Rojnameya Ronahî

Siyaset û strajiyên bi qirêj ên dagirkeriya Tirk

Volqan Elî

AA (Ajansa Anatolî) her çendî bi nav, armananca wê kar û xebata ragihandinê be jî, bi eslûfeslê xwe navenda şerê taybet ê dagirkeriya Tirk e. Çi karî dike? Destpêkê wezîfeya wê ew e ku ji bo hemû ragihandin û çapemeniya Tirkiye ( bi rastî jî divê mirov heqê hin kesayetên wekî Merdan Yanardag nexwe) nûçeyan amade bike. Yan jî nûçe û agahiyên ku roj bîst û çar saet bixwînin, binivîsin ji vê navendê digirin. Lê dibe ku yek-du kesayetiyên wekî Merdan Yanardag û telefizyana wî (Tele 1) ne te de be. Hê bêhtir jî ew bi xwe… vaye li Tirkiyê hin kesayetiyên wisa yên nîşaneyên jiyanê raber dikin jî hene. Jixwe Merdan heznekiriyekî sereke yê Tayip Erdogan e. Li ser Îslama sexte ya Tayip ku çawa projeyeke DYE’ye xebatên wî yên nivîskî jî hene. Ew mijareke berfirehtir a cuda ye.

Herwiha ti derdor û kesên li wî welatê Tirkiyeyê xwedî telefizyon û rojname ne ji derveyê vê navendê tiştekî cuda nikarin bikin mijara nûçe, û hwd. ji ber vê yekê civaka Tirkiyeyê jî li gorî vê navendê rêk û pêk dibe, bi hişmendiya ji wê derê belav dibe, radibe û rûdine. Dibe ku agahiya ti kesî li wî welatî dijî jê nebe.

Mînak, çawa dixebite? Qaşo kesên ku mamostetiya zankoyan dikin ji vê ajansê re nivîs dinivîsin. Bi şiklî fikr û hizrên van kesan Ajansê (AA) girê nade. Yanî akademisyenên (!) serbixwe ne. Di rastiya xwe de ne wisa ye. Ew stratejisyenên dewleta dagirker a Tirk in.

Ne tenê mijarên çapemenî û ragihandina şerê taybet diyar dikin di heman demê de strajî û taktîkên şer ên dewleta xwe ya dagirker jî diyar dikin. Çi dikin ev kes? Dema ku dewleta dagirker, li gorî xwe hevdîtinên dîplomatîk dide destpêkirin, bi nivîsên dinivîsin hem çarçoveya mijarên çapemeniya şerê taybet diyar dikin, hem rojevên ku di rastiyê de tine diafirînin hewl didin hêz û dewletên pê re hevdîtinê dikin beralî bikin. Lê dema tehlîleke baldar hebe, mirov dikare di nava hevokên wan de niyeta wan a rastî bibîne. Heta hin caran wekî ku li xwe mukur werin yan jî rastiya bûyerên ku derbas bûne jî manedar bike, fêm bike.

Di dîroka 9’ê Adara 2024’an de yek kesekî bi navê Dr. Hakı Uygur tehlîlekê bi pêş dixe û dibêje ku  di 2017’an de dema ku Barzaniyan bi şiklekî ku baş nefikirîbû biryara refaranduma serxwebûnê dan ji aliyê Enqere û Tehranê ve hema bêje kete bin dorpêçê’. Yanî bêyî şîrove dibêje ku me malbata Barzanî aniye li ser rêya xwe. Yanî, me bi birayên xwe yên meleyên Îranî re dest kire qirqa vê malbatê û anî li ser rêya xwe. Ev bi gotineke din belgeyeke xiyaneta malbata Barzanî ku ji aliyê dijminê gelê Kurd ve hatiye weşandin e.

Dibe ku nivîseke ji rêzê xuya bike lê ev hevok vê nîşan dide. Di heman demê de şiklî jî be ti nirx û qîmetê nade xiyaneta vê malbata hanê. Yanî dixwaze bêje me, ew nîvkuştî kir da ku em îro ji xwe re bi kar bînin. Dibe ku ev li xwe mukurhatinek be ku xiyaneta heyî vedibêje lê bi îhtimaleke mezin hêza ku nêviyên Mala Barzaniyan sor kiribû jî dîsa dewleta dagirker bû.

Dîsa bi berdewamî di vê nivîsê de tehlîl pêş dixe, ku ‘ew ê DYE’yê ji herêmê di demên pêş de vekişe û êrîşên Îranî yên li ser Erbilê bersiveke ji bo Îsraîl û PDK.(dagirker wekî henekên xwe bi Barzaniyan bike tu car nabêje Hewlêr). Yanî tu dibêjî qey antî-emperyalîstek diaxive. Wekî ti kes nizane AKP bi xwe beriya Sedam were îdamkirin bi dehan sal ji aliyê heman hêzê ve hatibû teşwîqkirin. Vê bes em nabêjin rewşenbîrê gelê Tirk ku hinekê pozê wî dişewite û wijdana wî zuwa nebûye jî dibêje.

Ev di heman demê de manîplekirineke ji bo DYE’ê ye. Ji ber ku di van rojan de di navbera DYE û dagirkeriya Tirk de hatin-çûneke dîplomasiyê heye. Jixwe hemû encamên van rûniştinan aşkere nakin lê ji bo ku were zanîn ew bi xwe di nakokiya DYE û Îranê de li cem DYE’ê ne. Heta Îraqê û YNK jî aşkere tehdît dike ku eger alîkariya xwe ya ji bo Tevgera Azadiyê bidomînin ew ê Îraqê ceza bikin.

Dibêje ku wan di mehên borî de banî berpirsiyarê Heşdî Şebî kiriye û ev tişt ji wan re jî gotine. Bi kevirekî çend nêçîran dikujin.ji DYE’ê re dibêje ku ‘min li şûna te Heşdî Şebî çavtirsandî kir binêr tu jî bihêle ez Kurdan qetl bikim. Eşkere nebe jî bi vê gef li Îranê jî dixwe; “benê şeytan di destê min de ye, eger tu berjewendiya min bixî xetereyê ez ê berdim. Dest ji Silêmanî û Kurdan berde’.

Kî ji Kurdan dest berdide bila berde; bes ew bi xwe ji doz û welatê xwe dest bernedin têrê dike. Ya din jî yê ku li Astana, Soçî û nizanim kî deverê kumê meleyên Îranê radimûse û li Waşîngtonê jî Xaç derdixîne dewleta Tirk a dagirker e. Ma ne wisa ye?