Di ser fermana 73’yan a Şengalê re 4 sal derbas bûn, lê hîn jî bi deh hezaran kes ji warê xwe dûr in, bi hezaran kes di destê çeteyan de mane. Li aliyê din gelê Şengalê ji xweliya fermanê jiyanek nû vejand.
Civaka Êzidî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû ma, di sala 2014’an de vê carê li ber çavê hemû cîhanê di fermanê re hat derbaskirin. Di 4’emîn salvegera fermanê de, birînên Şengalê hîn bi temamî nehatine kewandin, lê belê civaka Êzidiyan ji êşên hilweşandin, talan, qetilkirin, revandin û îşkenceyê jiyanek nû jî afirandiye.
Gelo wê rojê çi çêbû, çi bi serê gelê Êzidî hat, çawa hatin rizgarkirin, piştî fermanê geşedanên li herêmê çibû û rewşa niha çiye?
DAGIRKIRINA MÛSILÊ
Çeteyên DAIŞ’ê ku ji sala 2014’an ve li Iraq û Suriyê erdîngariyek mezin dagir kir di 10’ê Hezîranê de bajarê Musulê dagir kir.
Bi vê dagirkeriyê re li ser deşta Nînowa, bi taybet jî Şengalê ku navçeyek girêdayî Musulê ye û piraniya şêniyên wê Êzidî ne xeteriyek mezin çêbû. Hêzên artêşa Iraqê ku xwe ji Musulê vekişandin, navçeya Şengalê jî vala kirin.
Piştî ku hêzên Iraqê herêm vala kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandin Şengalê. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li derdora Musulê berdewam kirin û piraniya gund û bajarokên li derdora Şengalê dagir kirin. Bi vî rengî Şengal hatibû dorpêçkirin û êdî çeteyan berê xwe dabû Şengalê. Gelê Şengalê herçiqasî di nava metirsiyê de be jî, baweriya xwe bi hêza pêşmergeyan anîbû û wan jî bi çekên xwe amadekarî dikirin ku warê xwe biparêzin. Lê belê tişta ku ew difikirîn wê pêk nehat û pêşmergeyan bêyî ku gel agahdar bikin herêm vala kirin.

FERMANA 73’yan
Di dema
ku herêm dihat valakirin de, çeteyên DAIŞ’ê jî êdî berê hemû êrîşên xwe dabûn Şengalê. Ji bilî rêya bajaroka Rebîa ya li ser sînorê Rojava, hemû rêyên Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. Ew rê jî di bin kontrola hêzên PDK’ê de bû. Di destpêka Tebaxa 2014’an de çeteyan êdî navenda Şengalê dida ber topan, lê dîsa jî destur nedihat dayîn ku welatî malên xwe bar bikin û li ser riya Rebîa derbasî herêmên bi ewle yên Başûrê Kurdistanê bibin.
Çeteyan êdî ji çar aliyan ve êrîşî Şengalê dikir û komkujî pêk di anîn. Lê hovîtiya herî mezin şeva ku 2’yê Tebaxê bi 3’yê Tebaxê ve girêdide pêk anîn. Di 2’yê Tebaxê ku civaka Êzidiyan cejna Çilê Havînê pîroz dikir de, çeteyan saet di 02.00’ê şevê de êrîşî ser gundê Sîba Şêxidir û Gir Zerik yên li Başûrê Şengalê kirin. Li van herdu gundan ciwanên Êzidî heta saetên serê sibehê liber xwe dan û li bendê man ku pêşmerge alîkariya wan bikin. Lê ne pêşmergeyan alîkarî kir ne jî cebilxaneya gundiyan hebû. Di encamê de jî çeteyan gundî di komkujiyê re derbas kirin.
Di dema ku çeteyan êrîşên zêde dikirin de, hêzên pêşmergeyan di saetên serê sibeha 3’yê Tebaxê de herêm bi temamî vala kir û xwe paşve kişandin. Di dîmenên ku di çapemeniyê de hatin weşandin de pêşmergeyên ku Şengal terikandin digotin, “bi biryara ji jor em paşve diçin.”
Şengala ku bêparastin hatibû hiştin û gelê wê yê sivîl ketibûn nava pençeyên çeteyên DAIŞ’ê. Li gorî zanyariyan, wê demê li Şengalê 500 hezar û 750 kes diman. Çeteyan di 3’yê Tebaxê de êrîşî navenda Şengalê kirin û kî hatiba pêşiya wan qetil dikirin. Her wiha jin, zarok û mêr bi hezaran kes revandin. Êzidiyên li Şengalê ji bo ku nekevin destê çeteyan, berê xwe dan Çiyayê Şengalê. Bi sed hezaran kesên ku di nava wan de zarok, jin, pîr û kal hebûn xwe spartin çiya. Lê bi deh hezaran kesan jî nekarîbûn xwe xilas bikin û di komkujiyê re hatin derbaskirin. Bi hezaran hatin revandin, windakirin.
Derbarê komkujî, kesên hatine revandin, windakirin û îşkencekirin de heta niha agahiyên zelal nehatine diyarkirin û reqemên cuda tên dayîn. Li gorî lêkolînên ji aliyê saziyên cuda ve hatine kirin hin agahî wiha ne:
Kesên hatine qetilkirin: 1293
Zarokên bê bav mane: 1759
Zarokên bê dayîk mane: 407
Zarokên bê dayîk û bav mane: 359
Zarokên ku çarenûsa dayik û bavên wan nayê zanîn: 220
Hejmara giştî ya zarokên ku bêdayik, bê bav mane û çarenusa dayik û bavên wan nayê zanîn: 2745
Hejmara kesên hatine revandin: 6417 (Ji vana 2760 jin, 788 zarokên keç, 2869 zilam û zarokên kur in.)
Gorên komî yên hatine dîtin: 68 (ev gor hîn nehatiye vekirin)
Cihên pîroz ên hatine hilweşandin: 68
BI SED HEZARAN KOÇBER
Di dema fermanê de çiyayê Şengalê bibû tekane stargeha bi sedhezaran welatiyên li Şengalê û gundên wê. Ji ber ku hemû alî aliyê çeteyan ve hatibûn dorpêçkirin, ji 7 salî heta 70 salî sed hezaran kes derketin ser Çiyayê Şengalê yê ku di destanên lehengiyê de navê daye nivîsandin. Di dîmenên ku wê rojê ji aliyê çapemeniya azad ve hatin weşandin de, yek ji trajediyên herî mezin dihat dîtin.
Li gorî daneyên ji aliyê saziyên têkildar ve hatine girtin, di fermanê de 360 hezar kesan ji cih û warê xwe koç kir. Bi sed hezaran kesên xwe spartibûn Çiyayê Şengalê di dorpêça çeteyên DAIŞ’ê de bûn û xeteriya komkujiyê li ser wan hebû…Îbrahîm ÊZIDÎ /Şengal
Di ser fermana 73’yan a Şengalê re 4 sal derbas bûn, lê hîn jî bi deh hezaran kes ji warê xwe dûr in, bi hezaran kes di destê çeteyan de mane. Li aliyê din gelê Şengalê ji xweliya fermanê jiyanek nû vejand.
Civaka Êzidî ku di dîrokê de bi gelek fermanan re rû bi rû ma, di sala 2014’an de vê carê li ber çavê hemû cîhanê di fermanê re hat derbaskirin. Di 4’emîn salvegera fermanê de, birînên Şengalê hîn bi temamî nehatine kewandin, lê belê civaka Êzidiyan ji êşên hilweşandin, talan, qetilkirin, revandin û îşkenceyê jiyanek nû jî afirandiye.
Gelo wê rojê çi çêbû, çi bi serê gelê Êzidî hat, çawa hatin rizgarkirin, piştî fermanê geşedanên li herêmê çibû û rewşa niha çiye?
DAGIRKIRINA MÛSILÊ
Çeteyên DAIŞ’ê ku ji sala 2014’an ve li Iraq û Suriyê erdîngariyek mezin dagir kir di 10’ê Hezîranê de bajarê Musulê dagir kir.
Bi vê dagirkeriyê re li ser deşta Nînowa, bi taybet jî Şengalê ku navçeyek girêdayî Musulê ye û piraniya şêniyên wê Êzidî ne xeteriyek mezin çêbû. Hêzên artêşa Iraqê ku xwe ji Musulê vekişandin, navçeya Şengalê jî vala kirin.
Piştî ku hêzên Iraqê herêm vala kir, hikûmeta Herêma Kurdistanê 12 hezar pêşmerge şandin Şengalê. Di vê navberê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe li derdora Musulê berdewam kirin û piraniya gund û bajarokên li derdora Şengalê dagir kirin. Bi vî rengî Şengal hatibû dorpêçkirin û êdî çeteyan berê xwe dabû Şengalê. Gelê Şengalê herçiqasî di nava metirsiyê de be jî, baweriya xwe bi hêza pêşmergeyan anîbû û wan jî bi çekên xwe amadekarî dikirin ku warê xwe biparêzin. Lê belê tişta ku ew difikirîn wê pêk nehat û pêşmergeyan bêyî ku gel agahdar bikin herêm vala kirin.
FERMANA 73’yan
Di dema ku herêm dihat valakirin de, çeteyên DAIŞ’ê jî êdî berê hemû êrîşên xwe dabûn Şengalê. Ji bilî rêya bajaroka Rebîa ya li ser sînorê Rojava, hemû rêyên Şengalê ji aliyê çeteyan ve hatibûn girtin. Ew rê jî di bin kontrola hêzên PDK’ê de bû. Di destpêka Tebaxa 2014’an de çeteyan êdî navenda Şengalê dida ber topan, lê dîsa jî destur nedihat dayîn ku welatî malên xwe bar bikin û li ser riya Rebîa derbasî herêmên bi ewle yên Başûrê Kurdistanê bibin.