezdikin û canê, xwe ji bo wî feda dikin! Dibingeh de Rêber Abdullah Ocalan mirovekî ji hemû, zilamên cîhanê ferq dike û azadiya jinê di ser her tiştî re digire dest. Me jinan heyanî niha zilamekî wiha ne dîtiye û ne jî bihîstiye û em jêre deyndarin deyndar. Yekem serokê gelekî ye ku wiha bi çareserî nêzî azadiya jinê dibe, naxwe bi sedan jin li dora wî hebûn û wî jî weke gelek serokî; împarator û padîşahan dikarî jiyan bike lê tene û tene jin ji bo bibin xwedî vîn û nasnama azad têkoşîn dikir. Ger ku niha jî were xwestin emê bi sedan jin canê xwe ji bo Rêber û Pêşengê xwe feda bikin.

Ji ber ku Rêber Apo me kire rêza mirovan de û qedir û hurmet da, me û em kirin xwedî nasname û em jî jêre deyndarin û ji bo ku em deynê xwe bidin emê xwe feda bikin. Dewleta Tirk bi hişmendiya xwe ya şaş pêşiya jin digire û qebûl, nake ku komek jin biçe Îmraliyê û em jî weke jin şermoke li mijarê; temaşe dikin û weke ku mijareke şexsiye digirin dest. Li gorî min ev mijareke heyatiye û ger dewleta Tirk çûna, komeke jin ji bo girava Îmraliyê qebûl bike, wê çareseriyê jî qebûl bike. Gerek em weke jin rabin çalakiyan bikin ji bo ku komek jin ji nunerê, me biçin Girava Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin û gerek em weke jin vê mijarê bikin mijara sereke.

Ji xwe temaşe kirina wiha li mijara jin diyar dike bêka çiqasî pirsgirêka jin küre û gerek bi lezgînî were çareser kirin. Gerek dewleta Tirk bizane ku wê çareserî ji Girava Îmraliyê, derkeve û ger ku jin li wê Giravê nebe wê çareserî jî çênebe; gerek em jî weke jin helwesta xwe deynin û bibêjin tekez gerek komek ji nunerê, me yên jin biçin Girava Îmraliyê û ev mafê me yê xwezayî ye ji ber ku Rêber Apo Rêberê me; jina ye jî û emê tenê li wî guhdarî bikin û ew çi biryar ji bo me bide em jêre hazirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.