Rojnameya Ronahî

Salîhe Aydeniz: Rabin Dem Hatiye

Mihemed Xanim/Qamişlo

Amedekariyên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yên ji bo hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adara 2024’an berdewam in. Perlemantera Mêrdînê Salîhe Aydeniz diyar kir armanaca DEM Partî pêkanîna pergaleke ekolojîk, demokratîk û azadiya jinê ye. 

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de xebatên xwe didomîne. DEM Partî ji bo diyarkirina hevşaredaran û endamên meclisên şaredariyê û meclisa giştî ya bajar, di 14’ê çileya 2024’an de li 10 bajar û gelek navçeyên wan pêşhilbijartinan li dar xist. Di pêşhilbijartinê de bi dehhezaran delegeyan dengên xwe dan. Li gelek bajaran ji ber ku bernamzetan rêjeya ji sedî 50’î derbas nekirin, hilbijartin ji bo tura duyemîn man. Li hinek bajaran hejmartina dengan heta serê sibehê berdewam kirin.

Di 29’ê Çileya 2024’an de DEM Partiyê li Amedê namzetên xwe yên hevşaredariyê da nasandin.Herwiha namzetên jin ên ji bo hevşaredariyê jî hatin eşkerkirin. Di heman çarçoveyê de, di 18’ê Sibatê de DEM Partiyê danezana xwe ya hilbijartinê eşkere kir. Ji bo şaredartiyên pir zimanî, azadîxwaziya jinê, ciwan, xizan, kedkar û astengdaran jî proje hatin ragihandin.

Derbarê hilbijartinên herêmî yê 31 Adarê yên Tirkiyê de Perlementera Mêrdînê Salîhe Aydeniz ji rojnameya me re axivî.

Salîhe diyar kir ku herdem bernameyên partiya wan yên hilbijartinê ji yê partiyên din yên girêdayî sîstemê cûdatir in û wiha got: “Partiyên girêdayî sîstemê herdem ji bo berjewndiyên xwe xebatê dikin û hilbjartinan pêk tînin. Lê partiya me herdem ji bo gelan, jin , ciwan, xweza û jîngehê kar û xebatan dike. Armanca me ya sereke parastina berjewndiyên gelan e. Herwiha avakirina sîstemeke civaknasî ku mafê her kesê di civakê de biparêze.”

‘Armanca me xizmeta gel e’

Salîhe da zanîn ku wan destpêkê ji bo derxistina berendaman berhilbajrtin pêk anîn û wiha domand: “Tê zanîn ku me ji bo hilbijartinên herêmê berendamên partiyê û şaredariyan bi riya berhilbijartinan diyar kirine. Li tevahiya bajar , bajarok û bajarên mezin hevserokatî û endamên meclisan bi riya berhilbijartinê hatine diyarkirin. Ji bo hilbijartina herêmê û xizmeta gel û pêkanîna civaknasiyê, gel îrada xwe eşkere dike. Ev jî vê wateyê dide ku partiya Dem di dîrokê de tiştekî yekemîn pêk aniye, ji ber ku ev sîstem li cem tu partiyên din tune ye. Sîstema hevserokatiyê di şaredarî û partiya me de heye û ev jî tiştekî dîrokî û girînge. Di dema niha de endamên şaredariyan û hevserokên wan hatin eşkere kirin, vê carê ne tenê li Kurdistanê ne, li bajarên Tirkiyê jî hatin diyarkirin, ji ber ku vê carê stratêjiya me ne tenê ji bo Kurdistanê ye, lê belê ji bo tevahiya Tirkiyê ye, herwiha ji bo siyaseta kurd û dostên kurdan jî qezenckirine.”

‘Xebatên hilbijartinan wê heta 31’ê Adarê dewam bikin’

Salîhe Aydeniz wiha dewam kir: “Di dem niha de xebatên me bi dawî bûn, niha starta xebatên hilbijartinan hat dayîn, em di dema niha de li her cihî xebata hilbijartinê; mîna vekirina biroyan, li darxistina meş û mitîngan pêk tînin. Ji 22 vê mehê de li her cihî bi girseyî hevdîtin tên kirin, herwiha wê tevahiya xebatan berdewam be heta 31’ê Adarê. Pirojeyên me; ji bo pêkanîna pergala ekolojîk, demokartîk û azadiyê jinê, herwiha  temsîliyeta hevpar tevahiya xebatên me tên pêşxistn. Herwiha ji bo pêşxistina xebatên ciwan, zarok, astegdar  û ol û baweriyan jî wê xebat bên kirin.”

’Wê gel xwedî li îrade û siberoja xwe derkeve’

Perlementera Mêrdînê Aydeniz bang li tevahiya gel kir ku xwedî li îradeya xwe derkevin û axaftina xwe wiha qedand: “Em ê kolan bi kolan û bajar bi bajar bi gelê xwe re bin û bi wan re bişêwirin, herwiha çi ji bo gel pêwîst be em ê xizmetê bikin. Tevahiya Partiyên din hilbijartinên xwe bi hêza dewletê dikin, lê em bi îradeya gelê xwe serkeftinan qezenc dikin. Wekî salên 2016 û 2019‘an nikarîbûn bi sendoqan dengê gel ji holê rakin, qeyûm avêtin û îrada gel derbe kirin. Di pêşerojê de em ê gelê Kurd û dostên wan ji partiya Dem xebata xwe bimeşînin, em îradeya gel bi ser bixin. Dixwazin bi hêza xwe pêşiya me bigrin, lê gelê me dibêje ewê  tucarî nedin partiyên dewletê û îradeya xwe bi ser bixin, li her devrî em ê şaredariyê xwe bistînin û teslîmî gel bikin. Vê carê li Tirkiyê jî em ê di gelek cihan de meclisan qezenc bikin. Polîtîkaiya dijminatiya gelê kurd ya sed salî tê meşandin, pêwîste gelê me bi girseyî û îrdeya xwe xwedî li partiya xwe derkevin. Hilbijartina ji bo gelê kurd û sîstema ekolojîk  û demokratîk û azadiya jinê pir girînge.”