Monday, June 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Bêhna nanê tenûrê bi ser bêhna barûdê dikeve’

13/03/2024
in Uncategorized
A A
‘Bêhna nanê tenûrê bi ser bêhna barûdê dikeve’
Share on FacebookShare on Twitter

Ji ber bombebarana dagirkeriya dewleta tirk binesazî û cihên pêdiviyên sereke zirarên mezin dîtin. Aşxaneya Amûdê jî yek ji wan cihên hat bombekirin e. Ezîza Abid bi çêkirina nanê tenûrê hewl dide çareseriyê bibîne.

Dewleta Tirk ku di 13’ê Çileyê de êrîşên asîmanî li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dabûn destpêkirin, bi dehan cihên binesaziya herêmê bombebaran kir. Di 14’ê Çileyê de jî aşxaneya El-Xeyîrat ku li başûrî navçeya Amûdê ya Kantona Cizîrê di sala 2014’an de hatiye avakirin bombebaran kir. Aşxane pêdiviya ard ji bo beşek Kantona Cizîrê û Dêrazorê re dabîn dikir, her wiha aşxaneya herî mezin a duyemîn li navçeyê ye.

Aşxaneya ku ji ber bombebarana dewleta Tirk 750 milyon Lirayê Sûriyeyê xisar dît, rojane zêdetirî 50 ton arvan derdixist. Hêjayî bibîrxistinê ye ku di êrîşa li ser aşxaneyê de du karkerên wê birîndar bûbûn.

Niha li Amûdê nan qut bûye, ji ber wê jî jinan zend û bendên xwe badane û destên wan di nav hevîr de ye. Ezîza Abid a 50 salî ji Sinciqa Xelîl a ku li başûrê navçeya Amûdê dikeve dijî, li ser vê mijarê axivî.

‘Piştî bombebaranê jinan li vir zend û bendên xwe badan’

Ezîza Abid a ku nanê tenûrê weke nanekî xwedî çêjeke cuda di nav hezkirina rabirdûyê û pêşerojê de pênase kir wiha ji me re behsa vê mijarê kir: “Arvanê ku niha ez jê nan çêdikim, me ji zeviyên xwe yê genimê hilandî ye. Em her sal tedbîrên rewşên wiha yên êrîşan, rêgirî û dorpêçê dikin.” Ezîza bal kişand ser bombebarana li ser aşxaneya Amûdê û wiha tedbîrên girtine bilêv kir: “Niha ji ber bombebarana aşxaneyê arvan û nan qut bûye, ji ber wê min dest bi çêkirina nanê tenûrê kiriye. Şêniyan qûtê xwe yê îsal hilanîbûn û hesabê rojek wekî îro jî dikirin ku wê bi ser wan re were. Bêguman daxwazên cîranên min jî hene, ez tenûrê dadidim û nan ji wan re lêdixim.”

‘Çend sal in em di bin êrîşan de ne’

Ezîza Abid 12 salên şoreşê ku êrîş li ser herêmên wan ranewestiyane bi bîr anî û ev tişt anî ziman: “Çend sal in em di nava êrîşan de ne, gelek rewşên zor bi ser me de hatin ji êrîş, dorpêç û qutbûna arvan, av û hwd. çawa em dikaribûn bi hêza xwe ya cewherî ya hundirîn ew rewş derbas bikin, niha jî em ê ji heqê van êrîşan derdikevin. Hikûmeta Şamê û dewletên din bi destpêkirina Şoreşa Rojava re xwestin me di nava dorpêçê de bixeniqînin.”

Ezîza keda Rêveberiya Xweser a di dabînkirina sotemeniyê ji wan re anî ziman û got ku wan careke din dest bi çandiniyê kirine.

‘Civat li derdora tenûrê çêdibe’

Ezîza Abid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bêhna nanê tenûrê dide ser bêhna barûtê. Civatên jinan ên li dora tenûrê jî dibe sedema dîtina çareseriyan ji pirsgirêkên jinan û malbatî re. Her wiha daxwaza min jî rawestandina şer e, vegera koçberan li warê xwe û em bi hêviya jiyîna rojên xweş in.” NÛJINHA

Post Views: 110
ShareTweetPin

Herî Dawî

Cejna Heciyan
QUNCIK NIVÎS

Cejna Heciyan

09/06/2025
Kurd aştiyê dixwazin
QUNCIK NIVÎS

Rêveberiya Xweser pirrengiyê diparêze

08/06/2025
Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be
NÛÇE

Cejna Qurbanê ya gelên Misliman pîroz be

05/06/2025
Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê
ÇAVIKA RONAHÎ

Hin wêne ji bazara pêncşemê a bajarê Dêrikê

05/06/2025
Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe
ROJEV

Serhed Eren: Divê makezagoneke nû ji bo Tirkiyê saz bibe

05/06/2025
‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîstiya koçberan bi pêdiviyên girîng heye’

05/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.