Rêxistina Kongreya Star bi dirûşma “ Azadiya Rêber Apo Azadiya Jin û Civakê ye” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşek girseyî lidarxistin. Jinên ku beşdarî meşê bûn gotin: “Heta Rêber Apo azad nebe em nasekinin.”
Bi sedan welatiyên Kantona Kobanê, Girê Sipî, Sirîn li Kobanê li Qada Jina Azad bi pêşengtiya Kongreya Star bi dirûşmên “Bê Serok jiyan nabe” Jin jiyana azadî”, “Azadiya Rêber Apo Azadiya jin û civakê ye” meş li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, hat hilgirtin. Li ser navê Rêveberiya xweser Enwer Muslim û li ser navê Kongreya Star a Kantona Girê Sipî jî axaftîn hatin kirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn anîn ziman ku ji bo aşitî û azadiyê divê Abdullah Ocalan azad bibe.
Emîne Ehmed diyar kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan her di nava tevgerê de ne û got: “Em azadiya Rêberê xwe dixwazin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Divê em hemû bi yek dilî rabin ser piyan û ji bo azadiya Rêberê xwe têbikoşin.”
Ayser Xelîl destnîşan kir ku neheqî li Abdullah Ocalan tê kirin û wiha got: “Rêber Apo tecrîda giran heq nake. Lewra wî her dem ji bo aşitî û azadiyê li berxwe da û têkoşîn kir. Ji bo azadiya gelê Kurd divê Rêber Apo serbest bê berdan. Em ê li berxwe bidin heta ku em Rêberê xwe Azad dikin.”
Mûna Ehmed jî wiha got: “Em Weke Jinên Kantona Girê Sipî Ereb, Kurd, Ermen em ê di nav çalakiyan de bin heta ku serok azad dibe. Bila her kes bizanibe ku em ê jin Rêber Apo Azad bikin.”…JINNEWS