Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Stranên Keziya Sor

03/03/2024
in Uncategorized
A A
Stranên Keziya Sor
Share on FacebookShare on Twitter
Fîlmê Muzîkal ê bi nave Stranên Keziya Sor ku dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya dijî baviksalariyê vedibêje, di destpêka Adarê de tê pêşandin.   
Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat, li ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê fîlmekî muzîkal çêkir.
Fîlmê Muzîkal ku li Bakur û Rojhilatê Suriyê cara yekem tê çêkirin, bi navê, “Stranên Keziya Sor” hatiye amadekirin.
Li gorî agahiyên ku Endama Hunergeha Berçem a Hîlala Zêrîn Zeyneb Mensûr dan kesayet û têkoşîna yek ji damezirînerên PKK’ê û pêşenga têkoşîna azadiya jinê Sakîne Cansiz ku 9’ê Çileya 2013’yan li Parîsê di êrîşa sîxurên Tirk de şehîd bû, wekî îlhama navê fîlmê muzîkal hatiye bijartin. Pora Şehîd Sakîna Cansiz sor û keziyên wê bedew bûn; di çanda Kurdan de jî kezî xwedî wate û giringiyekê ne, lewma navê “Stranên Keziya Sor” hatiye diyarkirin.
7 serdemên dîroka têkoşîna jinan vedibêje
Filmê muzîkal ji 7 beşan pêk tê; her beşek serdemeke dîroka têkoşîna jinan a cîhanê ya li dijî hişmendiya baviksalariyê vedibêje û wekî sembol balê dikişînin ser jinên pêşeng ên weke Sakîne Cansiz (Sara), Roza Luksemburg, Jîna Emînî, Zenûbya, Arîn Mîrkan, Leyla Qasim û Zarîfe Xanim.
Di 7 mehan de bi beşdariya 200 jinan hatiye amadekirin
Zeyneb Mensûr diyar kir ku fîlmê muzîkal di 7 mehan de bi beşdariya 200 kesan hatiye amadekirin. Zeynep Mensûr da zanîn ku mêran jî di lîstikê de cîh girtiye, lê piraniya lîstikvanan jin in. Zeyneb diyar kir ku lîstikvan ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ên ji Bakur û Rojhilatê Suriyê, parçeyên din ên Kurdistanê û hinek enternasyonalîstan pêk tên. Zeyneb Mensûr anî ziman ku dîmenên ji bo muzîkalê li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kişandine hatine kişandin.
Berhema ku senaryoya wê ji aliyê Delîl Mîrsaz ve hatiye nivîsandin û muzîka wê ji aliyê Mehmûd Berazî ve hatiye çêkirin, 20 deqeye û Şêro Hindê derhêneriya wê dike.
Muzîkal wê 3’yê Adarê li Hesekê, Qamişlo, Reqa, Kobanê û Şehbayê bi hemwextî bê pêşandan. Heman rojê wê di Jin Tv’de jî bê weşandin.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.