Rojnameya Ronahî

‘Dagirkeriya Tirk zagonên navneteweyî binpê dike’

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Xufran Xelef destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe yên hovane yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hedefgirtina mirov û binesaziyê, zagon û pîvanên navnetewî binpê dike. Herwiha Xufran da zanîn ku ew ê tevahiya  binpêkirinên dagirkeriya Tirk belge bikin û li ser wê bingehê dewleta Tirk di dadgehên navneweteweyî de darizînin.

Di dawiya sala 2023’an de êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê di bi awayekî dijwar hatin destpêkirin. Di encama êrişan de gelek welatî û binesaziya herêmê û cihên xizmetguzarî hatin hedefgirtin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşên xwe li ser herêmê dan domandin  û bi destpêkirian sala 2024’an re jî êrişên xwe hîn dijwartir kir.

Ji destpêka sala 2024’an heta roja îro dewleta Tirk a dagirker carekê 74 caran êrişî deverên cuda kir û careke din 80 deverên din hatin armancgirtin, ji wan binesazî, saziyên xizmetguzariyê û saziyên aborî. Di encamê de 7 welatî birîndar bûn, sitasiyonên bitrol, eletrîk û gazê hatin ruxandin. Di hema demê de stasyona berhemdayîna elektirîkê ya tekane ya herêmê hat rûxandin.

Girêdayî êrişên dagirkeriya Tirk yên li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê parêzer Xufran Xelef ji rojnameya me re axivî.

Şoreşa 19’ê Tîrmehê şoreşeke nimûneyî û rasteqînî ye

Xufran Xelef da zanîn ku şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser asta cîhanê, herwiha li dijî hêzên desthilatdar şoreşeke nimûneyî ye û wiha got: “Di destpêkê de em berî hertiştî hertim tekez dikin ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser asta cîhanê tevî mînaka şoreşê ya rastînq e. Sedem ji vê yekê jî ji ber ku bingehê ku  şoreşa 19’ê Tîrmehê li ser hatiye avakirin, felsefeya netewa demokartîk û bîrweriya gelên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.  Ev şoreş timî weke kelmekê  li himberî hişmendiya erdoxaniyetê, dewleta Tirk a dagirker û şêweyên desthilatdariyê. Lewma em dibînin ku dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêma me zêde dike. Bi dirêjahiya 12 salan û bi destpêka şoreşa 19’ê Tîrmehê re dagirkeriya Tirk bi hemû rêbazên xwe li dijî vê şoreşê rabû û hîna jî berewame. Dewleta Tirk a qirker ji bo ku  şoreşa 19’ê Tîrmehê têk bibe û vîna gelan bişkîne pilanên qirêj bikar anîn. Di vê deman dawî de jî em dibînin ku dagirkeriya Tirk bi awayekî dijwar êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Lê ji ber hişyarbûna gelên herêmê ji girîngiya vê qonaxê û piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweser re, vîna gelan hemû êrîş vala derxistin. ”

‘Êrişên dagirkeriya Tirk madeya 5’an a Dageha Tewnan binpê dike’

Xufran diyar kir ku dagirkeriya Tirk bi êrişên xwe li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, zagonên navnetewî binpê dike  û wiha domand: “Li gorî xala 5’an a Dadgeha Tawanan a Navnetewî  êrişên dewleta Tirk a dagirker yên  ku çendîn car li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tên, sûcên şer li dijî mirovahiyê ne. Herwiha dagirkeriya Tirk bi van êrişên xwe yên hovane sûcê şer dike û li di derheqê mirovan de komkujiyan pêk tîne. Hêjaye ku em bibîr bixin ku hedefgirtina binesaziyê û welatiyan, binpêkirina  peymanên Cinêv e. 3 peymanên Cinêvê ku hatin lidarxistin, ewlekariya gel û binesaziyê di rewşên şer de diparêze û çênabe ku werin hedefgirin.  Em weke parêzer xebatekê ji bo derxistina binpêkirinên derzagonî yên ku dewleta Tirk a  dagirker li herêma me dike bi belge dikin. Herwiha da ku li saziyên navnetewî yên eleqedar bi parastina mafên mirovan li dijî dewleta Tirk a dagirker doz bê vekirin xebateke cidî tê meşandin. Li gorî xala 5’an a Dadgeha Tewanan a Navnetewî, her dewletek dikare dozê li dijî dewletek din veke dema ku komkujî û binpêkirin di derheqê mirovan de pêk were.  ”

‘Ji bo doza dadgehkirina dagirkeriya Tirk xebat berdewam e’

Parêzer Xufran Xelef destnîşan kir ku xebata ji bo rakirina doza dadgehkirina dagirkeriya Tirk li ser asta navnetewî berdewam e û wiha axivî: “Mixabin hemû civaka navdewletî li hember van binpêkirinan bêdeng dimîne, ji bilî hin daxuyaniyên şermok yên ku ji hêla hin rêxistinan tê dayîn, ti helwest ji aliyê civaka navdewletî tune ne.  Niha kar ji bo belgekirina binpêkirinan û destnîşankirina van tawanan di bin rêgezên qanûnî yên pêwîst de tê kirin. Di heman demê de em weke parêzerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyan girêdayî aliyê zagonî ji bo êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêma me, li dar dixin. Weke kongira mafnasiyê ya ku di 18’ê meha Çile de ji aliyê Yekîtiya Parêzeran, Meclisa Dadweriyê û Rêxistina Mafê Mirovan ve li bajarê Qamişlo hat lidarxistin. Em bang li civaka navdewletî û hemû rêxistinên eleqedar dikin ku bi cidî li ser van binpêkirinan bisekinin.  Em ji aliyê xwe ve jî weke parêzeran çi di warê daxuyanî û çalakiyan an  belgekirina binpêkirinan û hewldana li darxistina dadgehan ji bo parastina mafê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de be jî  dê hertim xebata me berdewam be. ”