Saturday, June 20, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Divê Şengal xwedî Statuyeke xweser be

03/08/2018
in Uncategorized
A A
Divê Şengal xwedî Statuyeke xweser be
Share on FacebookShare on Twitter

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 4’an a Qirkirina Şengalê ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku birîna Şengalê wê bi avakirina yekîtiya netewî bikewe. KNK’ê got, “Ji bo ku Şengal xwe biparêze divê Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.”

Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî ya Kurdan dibe.
Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera 4’an a Qirkirina Şengalê ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi destê çeteyên DAÎŞ’ê hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin, şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya Îslamî di perspektîfa dijî Kurd û Kurdistanê de gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê de ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

HEMÛ DAGIRKER KÊFXWEŞ BÛN

KNK’ê bi bîr xist ku Şengal warê qedîm ê civaka Êzidî ye û bi plan bû hedefa êrîşên DAÎŞ’ê.
Konseya Rêveber işaret bi kêfxweşiya hemû dagirkerên li Kurdistanê ji êrîşa DAÎŞ’ê kir û got, “Îran, Tirkiye û heta rêveberiya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van navendên dagirkeriyê. DAÎŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst ên li Kurdistanê. Bi vê êrişê xwestin hem destketên Kurdan li başûr û rojavayê Kurdistanê têk bibin û careke din nîrê kolonyalîzmê daynin ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya Îslamî ve baweriya Êzidîtiyê têk bibin. Lewma jî fermana qirkirina civaka me ya Êzidî dan.”

KURD JI BO ŞENGALÊ SEFERBER BÛN

KNK’ê diyar kir ku çiyayê Şengalê bilindahiya xwe kir stargeha civaka Êzidî û wiha dewam kir: “Ev kiryara encam trajîk ya jenosîda li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Bi taybetî gerîlayên HPG’ê, hêzên YPG û YPJ’ê qehremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn. DAÎŞ hate sekinandin û di serî da Şengal û cihên din ên Kurdistanê ji DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin.”

JINÊN ÊZIDÎ BÛN
SEMBOLA TÊKOŞÎNÊ

Konseya Rêveber a KNK’ê da xuyakirin ku li gel rizgarkirina Şengalê jî hejmareke mezin a Êzidiyan ji cih û warê xwe bûne û birîna 3’ê Tebaxê hîn dewam dike.
Di dewama daxuyaniyê de hate gotin, “Hejmareke zêde a jinên Êzidî yên ku hatine êsîr kirin hê jî aqîbeta wan ne diyar e. Ji ber wê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş ya îslamî. Herwisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar de belav buye û ji bo başkirina jiyana wan jî divê xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

BIRÎNA ŞENGALÊ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIKEWE

Mixabin hêzên ku lazimbû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şingalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyabûn, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ev jî rastiyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şengalî xwe biparêzin û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de Şengal xwedî statûteyek taybet û xweser be.”
Konseya Rêveber a KNK’ê destnîşan kir ku kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.
Di dawiyê de wiha hate gotin, “KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyarî xelkê me bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê
JIN

Dengê Azadiyê Nayê Birîn; Yusra Derwêş û Rîhan Amûdê

20/06/2026
Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû
CIVAK Û JIYAN

Roja Cîhanî ya Penaberan: Êşa berdewam û hêviyên nû

20/06/2026
Dema mirina bizinê tê nanê şivan dixwe
JIN

Tekez divê were zanîn ku jin bûne hêza herî sereke ya çareseriya aşîtiyê

20/06/2026
Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye
CIVAK Û JIYAN

Serhildana Agirî di wijdanê Kurdan de zindî ye

19/06/2026
Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî
CIVAK Û JIYAN

Mahmûd Tewfîq; Stûna Zêrîn a Helbesta Kurdî

19/06/2026
Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir
CIVAK Û JIYAN

Rêveberiya Sotemeniya herêma cizîrê sedemên kêmbûna mazotê diyar kir

18/06/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.