Rojnameya Ronahî

Qutkirina avê, qutkirina jiyanê ye

Birûc Resûl/Qamişlo

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma bang li hemû kesen  pêwendîdar kir ku biryarên bi vî rengî ji nû ve li ber çavan re derbas bikin û zextê li UNICEF bikin da ku erkên xwe yên exlaqî û qanûnî li hember vî gelî pêk bîne.

Piştî derbasbûna 6 salan ji koçberkirina bi darê zorê ya gelên Efrînê ji herêmên xwe ber bi herêma Şehba ve, gel di warê madî û manewî de, li hemberî dijminê hov hê jî berdelên giran didin. Ev gelê dilsoz bi sekin û têkoşîn, tevî hemû êş û karesatan li ber xwe da. Her wiha ji ber biryara UNICEF’ê ya qutkirina avê li ser gel yên li kampan, sûceke pir mezine. Ev biryar tenê tişta ku dewleta Tirk a faşîst bi qutkirina avê li ser gelê Şehbayê û Hesekê pêk anî, biryara UNICEF’ê jî piştgirî dide van polîtîkayan. Di vê çarçoveyê de Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma ji Rojnemeya me re axivî.

‘Şeheba, ji 2 aliyan ve tê dorpêçkirin’

Evîn Cuma balkişand li ser dorpêç û êrişên dagirkeriya Tirk li ser Şehebayê û wiha got: “Ji dema dagirkirna Efrînê û heya roja îro, herêma Şehebayê rastî dorpêç û êrişan tê. Bi taybet welatiyên ku ji Efrînê koçber bûne, hijmaran wan bi sed hazaran ne, her wiha nêzî 100 hezar kes jî li gund û kampên Şehebayê xwe bi cih kirin û bi zehmetiyên pir mezin re rû bi rû dimînin. Şehba ji 2 aliyan ve tê dorpêçkirin, yek ji aliyê hikûmeta Şamê ve ya din jî ji aliyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve. Di encamê  vê de, zehmetî û astengiyên pir mezin li ser koçberan tê meşandin, wek tune bûne avê, elektirîk û jêderên enerjiyê, ji bo meselaye serma û germahiyê jiyaneke pir zor û zehmet digihîje  wan û her tişt li ser wan hatiya qutkirin. Her wiha bazareke siyasî li ser wan tê kirin ku her dewletek li gor berjewandiyê xwe tevdigere û jiyan dikin. Rêveberiya Xweser jî heya astekî dibe alîkar, lê ji bo dorpêçkirinê, zehemetiya dibîne û nikare xwe bighîjêne wan ku bi rehetî bibe alîkar bi Koçberên Efrînê re.”

‘Li gor zagonên Navnetewî ev şerekî dijî mirovahiyê ye’

Evîn di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di sala borî da, buyera erdhêja ku li Şehebayê hat qewmandin, gelek zerarên madî li heremê çebûn li ser vê bingihê tu alîkarî nehat kirin ji bo van kesên ku di erdhêjê de zerar dîtin, bi vê jî rewşa wan hîn zêdetir ber bi zehmetiyê re derbas bû. Di heman demê de êrişên ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li ser Şehebayê tê kirin her berdewame û bi rengekî hovane roja ne êriş xwe didomîne, ev jî dibe sedem ku gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û birîndar dikevin. Ji aliyê qanûnî de, gel ber bi qirkirinê de dibin ku ji hemû aliyan dorpeç li ser gelê Şehebayê tê kirin, qutkirna avê, hem jî derman û xwarin li ser hatiya qutkirin. Li gor zagonên Navnetewî ev şerekî dijî mirovahiyê ye.”

‘Raporên sûcên ku li Efrînê û Şehebayê tên kirin hatina hazir kirin’

Evîn da zanîn ku Komeleya Mafê Mirovan a Cizîrê û Efrînê belgekirina binpêkirina ku li Efrînê tê kirin hatin derxistin û got: “Karekî belgekirinê hat hazir kirin, her wiha gelek konferans û form hatin li darxistin ji bo van sûcên ku li Efrîn û Şeheba tên kirin ji aliyê qanûnî de. Di encamê de qumîte derketin ji bo şopandina van binpêkirina, her wiha niha jî hazir kirina dosiyayên tenê li pêşiya dadigihên Navnetewî û Avrûpî derbarê van binpêkirina hatina hazir kirin. Zehmetî ewe ku em nikarin derbasî Efrînê bibin da ku em delîlên van sûcan bînin, tenê ew kesên ku ji Efrînê xilas dibin û dibin şahidê van sûcan.”

‘Jiyana gel kirina xeteriyê de’

Rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan a Kantona Cizîrê Evîn Cuma di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em wekî Komeleya Mafê Mirovan, şopandina ev sûcên ku tên kirin, em dikin. Gelek rapor û dosiya yên taybet li ser qutkirina avê li ser Şehbayê û Kampên wê, ji ber ku dewleta Tirk a dagirker çemên avê yên ku dihat Suriyê, da qutkirin. Ev pirsgirêkek pir mezin li suriyê derxistiye û bi taybet ev herêmên dorpêç li ser heye. Li Şehbayê ew alîkariya ku dihat kirin ji aliyê avê de, ew jî hat sekinandin û av bi zehmete ku were peyda kirin. Jiyana gel kirine xeteriyê de û ev jî tê maneya ku hebûna gelê kurd were tune kirin. Wek tê gotin kantona Şehbayê û navçeyên wê ji aliyê dewletên Navnetewî de nehatiya nasîn, ji ber vê sedemê tu alîkarî ji koçberan re nayên kirin, gelê Efrînê bi darê zorê ji mal û erdên xwe derketin, ev Rêxistinên Mafên Mirovan nabînin ku ev gel li çolan û kampan mane û çi zehmetî dibînin. Ev jî destgirtina hevcekariya dewleta Tirk a dagirkere, yanî ev Rêxistinên Mafên Mirovan tê wateya ku tenê parastina dewletan û berjewandiyê wane, ne ji bo parastina mirovan e. banga me ji bo alîkariya koçberên li Şehbayê û parastina wan ji qirkirina ku li ser wan tê kirin, her wiha ku av ji bo wan were peyda kirin û Rêxistinên Mafên Mirovan û hemî saziyên Navnetewî ku bi erkên xwe yên exlaqî ve rabin.”