Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan

23/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” ya zarokan
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ji bo teşwîqkirina zarokan ku pirtûkan bixwînin û di paşerojê de bibin nivîskar din bin dirûşmeya “Şitlên Îro, Darên Sibe…Ne” 5’emîn pêşbirka nivîskarên paşerojê ya zarokan li dar dixe.  

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê armanc dike ku zarokan teşwîqî xwendina pirtûkan bike, wan bi nivîskarên herêmî û cîhanê bidin naskirin, zemînekê ji wan re ava bike, da ku di paşerojê de bibin nivîskar. Di heman demê de ku zarok di demên betlana havînê de, demên xwe bi tiştên sûd dagirin, nexasim wêje û çîrokên ku xeyala zarokan berfireh dike û asta wan bilind dike, li ser vê bingehê Desteya Çandê Ya Kantona Cizîrê pêşbirka nivîskarên paşerojê ya zarokan li dar dixe.

1’emîn pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê”

1’emîn pêşbirka ‘Nivîskarê Pêşerojê’ ya zarokan ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve di bin dirûşmeya “Şitla îro, dara sibe” di sala 2020’an de li dar ket. Pêşbirk li ser asta Kantona Cizîrê hatibû organîzekirin, di nava xwe de 2 beş digirtin; zarokên temenê wan di navbera 10 heya 14 salî û di navbera 15 heya 18 salî de. Pêşbirk jî bi zimanê kurdî û erebî bû.

2’emîn pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê”

Di 26’ Pûşbera 2021’an de pêşbirka bi navê ‘Nivîskarên Pêşerojê’ ji hêla Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatibû lidarxistin. Desteya Çandê hewldan û kedeke mezin dide, da ku xewn û xeyalên zarokên pêşerojê bêne pêkanîn. Herwiha armanca sereke ji lidarxistina vê pêşbirkê ew bû ku civakek bi xwedî zanebûn û ruhê civakî bê avakirin, ew jî bi perwerdekirina zarokên li ser çanda wekhevî, azadî û demokrasiyê ye.

Dîsa jî 2’emîn pêşbirka ‘Nivîskarê Pêşerojê’ di nava xwe de 2 beş digirtin; zarokên temenê wan di navbera 10 heya 14 salî û di navbera 15 heya 18 salî de. Di heman demê de pêşbirk bi zimanê kurdî û erebî bû.

3’emîn pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê”

Di 25’ê Tebaxa 2022’an de 3’emîn pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” bi zimanê kurdî û erebî hatibû lidarxistin. Ev pêșbirk li ser 3 qonaxan pêk hat.

4’emîn Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê”

Di 24’ê Tîrmeha 2023’an de 4’emîn Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê” hatibû lidarxistin. Pêşbirk ku bi zimanên erebî û kurdî bû û ji 3 qonaxan pêk dihat.

5’emîn Pêşbirka “Nivîskarên Pêşerojê”

Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê din bin dirûşmeya “Şitlên Îro, Darên Sibe…Ne” 5’emîn pêşbirka nivîskarên paşerojê ya zarokan li dar dixe. Pêşbirk li ser asta Kantona Cizîrê tê lidarxistin û li ser du beşan dabeş dibe.

Beşa yekem: Zarokên ku temenê wan ji 10 heya 14 salan e.

Beşa duyem: Zarokên ku temenê wan ji 15 heya 18 salan e.

Beşdariya pêşbirkê bi zimanê kurdî û erebî ye. Tomarkirina navan û hilbijartina pirtûkan ji 25’ê Hezîranê heta 5’ê Tîrmehê pêk tên. Ji bo xwendina pirtûkê 10 rojan derfet tê dayîn.

Pêşbirk li ser 3 qonaxan e:

Qonaxa yekem: Di 15’ê Tîrmehê de ezmûneke devkî ji bo her du beşan pêk tê.

Qonaxa duyemîn: Di 26’ê Tîrmehê de kurtkitina pirtûkê ye. Herwiha ji bo beşê yekemîn tenê peleke û ji bo beşê duyemîn jî du pel in.

Qonaxa seyemîn: Di vê qonaxê de, dê zarok nivîseke wêjeyî biafirîne û binivîse û radestî komîteyê bikin. Ev qonax  wê di 4’ê Tebaxê de were lidarixstin.

Belvakirina xelatan wê di 17’ê Tebaxa 2025’an de pêk were.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.