Monday, June 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

serokê zanîngeha Kurdî-Elmanî Yûnis Bahram da zanîn ku hatina şandeya Zanîngeha Elmanî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewamiya serdana Başûr e û got, “Da ku hemahengî û xebata hevpar çêbibe em ê serdana Zananîngeha Rojava, Kobanê û Elşerq bikin.”

Di çarçoveya avakirina Zanîngeha Elmanî-Kurdî ya Navdewletî de şandeya zanîngehê ku ji rektorê zanîngehê Prof. Christoph Scholz e, serokê wê jî Yûnis Bahram e û berpirsa Beşa Teknîkê ya Zanîngehê Çinor Zagros pêk tê bi hev re serdana Başûr kirin.

Di 9’ê Pûşberê de şande gihaşt Başûr, di demê de jî wê ev şande serdan û civînan bi zanîngeh û rayedarên herêm re li dar xist. Herwiha şande di 19’ê Pûşberê de tenê bi pêşengtiya dr. Yûnis Bahram gihaşt Qamişlo da ku di dema heyî de dest bi serdanên xwe bi sazî û dezgehên perwerdeyî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re bike.

Derbarê serdana şandeyê ji bo Rojavayê Kurdistanê, kar û xebata şandeyê serokê zanîngehê Yûnis Bahram ji rojnameya me re axivî.

‘Hatina Rojava berdewamiya serdana Başûrê Kurdistanê ye’

Bahram da zanîn ku hatin şandeya Zanîngeha Elmanî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê berdewamiya serdana Başûr bû û wiha got: “Weke tê zanîn berî demekê me di çarçoveya xurtkirina têkilyên di navbera zanîngehên Kurdî de, serdana Başûrê Kurdistanê kir. Me serdanên xwe li Hewlêrê û Silêmaniyê domandin di van xebatan de me serdana zêdeyî 20 zanîngehên Kurdî kir. Piştî ku zanîngehên Silêmaniyê û Hewlêrê naskirin ku projeyeke Kurdistanî, hem jî weke lêvegereke Kurdî ye, kêfxweşiya xwe anîn ziman. Projeya me hem xwendegeh e û hem jî lêvegerke, zanistî û têgihştî li derveyî welet ji bo Kurd û Kurdistanê. Ji ber vê yekê jî şagirt û pirofîsorên zanîngehên Başûr ev xebat bi erênî nirxandin û qebûl kirin. Li aliyekî din wezîrê Perwerdeya Bilind a herêmê konferanseke li dar xist û diyar kir ku ew ê destekê bidin Zanîngeha Kurdî-Elmanî. Armanca me ji serdana Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî ew e ku em karekî hevbeş bi zanîngehên herdu parçeyên Kurdistanê re bidin meşandin û bighêjin encamekê.”

‘Em ê serdana zanîngeha Rojava, Kobanê û Elşerq bikin’

Yûnis Bahram eşkere kir ku wê şande serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Elşerq bike û wiha domand: “Programa me ya ji bo Rojavayê Kurdistanê ew e ku di serî de em ê serdana Zanîngeha Rojava bikin. Piştî wê jî em ê herin Reqayê û li gel Zanîngeha Elşerq bicivin. Paşê em ê herin Kobana berxwedêr û serxwebûnê û serdana Zanîngeha Kobanê bikin. Armanca me ji vê kar û xebatê ew e ku xwendekarên me yên Rojava û yên li derveyî welat sûdê ji zanîngehê bibînin, herwiha em û hemû zanîngehên Rojava xebateke hevpar ji bo jihevsûdwergirtinê bidin meşandin.”

‘Wê sûda xwendekarên Rojava di xwendina zanîngehê de hebe’

Serokê Zanîngeha Elmanî-Kurdî Yûnis Bahram diyar kir ku zanîngeh wê sûdmend be ji xwendekarên Rojava re û wiha anî ziman: “Ev zanîngeh wekî her zanîngehêke asayî nîne, lê xebateke stratejîk e ji derveyî sînorên erdînigariya  Kurdistanê ye. Niha pirtûkxaneyeke zanîngehê heye, tê de jî 20 hezar pirtûkên elektronîk hene û em dixwazin ev hejmar bigihêje heta 200 hezar pirtûkî. Ji ber vê yekê, ev wekî projeyek stratejîk û lêvegereke Kurdî ya netewî ji bo Rojavayê Kurdistanê tê amadekirin. Zanîngeha Kurdî-Elmanî dê ji bo xwendekarên me sûdmend be di warê xwndinê de. Niha projeya me bûye projeyeke gelêrî ku bûye daxwaza civakê, ji ber vê yekê em ê hemahengiyekê li gel zanîngehên Rojava bidin avakirin.”

Post Views: 48
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’
ÇAND Û HUNER

‘Em ê serdana Zanîngeha Rojava, Kobanê û Şerq bikin’

22/06/2025
 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû
JIN

 Armanca Komkujiya Helincê têkbirina vîna jina azad bû

22/06/2025
Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?
NÛÇE

Hevserokên Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê kî ne?

22/06/2025
ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN
HAJMARA PDF

ÇETE XWÎNMIJÊN GELÊN SÛRIYÊ NE Û DIVÊ BÊN CEZAKIRIN

22/06/2025
Lêgerîna çareseriyê û kongra PKK’ê
QUNCIK NIVÎS

Çêkirina strana azadiyê

22/06/2025
Navenda Pargîn a çand û hunerê
ÇAND Û HUNER

Navenda Pargîn a çand û hunerê

22/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.