Rojnameya Ronahî

Parêzvanên mirovahiyê dibin armanca êrişên dagirkeriyê

Ronaz Silêman/Qamişlo

Endamê Federasyona Gaziyên Şer yê bajarê Qamişlo Mezlûm Tolhildan diyar kir ku lehengên ji bo parastina mirovahiyê parçeyên laşê xwe dan, dibin armanca êrişên dagirkeriya Tirk û got, Erdogan dixwaze tola çeteyên DAIŞ’ê rake.

Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker êrşên xwe yên hovane li ser herêmê dijwartir kir, da ku DAIŞ’ê ji nû ve vejîn bike. Û armanca wê ya sereke jî ew e ku cîhanê bixe nava taritiyê de, di heman demê de şikandina vîn û hêza hevgirtina gelên herêmê ye. Bi vê armancê faşîzma Tirk hewl da ku bi riya destketdayîna çeteyên DAIŞ`ê gelê herêmê qir bike, lê hewildanên dagirkeriyê li hemberî vîna gelan têk çû. Lewra dewleta Tirk roj bi roj gefên xwe li ser herêmê zêdetir dike. Û gelek planên qirêj li ser herêmê dide meşandin, li aliyekî êrîş dike û li aliyê din jî sîxuran bikar tîne. Herwiha pilana herî qirêj jî armancgirtina avahiya Federasyona Gaziyên Şer a Qamişloyê bû ku di encama wê de 2 jinên têkoşer ku di şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê de parçak ji bedena xwe dabûn û di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn.

Derbarê hedefgirtina avahiya Federasyona Gaziyên Şer ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve endamê Federasyona Gaziyên Şer Mezlûm Tolhildan ji rojnameya me re axivî.

Mezlûm Tolhildan diyar kir ku hevalên parçeyek ji bedena xwe dan ji bo cîhanê ji taritiyê rizgar bikin hatin hedefgirtin û wiha got: “Ji dema ku piradîgmeya Rêber Apo li Rojava belav bûye, dewleta Tirk a dagirker û faşîzma AKP-MHP`ê êdî har û dîn bûye, her tiştî wêran û talan dike, dixwaze koçberiyê pêk bîne, herwiha di van salên dawiyê de, hemû sûcên şer dike û zagonan bin pê dike. Hedefgirtin binesaziya ku gel sûd jê werdigire, ev bi xwe tewanên şere, lê tewana herî xerab armancgirtina Federasyona hevalên gazî ye, ew hevalên ku ne ji wan ba cîhan niha ber bi tartiyê ve çûbû, ew heval canê xwe feda kirin, da ku cîhanê ji taritiya DAIŞ`ê rizgar bikin û biparêzin. Lewra dema êrişî Federasyona hevalên gazî kir, da isbatkirin ku çeteyên DAIŞ`ê ji malzaroka dewleta Tirk a mîtîngere.”

‘Parçek ji bedena xwe ji bo cîhanê feda kirin’

Mezlûm Tolhildan di berdewamiya axaftina xwe de da eşkerkirin ku birîndara têkoşer Sorxwîn ji bo ronahiyê bide cîhanê li dijî DAIŞ`ê berxwedaniyeke mezin da meşandin û wiha got: “Fermandar Sorxwîn ronahiya çavên xwe di Kobanê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê ji bo ku ronahiyê bide cîhanê da, çawa wijdanê mirovahiyê qebol kir ku êrişê li ser wê bê kirin. Kesên ku dihatin gel hevalên gazî digotin; Em dîndarê we ne, çima dengê xwe nekirin dema ku em hatin hedefgirtin. Planên dagirkeriyê ji Komploya Navnetewî û heta roja îro berdewam in, bi taybet îro roj komployeke li ser seranserî Rojhilata Navîn tê meşandin, armanc jê piradîgmeya Rêber Apo pûç bikin. Dema êrişên hovane li ser gelê me tê meşandin dilê me diêşe, lê ev nayê wateya ku biskolojiya me bi bindikev, berojavî wê em xurtir dibin û em ê her dem pilanên dijmin vala derxînin.”

‘Cîhanê ji taritiyê xelas bikin û ronahiyê lê belav bikin’

Mezlûm Tolhildan axaftina xwe wiha qedand: “Hedefgiritna avahiya Federasyona Gaziyên Şer ji sûcên herî qirêj e, ev sûc jî weke her sûcekî ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê kirin rastî bêdengiya saziyên mafê mirovan hat, ev jî dide diyarkirin ku daderwerî li cîhanê nemaye. Lê gelê me bi qehremanî berxwedaniyek bê hempa li hemberî pilanên dijmin dide meşandin û planên wê vala derdixe. Ji xwe ev şer bi giştî dibe, ji ber hizirên Rêber Apo li vir tên bicihkirin. Lê bila dijmin baş nasbike ku em nabin amûrek ji propagandaya wî, berovajî wê em ê bibin bersivek xurt ji dijmin re û propagandeya wî pûç bikin. Herwiha bi felsefa ku Rêber Apo di dilê me de çandiye, em ê bi wê felsefeyê cîhanê ji taritiyê xelas bikin û ronahiyê lê belav bikin. Ez jî yek ji kesên ku di şerên li hemberî DAIŞ`ê parçek ji çav û cane xwe daye, ev ji min re nebû gerkçe, bêtirî wê min berxwedaniya xwe zêde kir. Rêber Apo dibêje gazî şehîdên zindîne, ji bû wê divê em li gorî wê tev bigerin. Û her çiqas dewleta Tirk a dagirker bixwaze tol DAIŞ`ê ji me bike, em ê wê jî weke DAIŞ`ê têk bibin