Li Idlibê, çeteyan bi piştgiriya dewleta Tirk koalîsyoneke din ava kirin. Hat zanîn piştî civîneke ku di bin sponsoriya MÎT’a Tirk de ku du hefteyan li Îdlibê dewam kir, hate ragihandin ku komeke din bi navê El-Cebhe El-Weteniya hate avakirin. Kom ji tevlêkirina El-Cebhe El-Weteniya, Cebhet Tehrîr Sûriye, lîwayên Siqûr El-Şam, Ceyş El-Ehrar û Tecemu Dîmeşq pêk tê.
Li Idlibê ku rejîma Sûriyê ew kiriye hedefa xwe, çeteyan bi desteka dewleta Tirk koalîsyoneke din ava kirin.
Li gorî agahiyan piştî civîn û lêkolînên bi sponsoriya îstixbaratên Tirkiyê ku 2 hefteyan di navbera komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li Idlibê dewam kir, hate ragihandin ku komeke din bi navê El-Cebhe El-Weteniya hate avakirin. Kom ji tevlêkirina El-Cebhe El-Weteniya, Cebhet Tehrîr Sûriye, lîwayên Siqûr El-Şam, Ceyş El-Ehrar û Tecemu Dîmeşq pêk tê.
Di civînê de hate destnîşankirin ku wê herêmên Cebel El-Ekrad, Cisir El-Şixûr, El-Letmana û Raşîde di nava wan komên çeteyan de werin parvekirin.
Her wiha serçeteyê çeteyên Ceyş El-Ehrar Ebû Salih El-Tehan di daxuyaniyeke fermî de li ser navnîşana xwe ya Twitterê diyar kir ku mezintrîn komên çete li Idlibê di ‘laşekî’ de kom dibin. Ev yek piştî daxuyaniya dawîn a civîna Astanayê ku di 30-31’ê Tîrmehê de li Soçiyê ya Rûsyayê hate lidarxistin, pêk hat.
Tê zanîn ku Ebû Salih El-Tehan têkiliyên wî bi çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nûsra) re pir baş in. Her wiha heta dawiya sala 2017`an bi çeteyên Ceyş El-Ehrar ên di bin sîwana çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de xebitî.






