Saturday, July 25, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera 4`emîn a koça dawî ya Hunermend Seîd Yûsif

27/02/2024
in Uncategorized
A A
Salvegera 4`emîn a koça dawî ya Hunermend Seîd Yûsif
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Li hola zana ya bajarê Qamişlo, salvegera 4`emîn a mîrê bizqê hunermendê nemir Seîd Yusif hate bibîranîn.

Hunermendê Kurd, mîrê bizqê Seîd Yûsif di salvegera 4ʹemîn a koça xwe ya dawî de, li Qamişlo hat bibîranîn. Bîranîn bi beşdarbûna bi dehan şîniyên bajarê Qamişlo, di navde hunermend, rewşenbîr, malbata hunermend Seîd Yûsif, nûnerên Rêveberiya Xweser û Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê li Hola Zana hat lidarxistin.

Bîranîn bi deqeyekê rêzgirtinê li ser giyanên şehîdan hate destpêkirin. Piştre li ser navê malbata Seîd Yusif, Şepal Yûsif di destpêka axaftina xwe de spasiya beşdaran kir û wiha got: “Ezê şopa bavê xwe bişopînim. Herwiha bavê min wefedarê gelê xwe, çand û zimanê kurdî bû.

Di heman demê de li ser navê Yekîtiya Nivîskaran Şemis Entir diyar kir ku hunermend Seîd Yûsif mohra xwe li helbest û mûzîka kurdî xist û wiha domand: “Koça kesên mîna Seîd Yûsif ji bo Kurdan windahiyeke mezin e. Ji ber ku van kesan jiyaneke nû ji bo gelê xwe ava kirin. Awaz û stranên wan wê timî zindî bimîne.”

Herwiha li ser navê Yekîtiya Nivîskarên Suriyê Ebdqadir Egîd da zanîn ku hunermend Seîd Yûsif û hemû kesên ku ji bo azadiya Kurd û Kurdistanê berdêlên giran dane, bi bîr anîn û got: “Hunermendê navdar Mîrê Bizqê Seîd Yûsif di nav çivaka kurdî de bi hestên stranên xwe yê neteweyî û welatparêzî êş û derdê miletê kurd gihande cîhanê. Herwiha hunermendê kurd Seyîd Yûsif ji bona ziman,çand û hunera Kurdî pêşbikeve her tim kar û xebat dikir û di vê derbarê de gelek berhemên wî hatin tomar kirin û bûne malê gelê Kurd û dîrokê. Di warê hunera kurdî de bi nivîsandin, stran û bi saz û awazên xwe, yê ku her dem di dilê kurdan de wê zindî bimîne cihekî xwe hişt.”

Piştre lîkolînerê zimanê kurdî Deham Ebd Fetah ji aliyê malbata Seîd Yûsif ve hat xelatkirin.

Di merasîma bîranînê de sinevîzyonek li ser rêwîtiya hunermend Seîd Yûsif hat pêşandan. Di dawiya merasîmê de jî hejmarek hunermendan wekê Sîmav Darî, Şiyar Darî, Lawîn Yusif û Sefqan Orkêş stranên Seîd Yûsif gotin.

Hêjayî bibîrxistinêye ku di 26`ê Sibata 2020`an de berî 4 salan, hunermendê kurd Seyîd Yûsif li nexweşxaneyeke Tirkiyê ji sedema nexweşiya Penceşêrê jiyana xwe ji dest da û di 29`ê Sibata 2020`an de cenazeyê Hunermend Seyîd Yûsif derbasî Rojava bû û bi merasîmeke bi heybet ji aliyê milet, kesayetên siyasî, rewşenbîr û hezkiriyên xwe ve hate pêşwazîkirin û li goristana Qidûrbek, hate oxir kirin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne
NÛÇE

Di heftiyekê de Îsarîlê 17 çalakiyên bejayî li ser axa Sûriyê pêk anîne

25/07/2026
Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin
NÛÇE

Xeta Iraq-Sûriyê-DYA’yê; Zêdeyî 600 hezar ton sotemenî hatiye hinardekirin

25/07/2026
Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.