Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komxebatek li ser rola rojnamegerên jin di guhertina civakê de hat li darxistin

10/03/2024
in Uncategorized
A A
Komxebatek li ser rola rojnamegerên jin di guhertina civakê de hat li darxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Yekîtiya Ragihandina Jinê û bi hevkariya yekîtiya Ragihandina Azad, bi boneya 8’ê Adarê komxebatek bi dirûşma ‘Rola rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê di guhertina civakê de’ li dar xist.

Bi boneya 8’ê Adarê roja jinan a cîhanê Yekîtiya Ragihandina Jinê (YRJ) û bi hevkariya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), komxebatek bi durûşma ‘Rola rojnamegerên jin û xebatkarên çapemeniyê di guhertina civakê de’ li parka xwendinê ya bajarê Qamişlo hat li dar xist. Di komxebatê de gelek rojnamevanên jin amade bûn. Herwiha di komxebatê de du beşên girîng wek Rola Jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê, herwiha rola rojnamevanên jin ji rakirina hişmendiya mêr de.

Komxebat bi sînevîzyonekê têkildarî avabûna YRJ’ê û kar û xebatên ku di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hatine kirin hate nîşandan.

Piştre mijara yekem a Komxebatê Rola jin di ragihandina azad de û girîngiya bi rêxistinkirina wê di wê warê de Rojnamevan Nalîn Dîcle wiha axivî û got: “Me pêwistî dît ku em di qada ragihandinê de bi rêxistinî tevbigerin. Divê em wek rojnamevanên jin, di polîtîkaya weşanê de fikir û ramanê jinê serwer bikin. Ji bûyerên dîrokî bigire, heta yên rojane bi meyzekirina jinê şîrove bikin. Bi şoreşê re ragihandin jî pêş ket. Di serî de wek nivîskî, piştî wê jî radyo, TV, rojname, kovar û ajans çêbûn. Ev hemû berhêmên rêxistinbûna jinê di qada ragihandinê de ye. Di pêvajoya şoreşê de gavên mezin ji aliyê jinan ve hatin avêtin. Armanca YRJ a sereke ewe ku bikaribe bibe alternatîf, midaxele, sererastkirin, li ser tevahî civakê serwer bibe û guhertinan pêk bîne.”

Di heman demê de mijara duyem ku rola rojnamevanên jin ji holê rakirina hişmendiya mêr de û awayên çêkirina şoreşekî di wê warî de ji aliyê Rojnamevan Bêrîvan Xelîl ve wiha şîrove hate kirin: “Tundiyên mezin li ser jinê heye ku ji cil û berg, axaftin, nêzikatiyên bav mezin dibe. Di civaka xwezayî de jin pêşeng bû û karê xwe hemû xwe bi xwe dikir. Jin ji hemû karên heyî hatibû qutkirin ku vê hişmendiyê jin bi xwe jî nedizanî. Jin ne tenê di ragihandinê de ji hemû karan hatibû dûr xistin. Nasname û hebûna jinê tunebû û tenê wek teşe hebû. Di nava civakê de jin çawa beşdarî ragihadinê bû? Tevlîbûna jinê ji ragihandinê re mîna şoreşekî bû. Îro jin di qada ragihandinê de dibe eynika jinê. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê rolek girîng di aliyê ragihandinê de leyîst. Ev şoreş bû firset ku jin ji bo doza xwe kar bike. Dema şoreş nû çêbû û RAJIN hate avakirin, yekem erka sereke ew bû ku jin him civakê biguherîne û him jî kesayeta xwe avabikin. Jina rojnamevan hişmendiya civakê diguherîne.

Komxebat bi nêrînên jinên rojnamevanên bi dawî bû.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.