Rojnameya Ronahî

Bi vîna jina Azad, em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdî bişkînin

Ayşa Silêman/ Qamişlo_
Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên diyar kir ku Kongira Star ji 24’ê Sibatê heta 8’ê Adarê hemleya 8’ê Adarê bi silogana “Bi vîna jina Azad, em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdî bişkînin” berdewam e. Di vê hemleyê de wê semîner, panêl, dosiya û meş werin li darxistin.
Di dîrokê de, roja 8’Adarê 1857’an de li Emerîka li eyaleta New Yorkê nezîkê 40’hezar jin, ji  bo ku şertên xêbata wan baş bibe, dest bi giravê dikin û daxwaza jinên ku dest bi giravê dikin ku seatên wan ya kar bibe 8’seat û heqdestekî wekhev ji wan re were dayîn. Lê Piştî vê di encama giravê de kargeha jinan hate şewitandin û bi qasî 129 jin hatin şewitandin û jiyana xwe ji dast dan.
Piştî vê buyerê di sala 1910’an de li kopenhagê konferensa jinên sosyalîst a neteweyî ya duyemîn hate li darxistin. Di konfernsê de kilara zîtkin derbarê rojeke jinan ya cîhanî de ku jin karibin tê de daxwazên xwe bînin ziman pêşinyar kir û pêşinyarê wê hate qebûlkirin. Piştî vê biryarê ku rojeke teqez nehate diyarkirin û yekem car roja cîhanî ya jinan di 19’Adara 1911’ an de li 5 welatan hate pîroz kirin.
Di 16 kanûna 1977’an de Netewên yekbûyî 8’Adarê weke roja jinan ya cîhanî îlan kir ku were pîrozkirin. 8’Adarê heya roja me ya îro jî wek roja jinan ya cîhanî tê pejrandin û pîrozkirin.
Di derbarê 8’ê Adarê de Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên ji Rojnameya me re axivî.
 8’ê Adarê roja berxwedanî û têkoşîna jinê ye
Ibtîsam Elhisên diyar kir ku Tevî 13 salên şoreşê jî lê hîn zihniyeta baviksalarî û zayend perestî ya ku berî hezarê salan berdewam e. Ji ber vê yekê tê xuyakirin ku hertim jinên ku vê civakê birêve dibin tên armanc girtin û wiha got: “Kongira Star her sal 8’ê Adarê bi awayekî taybet vê rojê digre dest. Ji ber ku ev roja têkoşîn û berxwedaniya jinê ye, pêwîste her roj bibe roja 8’ê Adarê. Herwiha Rêber Apo jî diyardike ku rojek tenê ji bo jinan were diyarkirin ev yek têrê nake û divê hemû roj bibin rojên têkoşîn û berxwedanê. Em her sal bi boneya 8’ê Adarê amadekariyên cuda û bi hêz didin meşandin. Dewleta Tirk a dagirker îsal bi awayekî hovane him êrîşî qadên berxwedanê dike him jî êrîşî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û binesaziya wê armanc digre û dixwaze berê gel bide koçberiyê û pirojeya Rêveberiya Xweser têk bibe. Lê tevî van hemû zehmetî û dorpêçkê û rewşa abûrî ya ku bêtir li ser jinan tê meşandin, dîsa jî heta asteke baş wek rêxistina jin di Rojavayê kurdistanê de û hemû pilatformên jinê di herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek civîn û pêşinyar li ser asta herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî hatin kom kirin.
Bernameya Kongira Star ji bo 8’ê Adarê
Ibtîsam Elhisên axaftinên xwe berdewam kir û wiha got:”Ji 24’ê Sibatê heta 8’ê Adarê hemleya 8’ê Adarê û bi silogana “Bi vîna jina Azad, emê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdî bişkînin”wê berdewam bikin. Herwiha xalên ku di brenameyê de hatin diyar kirin; Ya herî girîng şikandina tecrîda li ser Rêber Apo û azadiya fîzîkî ji bo Rêber Apo, xemlandina hemû bajaran bi rengê jinê û di komîn û saziya de semînerên li ser roja 8’ê Adarê û danasîna wê. Li hemû bajaran ji bo berxwedan û têkoşîna jinê ji destpêka dîrokê ve heya roja îro were naskirin wê civînên girseyî werin çêkirin. Di heman demê de wê panêl ji aliyê PYD’ê, Kongira Star, Saziya malbatên şehîdan werin dayîn. Di heman demê de wê gelek bernameyên hunerî jî bi riya TEV-Çandê û Hîlala Zêrîn ve werin lidarxistin. Herwiha vekirina pêşengehan û vekirina konekî hunerî jî ji bo 8’ê Adarê, sardana goristana şehîdan û vêxistina mûman, ev bername wê li giştî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyî were pêkanîn.”
Ibtîsam Elhisên wiha pê de çû û got: “Wek Rêber Apo jî tîne ziman û dibêje; heta jin azad nebe civak jî azad nabe, ji ber vê yekê divê jin di 8’ê Adarê de û hemû rojên di salê de, bikin rojên berxwedan û têkoşînê. Ji ber ku bi riya berxwedan û têkoşînê wê zihniyeta baviksalarî were rakirin û bandora kevneşopiyên ku li gorî sîstem û zihniyeta mêr li ser civakê hatine ferizkirin, rabin. Da ku civakeke saxlem, rast, dirust û li ser bingehê wekheviya jin û mêr û jiyaneke azad were avakirin, di heman demê de bi azadiya jinê re civakeke azadî jî tê avakirin.”
Bi remanê Rêber Apo jin ber bi azadiyê ve dimeşin
Ibtîsam Elhisên axaftinên xwe domand û wiha got: “Ev 25 salin ku Rêber Apo hatiye dîlgirtin û di bin tecrîd û işkenceyeke giran re derbas dibe. Ev sê salin ku tecrîdeke giran li ser tê meşandin, mafê wî yê hevdîtinê bi malbat û parêzerê wî re jî tê binpêkirin, di heman demê de rêxistina CPT’î jî ya ku kar û peywira wê şopandina dadgeh û girtiyên di girtîgehan de ne, bi taybet jî li ser doza Rêber Apo disekine û tevî vê yekê jî ev sê salin ku sardana Rêber Apo nekirine. Herwiha nexweşiya korona jî hat û du caran erdhej jî çêbû û agirê ku berî demekî bi girava imraliyê jî ket, piştî van hemû buyerên ku çêbûn jî ji hêla parêzer û gelê kurd ve gelek xwestek ji bo dadgeha dewleta Tirk hatin rakirin ji bo naskirina rewşa tendurustî ya Rêber Apo, lê ev xwestek hemû hatin red kirin. Li hemberî kiryarên dewleta tirk û sûcên dijmirovî yên ku tên kirin, di 9’ê Cotmehê de bi pêşengtiya 74 rêxist, gelên azadî xwaz, rewşenbîr û hwd, pêngava cîhanî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û Çareseriya pirsgirêka kurd dest pê kir. Kongira Star jî piştgiriya vê hemleyî bi awayekî bi hêz dike. Ji ber ku Rêber Apo hevalê jinê ye û riya azadiyê li pêşiya jinê vekir, êş, kelem û astengiyên ku di jiyanê de li hember wê disekinin derbas dike. “
 Destekdayîna Kongira Star ji  pêngava Azadiya Rêber Apo re
Berdevka Kongira Star a Kantona Qamişlo Ibtîsam Elhisên axaftinên xwe bidawî kir û wiha got: “Rêber Apo bîrdoziya rizgariya jinê di 8’ê Adarê de pêşkêşî jinê kir, da ku jin bikaribe xwe perwerde û rêxistin bike, bikaribe bibe xwedî vîn, îrade, helwest, rol û misyona xwe di civakê de. Di heman demê de piştgiriyeke xurt ji aliyê hemû jinên cîhanê ve tê kirin ji bo pêngava azadiya Rêber Apo bi hemû rengê çalakiyên ku têne lidarxistin, herwiha jin dosiya, name û daxwazên xwe ji rêxistinên mafên mirovan û rêxistina CPT’î re jî dinvîsin û rêdikin. Kongira Star di encama daneheva nivîsa nameyan ji bo Rêber Apo de pirtûkek bi navê “Ji deriya dilê min re” bi pênûsa xwendekar û jinên xebatkar hatibû nivîsandin çap kir, niha carek din pêngava nivîsandina pirtûka duyemîn bi zimanê erebî dest pê kiriye û kongira Star li ser vê yekê disekine. Di heman demê de kampaniya îmza ji bo Rêber Apo jî berdewame û kongira Star jî cihê xwe di vê kampaniyê de digre. Bangewaziya me ji bo hemû jinên cîhanê heye yên ku li azadî, hebûn û nasnameya xwe digerin, têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin heta ku  azadiya xwe pêkbînin, ji ber ku mirovê ne azad, bê hebûn, rol û nasname ye.”