Ayşa Silêman/ Qamişlo
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb diyar kir ku êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanca wan qirkirin û têkbirina vîna gelên herêmê ye.
Dewleta Tirk a dagirker bi riya hedefgirtina binesaziya herêmê û qutkirina av, nan, elekitrîkê dixwaze gel koçber bibe. Bi sedema van êrîşên ku li ser stasiyonên elekitrîkê pêk hatin, bi milyonan mirov ji pêdiviyên jiyanê bê par mane.
Di derbarê hedefgirtina dagirkeriya Tirk ji binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb ji Rojnameya me re axivî.
‘Armanca dewleta Tirk şikandina vîna gelan e’
Silêman Ereb diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker gelên herêmê dike armanc û wiha got: “Siyaseta dewleta Tirk bi 10’ê salan di derbarê avê de li beramberî herêmê daye meşandin, şerê gel dike bi riya avê, ji ber ku çavkaniyên avê yên bin erd û ser erd yên serke li Bakurê Kurdistanê ne, dewleta dagirker li beramberî hemû gelên Rojhilata Navîn û bi taybet Sûriya siyasetekî gelekî xirab daye meşandin, her wiha ava Firat û Dicle qut dike û li gor zagon û peymanên navdewletî jî mafê avê nadê herêmê, her wiha gelek bendavên avê ava kirine, encama van bendavan gelek çem û rûbarên ku diherêmê de diherikîn hemû bê av man, dewleta dagirker bi hezran bîrên ku ava bin erd dikşînin vekirine, her wiha dema ku dagirkeriya Tirk Serê Kaniyê dagirkir, li wir stasiyona Elok hebû di encama dagirkeriyê li ser stasiyonê zêdeyî melyonek kes ma bê av, wekî şerekî avê dide meşandin li beramberî gelê herêmê. Her wiha em dibînin ku di herêma me de sedema nebûna avê zuwahî zêde dibe, di encamê de lawir jî nikarin bijîn, xwezaya herêmê jî daye xirakirin, di encama qutbûna avê nexweşî jî pir dibin, ev siyaseteke giştî ya dagirkeriya Tirke ku bi dehê sala meşandiya û heta niha jî berdewam dike.”
Armanc ji hedefgirtina dewleta Tirk ji stasiyonên elekitrîkê re
Silêman Ereb berdewamî da axaftinên xwe û wiha got: “Êrîşa herî dawî ya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybet hedefgirtina navendên sereke yên elekitrîkê, li seranserî kantona Cizîrê gel bê av û eleketrîk ma, ji bajarê Dêrikê heya Tiltemir, di encama qutbûna elekitrîkê li ser stasiyonên avê, ev yek jî bi zanebûn hat kirin, di encama van êrîşan de ji 450 bîrên ava vexwarinê di herêmê de tenê 124 bîr kardikin, ev bîr jî li ser jenetorên mazotê ne, her wiha ev bîr hatin sekinandin ji ber ku piraniya bîr û stasiyonên ava vexwarinê bi riya elekitrîkê kar dikirin, piştî hedefgirtina stasiyona Siwêdiyê ya elekitrîkê êdî elekitrîk li ser hemû bîran hatin qutkirin, her wiha hin ji van bîran di nav bajaran dene û yên din jî li gundane ku ava vexwarinê didan seranserî herêmê, di herêmê de du çavkaniyên sereke yên ava vexwarinê hene; yek bîrên ava bin erde ya din jî ava bendava Sefan ne, di heman demê de stasiyona Sefan jî di encama qutkirina elekitrîkê de hat sekinandin, ev stasiyon jî av dida pênc bajaran Dêrik, Girkêlegê, Çilaxa, Tirbespî û beşekî mezin ji bajarê Qamişlo, lê ev demeke ew jî sekiniye. Stasiyonên me yên sereke yên ku avê didin bajarê Qamişlo; Sitasiyona Hilêliyê, Iwêca û ya Ceqceq, ya Hilêliyê ji sedî 75 avê dide bajarê Qamişlo, ya Ceqceq û Iwêca ji sedî 25 avê didin bajar, di encam de ev her sê stasiyon jî hatin seknan din.”
Îrade û sekna gelên herêmê li hember êrîşan
Hevserokê Desteya Rêveberiya Xwecihî ya Kantona Cizîrê Silêman Ereb di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Di herêmê de hinek haziriyên me hebûn ji bo heger rewşek ewarte derkeve em jenetoran hazir bikin, lê di encama êrîşê de zêdayî nîv melyon kes di kantona Cizîrê de bê av mane, ev yek sûcekî şere, dewleta Tirk dixwaze bi riya tîbûn û birçîbûnê gel bide kuştin, di heman demê de ev hemû zagonên navdewletî derbas dike û ev êrîşekî hovaneye li ser gel, her wiha me ji bo saziyên mafên mirovan belgeyên xwe gotin û me ji wan re diyar kir ku çawa dagirkeriya Tirk êrîşî milet dike, da ku avê li ser qutbike, me belge û pirojeyên xwe pêşkêşî qomîteyên mafnasî yên ku di herêmê de ji bo me civînekî berfireh çêkirin. Di civînê de me pirojeyên avê bi taybet ava hesekê, her wiha pirojeyên peydakirina jenetoran ji bo bîran û ji bo bîrên vexwarina avê ênêrjiyên rojê deynin, me ji bo gelek saziyên navdewletî ev piroje pêşkêş kirine, da ku destekê bidin me , ya herî girîng di vê pêvajoyê de miletê me ye, helwesta milet ku li beramberî van êrîşan sekinîn helwesteke gelekî bihêz bû, berxwedana milet da xuyanîkirin ku çiqasî dagirkeriya Tirk êrîş bike jî, em dikarin di derfetên herî kêm de jiyan bikin, lê bê rûmet jiyan nakin, ji ber vê yekê saziyên me yên avê bi gel re di nav vê rewşa ewarte de ne û şev û roj dibin xizmeta gel de ne, hewildana me heye ku em avê ji bo gel peyda bikin, him bi riya şuxlandina bîr û stasiyonan bi riya jenetoran re, him jî bi riya sehrîcan avê belav bikin, wek din me bernameya berdana av ê ji gel re parvekir, her bajarek seatên ku eva wan tê, da ku her kes karibe ava xwe dagirin her wiha me hewil da ku seatên berdana avê bi seatên ku jenetoran hebe da ku her malek bikaribe qazanên xwe dagirin û bê çare nemînin, her wiha me ji gelê xwe xwest ku kêmtirîn av pêdiviyên xwe biqedînin, da ku em û milet bi hevre karibin vê rewşa zehmet derbas bikin.”