Rojnameya Ronahî

‘Gerîla Erşê Romê Hejand’ li Qamişlo hat pêşandan

Ronaz Silêman/Qamişlo
Bi pêşengtiya Insiyatîfa Gel û TEV-Çandê fîlmê bi navê ‘Gerîla Erşê Romê Hejand’ li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya bajarê Qamişlo hat pêşandan.
⊂Bi pêşengiya Insyatîfa Gel û TEV-Çandê fîlmê bi navê ‘Gerîla Erşê Romê Hejanad’ li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna Tevgera Ciwanên Şoreşger, Endamên TEV-Çand, Sazî û Rêxistinên Rêveberiya Xweser hat pêşandan.
Despêkê kesên hazir xuleyeke rêzgirtin li ser giyanê şehîdan rawestiyan, pişter film hat pêşandan.
Hêjayê gotinê ye ku armanca ji pêşandana fîlm ew bû ku operasyona şoreşgerî ya bi navê Şehîd Helmet Dêreluk ya ku gerîlayên azad li çiyayên Kurdistanê li dijî dagirkeriya Tirk pêk anîbûnweke beleg ji aliyê gerîla bê weşandin. Herwiha fîlm ji aliyê endamê çand û hunerê Simko Cûdî ve hatibû wergirandin ji bo zimanê erebî.
Fîlm bi silganên ‘bimre Dagirkerî’ ‘Bijî Seroka Apo û bijî berxwedana gerîla bi dawî bû.