Rojnameya Ronahî

Serhildana Qamişlo hîmê şoreşê ava kir

Deriya Çiya/ Qamişlo

Di 12’ê Adara 2004’an de û rojên piştî wê, bajarên Rojava bûn şahidê serhildaneke girseyî ya gel li dijî rejîma Baas, piştî komkujî û bûyerên bi êş ên ku li stadyuma bajarê Qamişlo dema leystika gokê di navbera tîma El-Cîhad û El-Fitiwa de qewimîn û bû sersebebê ku gel li seranserî Rojava li hemberî rejîma Baas bi serhildaneke girseyî rabe ser piyan.

Meha Adarê ji bo kurdan meheke dîrokî ye, ji ber ku di meha Adarê de hem pîrozbahî, rojên kêfxweşî û dilşadiyê hene û hem jî rojên berxwedan, tekoşîn jî û li milekî din jî  kumkojî û bûyerên bi êş jî di nava xwe de digire.  Lê herçiqasî meheke bi êş û azare jî, lê ji milekî din ve jî mîna meha berxwedan û têkoşîna  gelan jî tê naskirin. 12’ê Adara 2004’an salvegera komkujiya ku bi destê rejîma Baas li ser gelê Kurd hatiye rêxistin û pêkanîn e. Rejîma Baas a desthilat rastiya xwe û planên xwe yên esasî li ser tune hesibandina nasnameya Kurdî ava kir û heyanî îro jî hîna jî vê rastiya xwe diparêze û xwediyê vê hişmendiyê ye. Yek ji van pilanên wê yên qirêj û gemar jî avakirina dijminatiyê di navbera gel û netewan de û hedefgirtina destkeftiyên herêmê ye .

Bûyera 12’ê Adarê

Di 12’ê Adara sala 2004’an de, demjimêr 11:30 li bajarê Qamişloyê di navbera tîma Cîhad a Qamişlo û tîma Fitiwê ya Dêrazorê de maça futbolê hat lîstin. Lê dema lîstikvan û gel derbasî stadyumê bûn, komên nijadperest ku ji berê de ji aliyê rejîma Baas ve hatibûn erkdarkirin, axaftin li dijî gelê kurd û rêberên wan dikirin û digotin bijî Sedam Hisên’. Li gel dirûşman jî bi keviran êrîşî kurdan kirin. Polîs û leşkerên rejîmê hemwext vê yekê êrîş pêk anîn û hemû deriyên stadyumê girtin. Endamên rêjîma Sûriyeyê dest bi êrîşa li ser welatiyên Qamişloyê kirin.

Dema alîgirên tîma Fitiwê û Cîhad bi hev ketin, hêzên rêjîmê bi fermana parêzgerê Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl, yekser destwedan kirin û bê ser û ber gule li gelê Kurd û girûpa Cîhadê reşandin. Ev yek di dîmenên ku dezgehên çapemeniyê di wê demê de belav kiribûn diyar bû. Di encamê de 9 kesan ku di nav de 2 zarok jî hebûn jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku agahî belav bû, bi sedan ciwanên kurd berê xwe dan stadiyomê, tevî ku hêzên rêjîmê nehiştin derbasî stadê bibin, ji ser dîwaran re derbas bûn û piştgirî dan birayê xwe yên di nav stadyomê de  û bi vî awayî pevçûn rû da. Berpirsê parêzgeha Hesekê yê wê demê Selîm Kebûl, ferman da ku gule li kurdan bireşînin, ji ber vê yekê hejmareke mezin ji welatiyên kurd şehîd û birîndar bûn.

Roja dûyem ji serhiladanê

Di roja duwem ji serhildanê angu roja 13’ê Adara 2004’an de, zêdetirî 200 hezar Kurd daketin kolanên Qamîşlo û merasîma oxirkirina cenazeyên çar şehîdên ku di roja yekem ji serhildanê de şehîd bûbûn lidarxistin. Dubare hêzên asayîşa rejîma Baas destwerdana merasîmê kirin û daxwaz kirin ku alên Kurdistanê ji ser cenazeyên şehîdên komkujiyê bêne rakirin. Di nava hêrs û berteka gel a ku gihişte asta herî jorê, xwepêşanderan bersiv dan û dest bi bilindkirina diruşme û daxwazan kirin. Hêzên asayîşê careke din gule li hewayê reşandin, piştî wê jî raste rast gule li welatiyan hate rewşandin û di encamê de gelek welatî şehîd û birîndar bûn. Gel li hemberî rewşa heyî xwe negirt û mîna lehiyê dakete kolanan û li seranserî Rojava xwepêşandanên girseyî destpêkirin.

Gelê Kurd li seranserî Rojava, di serî de li bajarê Qamişlo, Dirkê, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Efrînê û taxên Kurdan ên Reqa û Helebê rabûn ser piyan û di 13’ê Adarê de yekem car serhildana gelê Kurd dest pê kir. Li paytexta Sûriyê Şamê û li hemberî serhildanê hêzên çekdar ên rêjîma Bass bi çekên giran êrîşî gelê Kurd kirin. Hêrsa gelê kurd bilind bû û peykerên serokê wê demê yê Sûriyê Hafiz El-Esed li Dirbêsiyê û Amûdê hilweşandin û li Kobanî jî navendên hikûmetê dorpêç kirin.

Ermanca rejîma Baas ji vê pilanê

Endamên rejîma desthilat bi vê pilanê xwestin ku li Cizîrê fitnê di navbera pêkhateyên herêmê de derxe. Rejîmê bi rêya hin çeteyên xwe dema maça di navbera tîma Fitiwê ya ji Dêrazorê û tîma Cîhand a ji Qamişlo de ev fitne çêkir û li hemberî welatiyan çek bi kar anîn û êrişî welatiyên kurd kirin. Yek ji armancên sereke yên vê planê ew e bû ku nakokiyên di nava sistema desthilat bi xwe de derxînin derve û hewldanên çaksazkirinê ku di esas de nehatin kirin, bi dawî bikin. Di heman demê de armanc ji vê planê ew bû ku hemû deriyan li pêşberî guhartina ber bi demokrasiyê ve bigrin û riyên çareseriyê li Sûriyê û herêmê bixetimînin. Lê tevî vê yekê jî rejîma navendî ya desthilat bi awayekî tund nêzî daxwazên gel yên aştiyane bû û di encamê de bi dehan şehîd û birîndar çêbûn.

Şehîd her sal tên bibîranîn

Kumkujiya li Qamişlo rûdayî û piştî wê jî serhildana gelê Kurd li seranserî Rojava bû bingeha şoreşa 19’ê Tîrmehê. Herwiha bi reman û felsefeya Rêber Apo gelê Kurd di serî de li Rojava û bi hişmendiya Netewa Demukratîk û biratiya gelan û sîstema konfedralîzma demukratîk rêveberiya xwe ya xweser ava kir û heyanî astekî hemû pilanên hêzên serdest valederxistin.

Gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Bakurd û Rojavayê Sûriyê bi hevgirtina xwe rê li pêşiya planên gemar û qirêj ên rejîma Baas û hêzên desthilat girtin û navê stadyuma ku rejîma Sûriyê lê komkujî pêk anî kirin “Stadyuma Şehîdên 12’ê Adarê”. Herwiha di ji bona bîranîna şehîdên 12’ê Adarê û di stadyumê de her sal di navbera tîmên Qamişlo û yên Dêrezorê de maçeke biratî tê lîstin

Herwiha ji sala 2005’an ve û ji bona bîranîna şehîdên komkujî û serhildana Qamişlo, gelê Rojava her sal êvara 11’ê Adarê mûman vêdixin û her sal di saet 11:00’an de ji bo rêzgirtina şehîdên serhildana 12’ê Adarê bi xoleyekî rêzgirtinê têne bibîranîn.