Rojnameya Ronahî

Birîndara şer, DAIŞ û dewleta Tirk tirsandin: Sorwîn Rojhilat

Fermandar Sorxwîn Rojhilat 18 salan li dijî zîhniyeta baviksalar û kevneperest tê koşiya, tirs xist dilê DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker. Fermandar Sorxwîn û Azadî Dêrik di êrişa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li dijî navenda Federasyona Gaziyan de şehîd bûbûn.

Xaka Kurdistanê bi xwîna pîroz a jinên li dijî sûcên qirkirina fikrî û fîzîkî ya jinan pêk tînin, hate avdan. Şehîd Sorxwîn yek ji hezaran şehîdan e ku nûnertiya tevgera azadiya jinan kiriye û li ser şopa hevrêyên xwe heta dawiyê meşiyaye.

Sorxwîn Rojhilat sala 1985’an li gundê Girikê yê bajarê Mako yê Rojhilatê Kurdistanê.

Sorxwîn ji malbateke welatparêz a ji eşîra Celaliyan e. Eşîra Celaliyan li hember dagirkeran serî hilda. Herwiha ji warê serhildêran Şêrîn Elmeholî û Zeyneb Celaliyan e yên ku li hember zîhniyeta baviksalariyê li ber xwe dane.

Sorxwîn ji biçûkaniya xwe de Tevgera Azadiya Kurdistanê nas kir û ji ber siyasetên dagirkerên Kurdistanê û zilma li ser jinan di 2006’an de tevlî têkoşîna tevgerê bû. Sorxwîn li Akademiyên Şehîd Bêrîtan û ya Şehîd Zîlan perwerde dît û xwe li gor qonaxê pêş xist. Çiyayên Rojhilat, Qendîl, Botan, deşta Rojavayê Kurdistanê û kolanên Kobanê şahidê têkoşîna wê ne.

Di 2014’an de dema ku hovîtiya DAIŞ’ê li Kobanê gihîşt asta herî bilind, jinên Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê berê xwe dan Kobanê û destanên lehengiyê nivîsandin.

Fermandar Sorxwîn bi rêya taktîkên xwe yên li dijî DAIŞ’ê tirs xist dilê dijminan û bû pêşenga berxwedana Kobanê. Di berxwedana xwe ya li hember DAIŞ’ê de birîndar bû lê tevî birîna xwe û jidestdayîna roniya çavê xwe jî, berxwedana xwe ya dîrokî li Kobanê domand. Li vê dawiyê fermandar Sorxwîn li navenda Gaziyên Şer a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dima, ji bo tevahî hevriyên xwe yên gazî bû çavkaniya coş û kelecanê.

Di 11’ê Sibatê de dewleta Tirk a dagirker bi balafireke bêmirov êrişî avahiya Federasyona Gaziyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Qamişlo kir. Di encamê de herdû fermandar Sorxwîn Rojhilat û Azadî Dêrik şehîd bûn.

Cenazeyê şehîd Sorxwîn li Pakrewangeha Şehîd Dicle ya li bajarê Kobanê li ser wesiyeta wê hat veşartin. Cenazeyê fermandar Azadî Dêrik jî li Goristana Şehîd  Xebat Dêrik  a li bajarê Dêrikê ya kantona Cizîrê hat veşartin.