Rojnameya Ronahî

Rewşên Mala Barzanî

Volqan Elî_
Di nava gelê Kurdan de ev malbat bi xiyanet û bêbextiya xwe bi nav û deng e. Heta di wê astê de ye ku hin dîroknas û lêkolînvan vê malbatê ji Kurdan jî nahesibînin. Jixwe ev mijarên cuda ne. Kesên vê îdîayê didin pêş, xwediyê hin argumanên bi hêz û quwet in jî. Lê ji ber ku halê hazir mijara me ne ev e, em vê li aliyekî dihêlin. Û dixwazî bi wî şiklî be ev malbat bi rewş û halê xwe yê hazir ketiye jiyana gelê Kurd.
Bila li aliyekî bimîne, nokeriya vê malbatê ku çi zererê dide gelê Kurd; li ser serê vê malbatê belayeke din peyda bû (?) Di meha Sibatê de mehkemeyeke herêmî ya DYE’ê banî Mesrûr Barzanî kir ku di hin waran de hesabê xwe bide. Niha bi îhtîmaleke mezin xwendevan ê meraq bikin û bêjin; “ma çi bû, ka Mesrûr Barzanî serokê herêmekê bû, ma çi kiriye?”… werhasil.
Em dirêj nekin; mehkemeya banî Mesrûr dike, dibêje; “ li ser te gilî û şikayet hene. Li gorî vê te sûcên wekî ‘hovîtî, şîdeta ferq û cudahî naxe navberê, sabotaja bi rêya sotandina mal û milk, mirovkujî, hewldana ji bo mirov kuştinê, nijadkujî, revandina mirovan, rehîn girtin, êşkence, hevkariya bi rêxistinên terorîst re (DAIŞ) û sûcên malî kirine. Divê di nava 21 rojan de werî mehkemeyê û hesabê xwe bidî”.
Bi rastî jî ev hal, ne tu hal e. Tu xiyanet dikî, jixwe dîrok navê te bi başî nanivîsîne. Ew yek, ya duduyan jî navê te û malbata te tev, ta li Emerîkayê bi dîzî, gendalî, mirovkujî û çi û çi derkeve.
Dîsa li gorî mehkemeyê, mijarek ku hatiye ziman jî, hevkariya bi rêxistinên terorîst re ye. Yanî rêxistina ku Emerîka jê re dibêje terorîst û hevkarî bi vê malbatê re kiriye kî ye? Her kes dizane ku PDK’ê û mala Barzanî ye. Dema di 2014 de DAIŞ’ê Mûsil girtibû wan gotibû; “jixwe Mûsil ne Kurd e”. Wateya vê çi ye? yanî ‘DAIŞ dikare Misulê bigire’.
Gelo ‘sucên malî yên mala Barzanî’ çi ne?
Dema ku di vê dîrokê de DAIŞ’ê Mûsil girtibû Nêçîrvan Barzanî jî çû li gel dewleta Tirk peymana petrolê girêda. Ev peyman ji bo 50 salî hatiye çêkirin. Li gorî peymanên federasyonê (Îraq û Başur), ne ji mafê malbata Barzanî ye ku petrola Iraqê, bi serê xwe bifiroşe dewleteke din. Lê Nêçîrvan Barzanî ev pêk anî. Jixwe ev rewş ji aliyê dewleta Îraqê ve bû pirsgirêkek di navbera Tirkiye û Îraqê de. Niha zêde nayê li ser ziman.
Dîsa meseleya ‘serxwebûnê’ ku mala Barzanî di 2017’an de anî rojevê, bû sedem ku Îraq bi tundî were ser rêveberiya Başûr. Heta Kurdan ji ber vê provakasyonê di serî de Kerkûk û hin cihên din ji dest dan. Bi îhtîmaleke mezin çawa ku li pişta êrîşa Hamasê li ser Îsraîlê mêtingeriya Tirk heye; ji bo ku rêveberiya Başûr li pêşberê Îraqê bikeve zehmetiyê û ji aliyê malî û mijarên din ve neçarî wê bibe, Tirkiye ev bûyer sor kir. Jixwe piştî wê bûyerê malbat bi temamî noqî xiyanetê bû. Bi temamî bû bendeyekî dagirkeriya Tirk. Niha jî nabe, nabe eger bixwaze jî nikare xwe ji xiyanet, gendelî û nokeriyê bişo.
Bi taybetî rêxistineke bi navê OCCRP yê Emrîkî heye ku sûcên bi gendeliyê re eleqadar ên malbata Barzanî deşîfre û teşhîr dike. Malbatê ji petrolê çi qas pere girtine, petrol bi kijan rêyan firotiye, pereyên ji petrolê li benqeyên Swîsre çawa razandine, kes û karên malbata Barzanî li kîjan deryayan girav kiriyane aşkere dike.
Qaşo ev malbata navborî di heman demê de li Başûr hêzeke serwer e. Ruxmî ku ev qas gendelî li ser navê wê heye, mînak mamosteyên Başûr ev çend meh in ji bo mûçeyên xwe di çalakiyê de ne. Ne tenê mamoste, civaka Başûr tevî ji ber gendeliya malbatê, kêm maye ku baweriya xwe ya Kurd û Kurdistanî bûnê ji dest bide.
Di encamê de baweriya me pê tine ku Mesrûr parastineke baş bide mehkemeyên Emrîkî. Ji ber ku hêzêke ku xwe berpirsiyarê gel nabîne, berpirsiyarê dîrokê nabîne, berpirsiyarê pêşeroja gel, pêşeroja welat nabîne; xwe berpirsiyar jî nabîne ku bersiva mehkemeyeke li aliyê din ê cîhanê jî bide. Jixwe çavkaniya van sûcên mehkeme tîne ziman jî, ew e ku malbata Barzanî xwe ji Kurd û Kurdistanê berpirsiyar nabîne. Heta ku halê xiyanetê li ser be, malbat her di nava gendelî û gemariyê de ye: Cîhan tev jî pê re mijûl be bê feyde ye!