Rojnameya Ronahî

‘Dosiya windayan û diyarkirina çarenûsa wan mijareke mirovî ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Rêveberiya Xweser komîteyeke taybet ji bo dîtin û diyarkirina çarenûsa kesên winda  damezirand. Girêdayî kar û xebata vê komîteyê, berdevkê Komîta Windayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Xalid Umer da zanîn ku mijara windayên pêkhateyên Sûriyê û diyarkirina çarenûsa wan, mijareke mirovî û yasayî ye. Herwiha Umer got, diyarkirina çarenûsa windayan, mijareke zehmet e û ji bo xebata me jî pêwîstî bi piştgirya navnetewî heye.     

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 29’ê Tebaxa sala 2023’an de girêdayî biryargirtina navnetewî ya Neteweyên Yekbûyî, li ser damzrandina Komîta Windayan da erêkiririn.

Ev komîte jî mijûldarî pirsa kesên ku di encama kirîza Sûriyê, şer û pevçûnê rûdabûn de windabûne, dibe.

Komîta Windayan bi armanca vedîtina kesên winda, di 10’ê Sibatê de weke yekem gav li ser asta kantona Cirîrê dest bi karê xwe kir. Êdî malbatên kesên windayî rojên şemî û sêşeman dikarin serdana navendên erkdar bikin û agahiyên wan kesên winda bidin navendan.

Herwiha têkildarî avabûn, kar û xebata Komîta Windayan, berdevkê komîteyê Xalid Umer ji rojnameya me re axivî.

Armanca ji damezrandina Komîteyê

Umer têkldarî mebesta avabûna Komîta Windayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wiha anî ser ziman: “Komîteya Windayan di nav Komîteya Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de saziyek nû ye. Armanc ji damezrandina Komîteyê, eşkerekirina çarenûsa windayan û diyarkirina cihê wan e. Niha 2 navendên Komîteyê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene ji bo wergirtin û komkirina daneyên kesên windayî ji malbatên windayan. Herwiha ev komîte piştî bangewaziya Netewên Yekgirtî di Gulana borî de, ku daxwaza damezrandina saziyek pêwendîdar bi karûbarên wendayan radibe û ew ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye damezrandin. Hemû pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yên çarenûs û cihê wan ne diyar e û her kesê biyanî ku li herêmê wenda bûye, winda ne. Bi şertê ku sedema windabûna wan di encama şerê çekdarî û rewşa bêewlehiyê de be. ”

Kar û xebata Komîteyê

Umer di derbarê kar û xebata komîta Windayan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de wiha axivî: “xebatên komîteyê di destpêkê de wê di warê berhevkirina dane û agahiyan de sînordar be. Pirsa lêgerîna kesên winda ne ewqasî hêsan e weke tê texmînkirin. Di dema niha de çarçoveya kar û xebatê li ser asta kantona Cizîrê ye û di demeke nêz de wê navedên me li ser asta hemû kantonên din werin amadekirin.  Xebata lêgerîna li kesên winda wê bi tevkariya hemû saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin. Herwiha em ê hewil bidin ku derbasî zindanên hikumeta Şamê bibin.  Ji ber ku piştî kirîza Sûriyê dest pê kir êdî gelek rewşên îşkence û windabûnê li tevahiya Sûriyê çêbûn. Di heman demê de ji wê demê ve çarenûsa gelek mirovan heta roja îro nayê diyarkirin. Dosyayên windayan li Sûriyê hemû tevlîhev in, lê em ê hewl bidin ku bigihin armancên xwe û wan kesan bibînin. Hejmara kesên wenda yên di destê hikûmeta Şamê de gelek in, ji ber ku ev mijar bi gelek zehmetiyan re tije ye, lewma em ê ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê bixebitin. Ji bo vê xebatê jî pêwîstî bi alîkariyeke navnetewî heye û piştigirî ji bo lêgerîna van kesan were kirin”

Astengî

Berdevkê Komîteya Kesên Windayî Xalid Umer girêdayî astengiyên ku derdikevin pêşiya kar û xebata Komîteyê wiha da destnîşankirin: “ Di pêvajoya duyem ji xebata me de lêgerîna li kesê winda tê destpêkirin. Lê hin astengî derdikevin pêşiya lêgerîna li kesên winda. Yek jê ew e ku hejmareke mezin ji kesên winda hene û heta niha malbatên wan tu agahiyan nizanin, jiyana xwe ji dest dane. Malbatên wan kesan cihên gorên wan nizanin em ji bo vedîtina termên kesên mirî jî kar dikin. Di heman demê de gelek gorên komî û ferdî yên termên kesên nenas ên ku di destê çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bûne, hene, ev jî weke kesên wenda tên naskirin û dîtina wan ne karekî hêsan e. Tevî wiha jî em ji bo diyarkirina nasnameya wan û radestkirina cenazeyên wan ji malbatên wan re, kar bikin. Li aliyekî din jî gelek kesên winda di nav zindanên hikûmeta Şamê de hene û lêgerîna li wan kesan û diyarkirina çarenûsa wan zehmet e. Lê dîsa jî divê her kes bizane ku dosyeya windayan mijareke mirovî û yasayî ye. Pêwîste mîna dosyayên mayî weke pirsgirêka penaberan, girtiyan û dosyayên cuda yên girêdayî wê li ser wê kar were kirin.