Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Huner Û Wêjeya Jinê Ya 9’an tê lidarxistin

02/03/2024
in Uncategorized
A A
Festîvala Huner Û Wêjeya Jinê Ya 9’an tê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter
Birûc Resûl/Qamişlo_
Bi pêşengiya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê, li bajarê Qamişlo, Festîvala Wêje û Hunerê ya Jinê ya 9’an bi diruşmeya ‘Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse’ tê lidarxistin.
Di 1 Adarê de, Desteya Çand û Hunerê li Kantona Cezîrê 9`emîn Festîvala Wêje û Hunerê a Jinan di bin diruşmeya ‘Jina Şoreşger Keziyên Azadiyê Dirêse’ li navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya bajarê Qamişlo li dar xist.
Festîval di çarçoveya çalakiyên ’Roja Cîhanî ya Jinan (8’ê Adarê)’ de ye. Di festîvalê de gelek xalên wêjeyî yên wekî helbest, stran û xalên çandî û hunerî hatin pêşkêşkirin. Herwiha ji bilî hunerên destan û nîşandana cil û bergên gelêrî yên kurdî û tebiloyên wênesazan ku ji aliyê jinan ve hatine xêzkirin, hatin pêşkêşkirin.
Di destpêka festîvalê de deqeyek rêzgirtin li ser giyanên şehîdan hat rawistandin. Piştira li ser navê komîteya amedekar Firyal Çolî axivî û got: “Em her sal di vê demê de li bajarê Qamişlo Festîvala Huner û Wêjeya Jinan li dar dixin. Lê îsal di festîvalê de cudahiyek heye. Stran û dîlan û me giranî da ser beşa wêjeyî û hunerî, di nav de helbest, xêzkirin, wêne û hunerên destan û îsal gelek beşdar bûn. Em vê festîvalê li hemû jinan pîroz dikin.”
Piştra sinefizyonek li ser festîvala Wêjia û Hunerê ya jinan ku salên berê hat li darxistin, hat pêşkêşkirin. her wiha ji aliyê Hunermend Yasmîn Esker ve stranên erebî yên gelêrî hat pêşkêş kirin. Di heman demê de helbestvana suriyanî Kebrîyêla Yusif helbesta bi zimanê suriyanî û helbesta bi zimanê Erebî helbestvan feyrûz Reşik hatin xwendin. Piştira koma Ertisax a dîloana filokilorî hat pêşkêşkirin.
Di dawiyê de pêşedana cil û bergên kurdî hatin pêşkêşkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 1`ê Adara 2018’an de li bajarê Qamişlo yekemîn Festîvala Wêje û Hunera Jinan bi dirûşmeya ’Bi hunera jinê em ê jiyanê ji nûve bixemilînin’ hatibû lidarxistin. Herwiha îsal jî 1’ê Adarê destpêkir 2’ê Adarê wê bi dawî bibe.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.