Rojnameya Ronahî

Jiyan bi jinê, jin jî bi jiyaneke azad nirxdar e

Birûc Resûl/Qamişlo

Şervana YPJ’ê Zinarîn Tolhildan diyar kir ku roja 8’ê Adarê roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye, di hemû waran de xwe pêşxistin û îspat kirin ku wê bibe gav avêtina me ya yekem û got:Êşa ku jin bi salane dikêşe di sala 2024’an de wê bibe dermankirina tevahî êşan, her wiha 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber APO pîroz dikin.

8`ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhanê, roja hemû mirovên kedkar û mafparêzên cîhanê ye. yên ku mil didin milê jinan dadikevine meydana xebata berxwedanê ji bo dinyayeke bê şer û alozî, bê çewsandin û zulm, ked û xwîna xwe didin. Ji bo ku di nava aştî û biratî û bi jîyaneke azad, bi rumet û bextewerîyê da bijîn. Her wiha di dinyayekê ku di jêr desthelatîya mêran da dinale, xebata jinan gelek girîng e. Di hemû şer û alozî û zulman da barê giran û para mezin li ser pişta jina dibe. Di heman demê de di bin nîra zulma netewî, çînayayetî, civakî, cinsî û olî da dinalin. Ji bona rizgarbûna xwe ji vê zulmê, berxwe didin. Heta ku jin rizgar nebin, mêr jî rizgar nabin, heta ew ji bo xebata azadî ya jinan hevsenger nebin, ew jî qeyd û bendên koletîyê nikarin bişkênin. Ew bê hev nikarin jîyana xwe berdewam bikin û bi hevra dikarin rizgar bibin. Di vê çarçoveyê de Şervana Yekîniya Parastina Jin (YPJ) Zinarîn Tolhildan ji Rojnemeya me re axivî.

‘Rêber Apo heqîqtên veşartî raxiste ber çavê cîhanê’

Zinarîn Tolhildan diyar kir ku her tişt bi wate û cewhera xwe ya rasteqîn bedewtir e û wiha got: “Jiyan bi rengê jinê, bi aşitî û wekheviya gelan ve rengîntir dibe. Lê bi salane serdest davêjin azadiya gelan û li gorî zehniyeta xwe wan bi kar tînin. Ji ber vê jî rênîşaneya ciwan û civakê bû hedef. Rahîbên ku temsîla serdestiyê dikin her tim jinê ji xwe re asteng dibînin, lê belê lêkolînerên arkeolojîk û kesên dîroknas belgeyên bi ispat ên rastiya dîrokê derxistin holê. Rêber û Rêhevalê jinan Rêber Apo di derbarê dîroka jinê de heqîqetên veşartî raxiste ber çavê cîhanê, bû rênîşaneyek da ku jin ji nû ve derkevin ser dika dîrokê. Her wiha di dîrokê de, gelê Kurd her dem rastî komkujî û tundiya dagirkeran hatine. Bi her awayî xwînmijan xwestine gelê Kurd di kumkojiyeke giran re derbas bikin. Her çiqas gelê Kurd ji rêvebirinê dûrketibe jî, lê tu carî serî netewand.”

‘Karê jiyanê tenê bi karê malê re sînordar namîne’

Zinarîn da zanîn ku tevahiya cîhanê dizane ku civak bi ked û perwerdeya jinê tê avakirin û Jin bi anîna zarokan re, heya kar û barên jiyanî re ked daye û wiha got: “Dema tê gotin ku karê jiyanê tenê bi karê malê re sînordar namîne. Di asta rêvebirina giştî civakê de rol û misyona jinê diyarkere. Bi hezaran jinên Kurd ên ku mil bi mil parastina gel kirin û cihê xwe di serhildanan de girtin derketin holê, her wiha ya ku dîroka gelê Kurd cudayî dîrokên gelên din dike jî, serhildêriya jina Kurd e. Cara yekem di sala 1930’an de komeleya jinên Kurd ji bo parastina mafê jinan hate damezrandin, girêdayê wê jinên weke Meyan Xatun, Qedem Xêr, Fatma Xan, Meyrem Xan, Fata Reş, Zarîfe, Sakîne Cansiz, Ruken û Arînan mîraseyên têkoşîna jinên Kurdin. Wan jinan dîrok nivîsand û di roja me ya îro de jî, rihê wan her tim dijî. Ji ber vê jî têkoşîn û berxwedaniya jina Kurd ji dîrokê heta roja îro efsaneya tevahî jinên cîhanê ye. Bi taybetî têkoşîna gerîlayên YJA STAR, hêza YPJ’ê li ser asta cîhanê bandoreke mezin da çêkirin. Her wiha têkibirana DAIŞ’ê bi destê Yekîneya Parastina Jin YPJ’ê hem di warê leşkerî de, hem jî di warê siyasî de rol û misyona jinê diyarker bû. Bi vê re gelek jinên biyanî yên ku gav bi gav berxwedaniya YPJ’ê dişopandin, hêz û îradeya jinê bi şoreşa jinê ve naskirin. Bêguman ev hêz encama keda Rêber Apo ya, ji bo jinan e. Ji ber ku di her demê de azadiya jinan ji bo Rêber Apo xeyala yekem bû.”

‘Ne tenê rojek ji bo jinan e’

Zinarîn Tolhildan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan re, hebûn û rengê jina azad, di kûrahiyê de bi civakê hate nasîn. Kesên ku jin weke hebûn û tunebûna xwe yeke didîtin, lê belê bi têkoşîna jinê re hat îspat kirin ku her tişt bi jinê re hebûna xwe temam dike. 8’ê Adarê jî weke sembola têkoşîna jinên cîhanî tê nasîn. tenê weke rojekê ji bo jinan bê dîtin, mafê wê baş neyê dayîn û bi gelemperî têkoşîna jinan tam nayê rûnişkandin. Rêber Apo wiha anîbû ziman: “Ne tenê rojek ji bo jinan e, divê hemû roj bi jina azad re bê jiyîn.” Ji vê nirxandinê tê fêmkirin ku jin hebûneke ku di her demê de xwedî cewhereke bedewe. Di heman demê de jinên ku bedena wan divê rojê de hate şewtandin, bûn meşaleya pêşerojek ronî û azad. Her çiqas ku dihat xwestin mafê jinê nehatibe dayîn jî, lê belê ji dîrokê heya niha kedek bi îsrara serxistin ya jinan, dewam kiriye. Ya herî girîng û encamgir jî artêşbûna jinê ya ku di roja îro de, ji bo tolrakirina mafên jinan têdikoşin. Bi taybetî têkoşîna gerîlayên jin ên ku ji bo azadiya jinan û gelan li ser çiyayên Kurdistanê bi hemû zehmetiyan berxwe didin, bi vîna azadiyê şer dikin û derbên giran li zihniyeta paşverû a serdestan dixin.”

‘Bi yekbûna jinan wê ala azadiyê û serxwebûnê bilid bibe’

Şervana YPJ’ê Zinarîn Tolhildan di dawiya axaftina xwe de bal kişand li ser dengên ku îro jin bi diruşmeya  JIN JIYAN AZADÎ li her derê bilind dibe, weke jinên li Afxanîstanê, Rojhilatê Kurdistanê û li seranserî Cîhanê, berhemên têkoşîna jinên Kurd û fikir û ramanên Rêber APO ye û wiha domand: “Jina ku her tişt jê re qedexe bû îro di tevahî qadên siyasî, leşkerî, aborî, çandî û civakî de cihê xwe digre. Helbet asta ku jin gihîştiyê zihniyeta serdest û desthilatdar bi hêrs dike, lewma dubare êrişî jinan dikin. Hevala Zelal, Azadî û Sorxwîn mînekên vê yên herî nêzin ku pêvajoya herî dawî de gihîştin merteba şehadetê, ji ber ku dixwazin her dem serweriya xwe li ser jinê bidin meşandin û civakê kole bihêlin. Lê weke hêzên Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê, bi diruşmeya JIN JIYAN AZADÎ re asta têkoşîn û tolrakirina hazarên salan, armanca me ye. Bi yekbûna jinan wê ala azadiyê û serxwebûnê bilid bibe. Helbet roja 8’ê Adarê roja berxwedan û bilindkirina têkoşînê ye. Lewra weke şervanek YPJ’ê di hemû waran de xwe pêşxistin û îspat kirin ku wê bibe gav avêtina me ya yekem, da ku ji tevahî jinên cîhanê re bibim bersiv. Êşa ku jin bi salane dikêşe di sala 2024’an de wê bibe dermankirina tevahî êşan. Di dawiyê de 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê û li Rêber APO pîroz dikim û soza xurtkirina têkoşînê didim.”