Partiya Sûriya Pêşerojê buroya xwe li taxa Miwezefîn a bajarê Qamişlo vekir. Bi dehan şênî, nûnerên partiyan û şandeyek partiyên ji bajarê Suweydayê beşdarî merasîma vekirina buroyê bûn.
Mersîma vekirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm Qeftan bi xêrhatina beşdaran kir û kêfxweşiya xwe bi vekirina buroyê anî ziman.
Qeftan di axaftina xwe de wiha got: “Ez bi vekirina buroyê re kêfxweş im, lê xweşiya min temam nabe beriya ku buro dest bi kar bike. Avahî kevir e lê bêyî mirovahî xweş nabe. Partiya Sûriya Pêşerojê erka lihevkomkirina civakê girtiye ser xwe. Li ser vê yekê ez vekirina buroyê li gelê Qamişlo pîroz dikim.”
Qeftan di berdewama axaftina we de, spasiya şandeya ji bajarê Suweydayê hatî kir û ji ber komkujiya ku pêk hat ji Suweydayê re sersaxî xwest.
Bi navê şandeya Partiya Sûriya Pêşerojê ya ji Suwedayê Semîr Ezam axivî, vekirina buroyê li bajarê Qamişlo pîroz kir û hêviya serkeftinê xwest û wiha got: “ Bawerî ji xwedê re ye û welat ji her kesî re ye. Em Sûriyeke nû dixwazin. Partiya Sûriya Pêşerojê partiya Sûriyê ye.”
Piştî axaftinan, peyamên pîrozbahiyê hatin xwendin. Buro ji aliyê dayika şehîd Sariya Feyrûz Yûsif, dayika şehîd Şervan Emûşa Deham û dayika şehîd Orhan Zeyneb Yehya ve hate vekirin…ANHA






