Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şehîd Cûdî Reşo Sembola Qehremaniyê Ye

03/03/2024
in Uncategorized
A A
Şehîd Cûdî Reşo Sembola Qehremaniyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter
Vîndar Roj/ Şehba_
Hêzên Rizgariya Efrînê di 30’ê Çileya 2024 an de çalakiyeke fedayî li Gundê Basilê bi pêşengtiya 5 fedayîyan ji bo tolhildana tavahî Şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ku di encama êrîşên dagirkeriyê de şehîd bûne dan destpêkirin. Yek ji wan qehremanan jî şehdî Cûdî Reşo ye.
Di 30’ê Çileya 2024 an de Hêzên Rizgariya Efrînê bi pêşengtiya 5 pêşengên Tevgera Azadiyê û dildarên rizgariya Efrînê de li gundê Basilê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya herêma Efrînê, çalakiyeke fedayî li dijî komên çete yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê pêk anîn.
Ev çalakî weke çalakiya tolhildanê ji bo tavahî şehîdên ku di encama êrîşên dagirkeriya Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûne hat destpêkirin. Şehîd Cûdî Reşo yek ji pêşengên ku bi qehremanî bi 4 hevrêyên xwe re cihê xwe di nava vê çalakiyê de girtibû.
Jiyana şehdî Cûdî Reşo  
Hemîd Reşo bi nasnav (Cûdî Reşo) ji gundê Baflûrê ya herêma Efrînê ye. Di nava malbateke welatparêz de cavên xwe li dunyayê vekiriye. Bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re tevlî nava şoreşê dibe û li ser wê esasê di xeta têkoşînê de di gelek pêngavan de bi qehremanî şer kiriye û xebat da ye meşandin.
Şehîd Cûdî Reşo di seranserî tevlîbûna xwe de tevlî gelek ceng û şerên li hember dijmin bûye, û li ser esasê şerê gelê şoreşgerî tevlî pêngava şerê Helebê dibe. Herwiha di pêngava rizgarkirina gundewarên Şehbayê ji komên çeteyan bi qehremanî cihê xwe tê de girtiye. Di şerê Herêma Efrînê de di qonaxa yekemîn de ji Berxwedana Serdemê bi fedayî û lehngiyeke bê hempa cihê xwe di eniya herî pêş de digre. Di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Serdemê li herêma Şehbayê û bi avakirina Hêzên Rizgariya Efrînê careke din şehîd Cûdî dibe sembola qehremanên ciwanên welatparêz û cihê xwe di nava çalakiyan de digre. Bi vî rihî di 30’ê Çileya sala 2024 an de bi hevrêyên xwe re muhra xwe li şoreşê dixin.
`Em bi şehadeta lawê xwe ser bilindin`
Bavê Şehîd Cûdî Îbrahîm Xelîl Reşo derbarê gava yekemîn ya Şehîd Cûdî ber bi têkoşînê ve avêtiye wiha ji rojnameya me re anî ziman: “Di sala 2012 an de lawê min Şehîd Cûdî biryara tevlîbûna nava têkoşînê da. Piştî tevlî bû, bi çend rojan xwîşkên wî gotin emê herin birayê xwe bibînin. Ez û xwîşkên wî em çûn gel wî. Dema li cihê xwe bû wî parastina derdor dikir û em pêşwazî kirin. Wê demê de min tu gotin jê re nekirin em bi tevlîbûna wî kêfxwaş bûn. Piştî wê Cûdî tevlî hemû pêngav û şerên li hember dijmin bû. Di şerê Efrînê de cihê xwe li tepê Qestelê digirt, û bi hevalên xwe re di hemû eniyan de cih girt. Bi fedayîtî û bê dûdilî  şer kir,  em bi şehadeta wî ya ji bona rizgarkirina Efrînê ne poşman in û ew ne şehîdê yekemîne; bi hezaran şehîdên ku di oxira vê dozê de şehîd bûne hene. Em ser bilindin bi jiyan, çalakî û şehadeta Şehîd Cûdî”.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.