Monday, June 8, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e

05/03/2024
in Uncategorized
A A
Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Melek/ Qamişlo

Ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocelan, gelên Bakur û Rojhilatê Sûryê di 9`ê Sibata 2024`an de dest bi Kampanya Komkirina Îmzeyan kir. Endama Isiyatîfa Parêzerên Sûrî  ji bo parastiina Rêber Apo Beşîra Ismayîl diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûryê ji bo azadiya Rêber Apo asta têkoşînê roj bi roj bilintir dikin.

Rêberê gelê kurd  Abdullah Ocalan ev 26 sal in li dijî tecrîd û îşkenceyê di girtîgeha Îmraliyê de li ber xwe dide, ev demek heye ku tu agahî jê nayên girtin, dewleta Tirk nahêle ku parêzer yan malbata wî têkiliyê pê re bikin yan tu agahiyan li ser rewşa wî nasbikin. Di çarçoveya pêngava cîhanê ya azadiya Rêber Apo de gelên bakur û rojhilatê Sûriyê di 9’ê Sibatê de dest bi kampaniya komkirina imzeyan kir û ev kampanî heta 4 Nîsanê wê dewam bike.

Derbarê kampaniya komkirina imzeyan de  endama Însyatîfa Parêzerên Sûriyê a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Beşîra Ismayîl ji rojnameya me re axivî.

Beşîra diyar kir ku ev 26 sal in Rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralê de ye û wiha got: “Dewleta Tirk her tim hewl dide ku tu agayiyan derbarî rewşa Rêber Apo de nade, em weke mafnas û parêzeran daxwaza me ji rêxistinên mirovî yên cîhanê heye ku li hemberî tecrîda li ser Rêber Apo bêdeng nemînin û zagonên ku imze kirine pêk bînin. Ji ber ku Rêber Apo temenê wî 75 salî derbas bûye, dewleta Tirk li tu hiqûqa navneteweyî guhdar nake. Helbete ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek kampanyayên komkirina îmzeyan bên li dar xistin û ev yek jî nîşaneya herî mezin a hevgirtina gelê Rojava ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan e. Kampanya komkirina îmzeyan gihaştiye zêdeyî 2milyon û 600 hezar îmzeyan.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya Gelê Kurd ji zilm û zordariyê ye’

Endama Însyatîfa Parêzerên Sûriyê a ji bo Parastina Rêber Abdullah Ocalan Beşîra Ismayîl wiha qedand: “Ev kampanya ku ji 9`ê Sibata 2024`an de dest pê kiriye û dê het roja jidayikbûna Rêber Apo 4`ê Nîsanê dewam bike, armanca me ya yekem û dawiyê jî ew e ku 3 milyon îmze li seraserî Bakur û Rojhilatê Sûryê ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd were bi destxistin. Hemû yekîtî û saziyên di Rêveberiya Xweser de ji bo azadiya Rêber Apo gelek tevlîbûn û çalakiyan didin meşandin , ji ber ku azadiya Rêber Apo azadiya Gelê kurd ji zilm û zoriyê ye. Me weke yekîtiya giştî ya parêzeran li se asta Rojava û Rojhilata navîn gelek semîner li darxistin û me ji cîhanê re ragihand ku Rêber Abdulah Ocalan di girîgeha herî bi zirar di cîhanê de ye , ew jî girtîgeha Îmralê ye. Dewleta Tirk wê bernade û nahêle parêzer û malbata wî sardana wî bikin û li tevî wê jî tu agahiyan derbarî reşa wî nadin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê
NÛÇE

150 Malbatên Êzîdî yên li kampên Başûr diman vegeriyan Şengalê

08/06/2026
Perwîn Yûsif: Banga aştiyê banga sedsalê ye
NÛÇE

Rêber Apo: Entegrasyona demokratîk bi demokrasiya xwecihî bi wate dibe

08/06/2026
Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç
NÛÇE

Ji Rojavayê Kurdistanê şermezarkirina gotinên nijadperest ên Rehmî Koç

08/06/2026
Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar
JIN

Li wanê Mehrîcana Keda Jinan a Berhemdar

08/06/2026
Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”
JIN

Ji Bakurê Kurdistanê Kampanya “Ciwanên komînal li dijî Şerê Taybet li qada ne”

08/06/2026
YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye
JIN

YRJ’ê; Êrişa li ser Ajansa Nûçeyan a Jinê hewldana bêdengkirina dengê rastiyê ye

07/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.