Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Ji bona kar û xebatên hunerî tu astengî li pêşiya xwe nedîtin

03/03/2024
in Uncategorized
A A
Ji bona kar û xebatên hunerî tu astengî li pêşiya xwe nedîtin
Share on FacebookShare on Twitter
Hêvî Melek/Qamişlo
Şanoger Umer Hesen bi navê Teyaro di nava civakê de tê naskirin û di sala 1984`an de li bajarê Qamişlo di nava malbateke welatparêz de ji dayik bûye.
 ji bo ku karibe çand û wêjeya kurdî bi cîhanê bide naskirin xwe di aliyê şanoyê de  pêş rêxe herwiha li ser daxwaza xwişka wî Ş. Hebûn tevlî koma şanogeriyê di sala 1995`an de dibe û tevlî koma Botan a şanoyê bû. Di sala 1997`an de di şahiya Aram Tîkran de cara yekem derdikeve li ser dika şanoyê û lîstikvaniyê dike. Weke tê zanîn jî Umer bejina wî pir kurte, lê vê yekê ji bona xwe nekiriye astengî û di jiyana xwe de her karê ku tê ser milê wî dike û astengiyan di pêkanîna wê de nabîne. Di şanoyên xwe de hemû astengî û zehmetiyên ku kurd têde jiyan dikin bi awayekî komîdî pêşkêş dike. Teyaro xwest ku çanda kurdî di riya şanoyê de biparêze û hem jî xwest ku xwe ji her kesên astengdar re bike mînak, ku ew jî dikarin van astengiyên xwe bikin hêz û xwe bi vê hêzê û bi xwe bawerbin. Teyaro bi xwe kesekî dwarf (bejin kin) e, lê ev yek ji bona xwe nekir asteng di pêşiya karê xwe yê hunerî de û di encamê de bû kesayeteke navdar di nava civaka kurd de. Xwişka wî ya ku di sala 1995`an de tevlî refên Gerîla bûye ew bû sedema tevlîbûna wî ji koma şanogeriyê re. Ji dema ku şoreşa Rojava dest pê kir şanoger Umer wekî ciwanekî welatparêz tevlî refên YPG’ê bûye, di demên şer de jî taxa xwe diparast, tevlî gelek eniyên şer bûye, mîn şerê Şingalê, Til elo, Serê kaniyê. Çi şerê ku di Rojava çêbûye wî cihê xwe têde girtî ye. Piştî rizgarkirina Şingalê ji DAIŞ’ê ji bo ku coş û kelecanê bide hemwelatiyan û leşkeran şano pêşkêş dikirin. Di sala2007` an de  cihê xwe di mehrîcana seyf el Heleb de girtiye. Mehrîcana li bajarê Helebê ku cara yekem şano bi zimanê kurdî li ser asta Sûryê tê de dihate pêşkêşkirin, herwiha şanoger Teyaro hestên xwe yên netewî di nava şanoyan de derbirîn dikir. Di heman demê de Umer di nava malbata xwe de mirovekî pir kêfçîye, bi dost û hevalên xwe re alîkare, wekî ku tê zanîn ew di xebatên xwe yê şanoyê û di jiyana xwe de jî mirovekî pir serkeftî ye. Piraniya berhemên wî yên şanoyê bi hevalê wî yê ku tê naskirin bi Bavê teyar re hatine tomar kririn.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.