Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê bi bîr xist ku hîn jî bi hezaran jinên Êzidî êsîr in û wiha got, “Komkujiyên ku li Şengal û îro li Efrînê tên kirin encama heman zihniyetê ye û dişibin hev.” KJK’ê diyar kir ku roja 3’ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Jinan bê qebûlkirin.
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera çaremîn a Qirkirina Şengalê daxuyaniyek da û got, “3’ê Tebaxê weke Roja Qirkirina Jinan bê qebûlkirin.”
Koordînasyona KJK’ê bi wesîleya salvegera Qirkirina Şengalê ya 3’ê Tebaxa 2014’an daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJK’ê bi bîr xist ku hîn jî bi hezaran jinên Êzidî êsîr in.
Koordînasyona KJK’ê da xuyakirin ku li gel komkujî û fermanan civaka Êzidî heta niha xwe parastiye û polîtîkayên asîmîlasyonê û rêvebirina ji aliyê desthilatdariyên serdest ve qebûl nekiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Piştî ku PDK’ê Şengal terikand, zîhniyeta faşîzma reş a DAÎŞ’ê 3’ê Tebaxa 2014’an êrîş bir ser Şengalê û qirkirina 74’an li civaka me ya Êzidî hate kirin. Bi fermana 74’an re kiryarên qirkirinê yên herî hov ên li dijî mirovahiyê careke din li ser civaka me ya Êzidî hatin ferzkirin, bi hezaran Êzidî hatin kuştin, bi hezaran jin weke xenîmet hatin revandin û bi hezaran neçar hatin hiştin ku cih û warê xwe biterikînin.”
Koordînasyona KJK’ê diyar kir ku Derwêşên hemdem û donzdeh şervanên bi pêşengiya PKK’ê li dijî fermana 74’an dest bi şerê xweparastinê kirin û pêşî li fermanê girtin. KJK’ê destnîşan kir ku civaka Êzidî li ser vê bingehê li Şengalê ma û hebûna xwe lê dewam kir.
KJK’ê êrîş û revandina bi hezaran jinên Êzidî weke êrîşa li dijî azadiya jinên li Rojhilata Navîn û gelemperiya cîhanê bi nav kir û wiha dewam kir: “Bi komkujiya li jinên Êzidî kirin re xwestin, xeta azadiyê ya jinê qels bikin û çavê jinan bitirsînin.”
KJK’ê da xuyakirin ku li Efrînê komkujiyên ku bi serkêşiya dewleta Tirk li dijî jinê hatin kirin, encama heman zîhniyeta DAÎŞ’ê ye û got, “Komkujiyên hatin kirin dişibin hev.Di serî de jinên Êzidî, rêxistinkirin û xweparastina hemû jinan wê bersiva herî mezin a li vê yekê be.
3’ê Tebaxê roja destpêkirina fermana li Êzidiyan rabû, divê bibe roja têkoşîn, rêxistinbûn, piştevanî û berxwedanê. Girîng e 3’ê Tebaxê bibe roja geşkirina xweparastin, rêxistinbûn û têkoşîna hevpar a hemû jinên cîhanê bi taybetî jinên Êzidî.”






