Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Buroya Jin a Şaredariya Hesekê ji bo jinan projeyan pêş dixe

28/02/2024
in Uncategorized
A A
Buroya Jin a Şaredariya Hesekê ji bo jinan projeyan pêş dixe
Share on FacebookShare on Twitter

Rêvebera Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Muhammed diyar kir ku tevî êrîşan ew ê projeyên xwe yên ji bo jin û zarokan bi biryardarî bidomînin.

Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo bihêzkirina jinan û parastina zarokên koçber di warê aborî de gelek projeyan pêş dixe. Rêvebera Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mona Muhammed xebatên xwe nirxandin.

Mona Muhamed diyar kir ku ji bo birêxistinkirina jinan di nava şaredariyê û derveyî şaredariyê de dixebitin, herwiha komînên jinan seferber dikin û li çar şaredariyên bajêr perwerdehiya hişmendiyê lidardixin. Mona Muhamed herwiha destnîşan kir ku jin di serî de rêveberî di hemû deste û komîteyan de cih digirin.

Ji bo jin û zarokan dixebitin

Mona Muhamed diyar kir ku projeyên Buroya Jin a Şaredariya Gel a Hesekê her sal tê destpê kirin û destnîşan kir ku projeya Ahlan Simsim beriya 6 mehan bi hemahengiya rêxistineke navneteweyî hatiye ragihandin. Mona Muhammed di berdevamiya axaftina xwe de teqezî bi vê yeke kir ku ew ji bo pêşxistina perwerde û jêhatîbûna zarokan di nava rêze çalakiyan de ne û diyar kir ku projeyên çandiniyê hem ji bo malbatan hem jî ji bo zarokan tên meşandin û her hefte bi malbatan re danişînên diyalogê li dar dixin.

Ji bo zarokan projeyên nû

Mona Muhammed got ku projeyên wan ê herî girîng tekoşîna karkeriya zarokan û zarokên bê mal re mijûlbûyîne û wiha berdevam kir: “Me Projeya Parastina Zarokan jî bi koordîneya li gel Komîteya Jinan da destpêkirin. Li bajarê Hesekê ji bo zarokên ku li kolanan parsekiyê dikin komîteyên taybet tên avakirin û zarokan dibin navendê. Ji bo ev bûyer careke din neqewime, di doza yekem de cezayê pereyan li malbatan tê birîn. Ew ji bo Navenda Parastina Zarokan a bajarê Qamişlo tê veguhestin. Ger zarok bibin navendê, ji bo perwerdekirin, hişyarkirin û pêşxistina şarezayên wan tê dayîn.”

Teşwîqî xebatên çandiniyê dikin

Mona Muhamed diyar kir ku projeyên çandiniyê di plansaziyên salane yên Buroya Jin de xwedî girîngiyeke mezin in, di têkoşîna li dijî bêkarî û parsekiyê de cih digirin û gelek jin ji bo başkirina şert û mercên jiyana xwe ji wan sûd werdigirin. Mona Muhamed got, “Dê li bajar û gundan derfetên kar ji jinan re bê dayîn û bi saya vê piştgiriyê dê diyardeya bêmaliyê ji holê bê rakirin. Zarokên ku parsekî bi wan tê kirin dê biçin dibistanê, perwerdehiya xwe biqedînin û derfetê jiyana zaroktiya xwe bi dest bixin.”

Armanca me ew e ku jin di warê aborî de bi hêz bibin

Derbarê projeyên pêşerojê de Mona Muhamed wiha got: “Projeya me ya kluba werzîşê ya jinan û projeya atolyeya dirûtinê heye ku hêj di qonaxa cîbicîkirinê de ye. Ji aliyê din ve amadekariyên vekirina gelek projeyan tên kirin, di serî de bazara gel a jinan û ofîseke kirtasiyan. Armanca me ya dawî ew e ku jin di warê aborî de bi hêz bibin. Bi saya projeyên xwe yên cihê, em dixebitin ku ji bo hejmara herî zêde jinan derfetên kar peyda bikin. Ev proje ji bo ku bi xwe bawer bin, piştgiriya madî û manewî didin wan. Em ê tevî şert û mercên dijwar ên aborî yên ku herêm têre derbas dibe ji ber dorpêçkirin û êrîşan berdewam dikin xebatên xwe bidomînin.” NÛJINHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.