Rojnameya Ronahî

‘Rêxistinên Navneteweyî hevkarê sûcên Imraliyê ne’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Anahîta Sîno diyar kir ku erdheja herî dawiyê li nêzî girava Îmraliyê pêk hat, fikarên derbarê rewşa Rêber Apo zêdetir kiriye û got; CPT û Saziyên Mafê Mirovan bi bêdengiya xwe dibin hevkarên sûcên dijmirovî  yên ku li îmraliyê tên kirin.

Ji dema dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan ve tecrîdeke giran li ser tê meşandin û ev 35 mehin bi ti awayî agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin, tevî bi 10`ê caran ji serdanên malbat û parêzeran jî, lê hevdîtin têne astengkirin û heta niha rewşa Rêber Abdullah Ocalan ne diyare. Herwiha di 23 Sibata 2024`an de, li navçeya Gemlîkê ya Bûrsayê bi pileya 4.1 erdhej çêbû. Ev dever nêzî Girtîgeha Îmraliyê ye ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê hatiye ragirtin. Ev jî, jiyan Rêber Abullah Ocalan dixe mestisiyekê de. Ji ber erdhejan û bandorên wê fikarên gelê Kurdistanê û gelên aştîxwaz, li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde dikin. Di heman demê de, CPT’ê di navbera 13-22`ê Sibata 2024`an de ji bo vekolana pêkanînên li ser kesên di girtîgehên ewlekariya bilind de tên kirin, serdana Tirkiyeyê kir. Lê bê ku serdana Îmraliyê bike vegeriyaye, ev dide diyarkirin ku CPT hevkara Sûcên Îmraliyê ye.

Derbarê erdheja ku li nêzî girava Imraliyê pêk hat û metirsiya wê li ser jiyan Rêber Apo hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Anahîta Sîno ji rojnameya me re axivî.

Anahîta Sîno diyar kir ku hêzên navneteweyî ji fikrê azad yê Rêber Apo ditirsin û wiha got: “Heger em vegerin 25 salan, bi taybet komploya ku li ser Rêber Apo hate meşandin, ya bi destên gelek hêzên navneteweyî û herêmê hat pêkanîn, eşkere dibe ku tecrîda giran yali ser Rêber Apo armanc jê çi ye. Hêzên desthilatdar ji fikr û ramanên Rêber Apo yên azad ditirsin,Ji ber fikrê Rêber Apo ne li gorî berjewndiyên hêzên desthilatdare. Hêzên desthilatdar dixwazin Rojhilata Navîn bi giştî dagir bikin û gelên wê qir bikin. Lê Fikrê Rêber Apo ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê ye.”

 ‘Îradeya Rêber Apo ji hêza komplogeran xurtir e’

Anahîta Sîno di berdewamiya axaftina xwe de anî ziman ku Îradeya Rêber Apo ji hêza komplogeran mezintir bû û wiha got: “Di hizra komplogeran de ku ramanên Rêber Apo bi girtina wî re, wê bên dîlgirtin, lê Rêber Apo ev yek vala derxist. Di girtîgeheke û rewşeke zor û zehmet de, Rêber Apo bi tena xwe şoreşek azadiyê da avakirin. Herwiha Îradeya Rêber Apo ji hêza komplogeran mezintir bû, lewra armanca wan him zindankirina fikrên Rêber Apo, ya din jî şikandina îradeya gelan bû, ev yek hemû dijî hêzên komploger hat. Ji ber Rêber Apo felsefa xwe di nava zindanê de dorpêç nehişt û belavî cîhanê kir, di heman demê de cîhan bû xwedî hêz û vîna mezin bi vê felsefe yê.”

‘Rêber Apo planên qirêj têk bir

Anahîta Sîno da eşkerekirin ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi tecrîdê jiyanê ji Rêber Apo qut bikin û wiha got: “Tevî ku Rêber Apo di zindanê de ye, tirsa wan jê heye, lewra tecrîd li dû tecrîdê li ser didin meşandin. Niha jî kiryarên ku di derheqê Rêber Apo de tên meşandin, di tu girtîgehên cîhanê de tuneye, ev zagonên li ser tên ferzkirin, tuneye, ne di rêxistinên mafê mirova de, ne di zagonên mafê girtiyan de. Lewra dibe nêzî 3 salan tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo tê meşandin, dixwazin bi tecrîdê jiyanê ji Rêber Apo qut bikin, da ku bi roniya ramanên wî cîhan ronî nebe, ji bo vê yekê jî gelek hewldan hatin kirin, lê hêza berxwedaniya Rêber Apo, pilanên wanî qirêj têk bir.”

‘CPT hevkara sûcên ku li Imraliyê dibe’

Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîrên a Kantona Cizîrê Anahîta Sîno axaftina xwe wiha qedand: “Herî dawî di 23 Sibatê de erdhejek li nêzî girava Imraliyê pêk hat, ev jî dilê hemû hezkarên Rêber Apo xistine nava metirsiyeke mezin de, ji bo vê yekê jî divê ku hemû kes berxwedaniyê ji bo Rêber Apo gurtir bike, dengê xwe bighînin rêxistinê cîhanî yên mafên mirovan û ên ku mafê girtiyan diparêzin, da ku vê tecrîdê li ser bişkînin û Rêber Apo bi fîzîkî azad bibe. Di heman demê de serdana CPT ji girtiyên li Bakur re û vegera wê beyî ku

serdana Rêber Apo bike, ev da diyarkirin ku CPT jî hevkarê sûcên ku li Îmraliyê dibe.”