Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

6 fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ hatin pêşkêş kirin

04/03/2024
in Uncategorized
A A
6 fîlmê ‘Stranên Keziya Sor’ hatin pêşkêş kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Fîlmê muzîkal yê bi navê Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje, li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo hat pêşkêkirin.

Li navenda Mihemed Şêxo ya çand û hunerê li bajarê Qamişlo, fîlmê muzîkal ê bi navê Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê vedibêje ku bi pêşengtiya Tevgera Çand û Hunera jin a Hîlala Zêrîn û bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê û Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve hate pêşandan. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlm 7 mehan dewam kirin.

Kesayet û têkoşîna şehîd Sakîne Cansiz wek îlhama navê fîlim hatiye hilbijartin. Dema fîlmê muzîkal 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 200 jin di fîlim de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.

Di destpêkê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin.

Beriya pêşkêşkirina fîlimê Rêvebera Hîlala Zêrîn a kantona Qamişlo Rûken Mihemed bi xêrhatina hemû mêvanên ku amede bûn kir û piştre li ser çêkirina fîlimê wiha got: “Armanca me ji vê fîlmê ew ku em xwedî li nirx û mafê jin ku di nava dîrokê de ked û bedelên giran buhadane derkevin. Ji ber ku ji dîrokê ve bi destê jinê her tişt hatiya afrandin. Herwiha di nava vê şoreşê de çiqas hat parastin ku çiqas tûndî li ser hat kirin, lê bi berxwedanî û tekoşîna xwe zindî bû.”

Di heman çarçoveyê de Koordînasyona Hîlala Zêrîn a Bakur Rojhilatê Sûriyê Mizgîn Çolaq axivî û got: “Roja jinên cîhanê 8`ê Adarê li tevahî jinan pîroz be, em wekî tevgera Hîlala zêrîn spasiya hemû kesên ku bi me re bûn alîkar ji bona vê pirojeyê. Di heman demê de ku em ked, xebat û tekoşîna jinê ji dîrokê ve zindî bikin bi riya hunerê û ji bona ku ji hemî nifşên nû bibe sembol.”

Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’, ‘Bê Serok jiyan nabe’ û bi tilîliyên dayikan pêşendana fîlmê “Keziya Sor” hat bi dawî kirin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.