Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Til Koçer komên hunerî ava bûn

04/08/2018
in Uncategorized
A A
Li Til Koçer komên hunerî ava bûn
Share on FacebookShare on Twitter

Xebatên çand û hunerê yên li herêma Cizîrê berdewam dikin. Piştî şervanên YPG û YPJ’ê di 26’ê Cotmeha 2013’an de bajarok ji çeteyên Cebhet El-Nusra rizgarkirin, xebatên çandî jî ji nûve hatin destpê kirin. Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Til Koçer gavek girîng avêt û ji 134 kesan komên hunerî ava kirin.

Navenda Çand û Hunerê ya bajarokê Til Koçer gavek ji bo vejandina çand û hunera Erebî de, avêt û ji 134 kesan komên hunerî ava kirin.
Li bajarokê Til Koçer di dema rêjîmê de rola çand û hunerê hatibû paşguhkirin û di dema Cebhet El-Nusra de bi temamî hat rewastandin.
Piştî şervanên YPG û YPJ’ê di 26’ê Cotmeha 2013’an de bajarok ji çeteyên Cebhet El-Nusra rizgarkirin, meclisên herêmî û komîteyên xizmetî ji bo ji nû ve vejandina bajarok hatin avakirin.
YEKEMÎN NAVENDA ÇAND Û HUNERÊ
Navenda çand û hunerê di dawiya sala 2016 ‘an hate vekirin. Navend ji bo vejandina çand û hunera Erebî û her wiha çandên cuda yên gelên bajarokê bi rêxistin kir.
Mamosteyê şanoyê yê Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçer Ednan Mistefa destnîşan kir ku ev navend di dîroka bajarokê de ya yekemîn e û wiha got: “Ev gav ji bo bajarok li ser her du astan a hunerî û çandî, wekî gaveke dîrokî ye. Ji ber ku tu navendeke çandî li bajarok tune bû.”
Endamê Rêveber ê Navenda Çand û Hunerê ya Til Koçerê Mazlûm Elî diyar kir ku şêniyên bajarokê ji ber qalib û kevneşopiyên êlan û bandora ola îslamê li ser wan, şerm dikirin ku zarokên xwe bişînin navendê û wiha got: “Niha piştî keda endamên navendê bi rêya lidarxistina civînan û serdana malên şêniyên bajarok, şêniyan ew qalib şikandin û niha hêdî hêdî serdana navendê dikin.”
AVAKIRINA KOMÊN HUNERÎ
Navend ji destpêka avabûna xwe de 134 endam bi rêxistin kirin, kom ji wan ava kirin. Komên hatin ava kirin wiha ne: Koma Zarokên Aştiyê 100 zarok di nav de şano, stran, govend. Koma Ş. Uqab a govendên gelêrî 10 ciwan. Koma El-Cezîrê ya stran û govendê 13 ciwan. Koma Ş.Ezîz a şano 11 kes di nav de 6 jin in.
Mazlûm Elî û rêveberê Koma Ş. Uqab Şengal a govendên gelêrî Mişel Hisên diyar kirin ku wan ji bo vejandina çand û hunera Erebî ya kevn û parastina wê ji windabûnê dixebitin û destnîşan kirin ku ji ber wê wan gelek govendên weke (çopî çolaqî, debkê Ereban) û her wiha govendên gelêrî yên kevn li şahiyan de pêşkêş kirin.
Her wiha navend ji bo pêşxistina hunerî ya endaman, dewreyên perwerdê yên teorî û piratîk ji şêwazên hunerî weke nîgar, karê destan vedike. Navend ji bo zarokên asta seretayî di havînê de dewreyên perwerdê ji bilindkirina asta wan a çandî vekir.
Endamê rêveber ê navenda MAzlûm Elî diyar kir ku rêjeya tevlêbûna jinan a navendê ji rêya xortan ji sedî 60 zêdetir e. Li ser pergala perwerdekirina koman, Elî diyar kir ku her komek di hefteyê de 3 caran li gorî beşa xwe perwerde dibe.
STRANEK JI BO ZAROKÊN EFRÎNÊ
Ji bo pêkanîna yekîtiya gel li Bakurê Sûriyê li gorî bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, Koma Zarokan a Aştiyê li ser strana bi navê “Efrîn ji te re aşitî” perwerde dibin. Koma zarokan vê stranê diyarî berxwedana serdemê û şêniyên Efrînê dikin ên ku li hember artêşa tirk û çeteyên wê 58 rojan bi lehengî li ber xwe dan. Koma zarokan strana xwe di Mîhrîcana Zarokan a ku piştî çend mehan li ser asta Cizîrê were lidarxistin wê pêşkêş bike…ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.